Tulay Hatîmogullari: Ji bo avakirina kîjan aştiyê we destê xwe xistiye bin kevir?

Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari bal kişand ser gotinên Serokkomar Tayîp Erdogan ku gotibû wê ji bo Filistine bibin welatek garantor û got: “Ji bo avakirina kîjan aştiyê we destên xwe xistiye bin kevin? Hûn ê bibin garantorê çi?”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari di civîna Komê ya meclisê de axivî. Hatîmogullari bal kişand ser salvegera Şoreşa Cotmehê ya 106 sal berê û wiha got: “Ez hemû rêhevalên xwe yên di têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Em ê her dem ala wan li ba bikin. Heta ku xeyalên Şoreşa Cotmehê pêk bên em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Ciwan di asansorên wargehên KYK’ê de jiyana xwe ji dest didin’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser salvegera damezirandina Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) û wiha got: “YOK, berhema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ye. Xwestin bi destê YOK’ê zanîngehan kontrol bikin. AKP’ê ev sazî bi temamî xist bin kontrola xwe û niha tevî YOK’ê li ser zanîngehan terorê dike. Hejmara ciwanên ji ber bêkariyê întîhar dikin zêde dibin. Ciwan di asansorên xerab ên wargehên KYK’ê de dimirin. Lê ev îktîdar û YOK tenê temaşe dikin.”

‘Ne qeza ye komkujî ye’ 

Tulay Hatîmogullari  da zanîn ku mirinên ji ber asansoran ne qeza ye, komkujî ye û got: “Derdê AKP’ê ne guherîna YOK’ê ye, ev me carek din jî fam kir. Em ê tevî meclisa xwe ya ciwanan li dijî zîhniyeta YOK’ê û ya ku wê didomîne têbikoşin. Heta ku zanîngeh, ciwan û akademîsyen azad dibin dê ev têkoşîn bidome. Yek ji sozên me jî perwerdeya bi zimanê dayikê, ya zanistî, wekhev û bêpere ye.”

 ‘Ji bo gelê Filistînê rondikên tîmsehan dibarînin’

Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê û wiha domand: “Hemû cîhan tenê temaşe dike. Em bi gelê Filistînê re ne. AKP’ê ji bo piştevaniya bi gelê Filistînê re mitîng li dar xist. Axaftina Erdogan a di mitîngê de dê were bîra we. Dê bibêjî qey mitînga amadekariya hilbijartina rêveberiyên herêmî ye. Bi rastî jî kesekî ji bo Filistînê digiriya tunebû. Heta ku hûn têkiliyên bazirganî û leşkerî bi Îsraîlê re qut nekin, hûn nikarin tiştekî bikin. Hûn nikarin li gel gelê Filistînê bin.”

 ‘Heta niha di çend şer û pevçûnan we di çareseriyê de rol lîstiye?’

Tulay Hatîmogullari wiha got: “Niha dibêjin; ‘em ê bibin garantor û werin em aştiyê pêk bînin.’ Gelo serokê giştî yê AKP’ê heta niha di çend şer û pevçûnan de bi rola çareseriyê rabûye? Hîç. We ji bo kîjan aştiyê tiştek kiriye? Hûn ê bibin garantora çi? Di demekî ku pirsgirêka kurd ewqas zindî de, di demekî ku hûn guh nadin bangên ji bo aştiyê, hûn qala kîjan aştî û garantoriyê dikin? Erdoganê ji bo şerê Filistîn-Îsraîlê dibêje ‘şer, wijdana gelan tune dike’, her roj bombeyan li ser serê kurdan dibarîne. Dil û wijdana we ziwa bûye. Dil û ruhê we ewqas ziwa bûye ku dê li Rojhilata Navîn weke fîrewn peykerê we bê danîn. Ger Erdoxan ewqas bi wijdan be bila bêje çawa ku ji pirsgirêka Filistinê were çareserkirin bikevin rê bila bêje ez dixwazim pirsa Kurd jî çareser bikin. Lê belê hişmendî û wijdaenk wisan nîne ku vê bibêje. Pêwîstiya gelê Rojhilata Navîn di nava bê şertî, bê sînor û bê binkirinde jiyan bike heye.

‘Li dijî şer parastina aştiyê berpirsyariya me ye’

Em di erdnîgareyek bi reng û girinde di baxçeyek yê cenetê de jiyan dikin. ji vê rejîma zalim tu xêr ji bo me neye. Li dijî şer parastina aştiyê berpirsyartiya meye. Em ên ku êşên li Rojhilata Navîn ji dilê xwe hîs dikin. Li dijî çekên ku mirinê di vereşîn emê dilpakiya aştiyê, heqîqet û edaletê bi parêzin. Emê êşên xwe bi piştevaniya hev, bi rêxistin kirin û têkoşînkirinê kêm bikin.

‘Pirsgirêka Kurd û Elewî du pirsgirêkên bingehîn in’

Her çendî desthilatdar guherîbin jî di sedsala ewil a komarê de du pirsgirêk qet neguherîn; yek pirsgirêka Kurd a din jî ya elewiyan e. Çand, nasname û baweriya elewiyan tune hesibandin. Civaka elewî rastî polîtîkayên komkujiyên domdar hatin. Lê tevî hemû cureyên zilmê jî civaka elewî li ber xwe da. Dema komareke demokratîk hat avakirin wê demê dê elewî jî mafên xwe bi dest bixin.

‘Şirîkekî biçûk ê vê desthilatdariyê heye’

Şirikê biçûk serê sibehê civîna komê li dar xist. Serokê wê yê giştî ji bo Selahattîn Demîrtaş got; ‘terorîst e û HEDEP parçe dike.’ Demîrtaş, rûmeta vê erdnîgariyê ye. Rûmeta me, serfiraziya me ye. Yên ji partiya me re dibêjin ‘parçe dike’ jî bila li xwe binêrin. Tu dersekî ku em ji vê partiya yekperest û nîjadperest bigirin tune ye. Ew neçar in ku hesabê bidin gel. Dabeşkarên esil ew in. Ew, dijminên Kurdan in. Heke ji destên wan bê dê hemû kesên ne ji wan biavêjin bîran û bi ser wan de kilsê birijînin. Gelo we heta niha dîtiye Bahçelî qala xizaniya li welat û modêleke aboriyê kiribe? Ji bilî rageşiyê û nîjadperestiyê tu tiştekî nake. Hûn nikarin ji kesên bi dengên gel hatine hilbijartin re bibêjin ‘terorîst.’ Heke hûn wisa bibêjin em heman gotinê li we vedigerînin.

 ‘Bila rewşa birêz Ocalan bi raya giştî re were parvekirin’

Ji bo pirsgirêka Kurd were çareserkirin, em di nava hewldanan de ne. A rast li vir sûcekî navneteweyî tê kirin. Derhiqûqî û dermiroviyek heye. Li tu deverên cîhanê hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzeran re 3 salan nehatiye astengkirin. Banga me ji bo Wezîrê Dadê ye; di ser biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re salek derbas bû. Lê we tu gavên şênber neavêtine. Di vê mijarê de tavilê peywir û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Banga me ji bo CPT’yê ye; peywira xwe pêk bînin, herin giravê û rewşa birêz Ocalan bi raya giştî re parve bikin. Gelê Kurd û yên Rojhilata Navîn rewşa li giravê meraq dikin. Rakirina tecrîdê dê ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê û çareserkirina pirsgirêkên gelên li Rojhilata Navîn gavekî erênî be. Lewma em dibêjin tavilê tecrîdê rakin.

Em ê pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û wekhevîxwaz çareser bikin. Gelê me yê hêja, dem ne dema bêdengmayîn û temaşekirinê ye. Ji bo rizgariya civakî pêdivî bi xebatê heye.

‘Em ê namzedên xwe bi danîna sindoqan re diyar bikin’

Em careke din dibêjin; em ê sindoqan deynin û namzedên xwe bi îradeya gel diyar bikin. Em ê rêveberiyên herêmî xurt bikin. Em ê hemû riyên demokrasiya yekser bi kar bînin û derfetên biryardayînê yên gelên xwe mezintir bikin. Ji bo vê jî xebatên me berdewam dikin. Em ê di 11-12’ê Mijdarê de li Enqereyê konferansa xwe ya rêveberiyên herêmî li dar bixin. Em ê şimaqa herî mezin li qeyûman bidin. Ji bo vê jî em mecbûr in bi şev û roj bixebitin.

‘Heta hilbijartinê bila tu kes di malên xwe de ne rûnenê’

Banga min ji bo gelê me ew e ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de tu kes li mala xwe rûnenê. Divê li taxa xwe em li deriyê her kesê bixin, silav bidin her kesê. Em ragihînin ku ji niha ve me xebatên hilbijartinê dane destpêkirin. Ji endamtiya lijneya sindoqan heta tax û gundan divê em serî li partiyê bidin û peywirên li xwe bigrin. Şaredarî ne yên qeyûmên ku her tişt dizîn û şêlandin in, ên gel in. Malên gel in. Divê em dizîker û xespkarên ketine mala me biqewirînin. Karên qeyûman tenê ev bûn; xesp, nelirêtî, deyn û pişaftin. Qeyûm, rejîma darbeyê ye. Lewma em ê bi ruhekî mezin xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin. Vîna gel dê li dijî xespkaran teqez bi ser bikeve. Dê qeyûmên dagirker û patronên wan têk biçin.”