Halîde Turkoglu: Dema em bi ser bikevin wê jin bi ser bikevin

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) Halide Turkoglu di civîna Hevserokên Bajêr ên Jin de axivî û got: “Dema em bi ser bikevin wê jin bi ser bikevin. Dema avakirina bajarên azad hat."

Navenda Nûçeyan – Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halide Turkoglu, di civîna Hevserokên Bajêr ên Jin de axivî. Halîde Turkoglu diyar kir ku ew projeyên bêyî bi jinan re bişêwirin pêk tên, red dikin û wiha got: "Em ji rêgezên xwe gavê paşde navêjin. Em ê qeyûman ji bajarên xwe bişînin. Dema em bi ser bikevin wê jin bi ser bikevin. Dema avakirina bajarên azad hat."

‘Em nikarin tenê li şerê emperyalîst sor dikin temaşe bikin’

Halideyê bi lêv kir ku li welatê ku ew lê dijîn berê çekan, berê keştiyên şer li ser gel in û wiha got:"Em ji şerê li Ukraynayê bigirin heta şerê li Filistin û Îsraîlê, em ji şerê li Iraqê bigirin heta li Îranê û li Rojava erdnîgariyeke şer mijara gotinê ye. Ji aliyekî jî li Rojhilata Navîn û li Bakurê Efrîkayê gel di hedefa şer de ne. Mixabin jin û zarok herî zêde di bin bandora vî şerî de dimînin. Gelek meseleyên mîna koçberiyê, tecawizkirina li jinan û teşhîrkirina bedena jinan her wijha destdirêjî di nava vî şerî de cihê xwe digirin. Ev her diçe mezin dibe. Tevî polîtîkayên zilmê û israra di vî şerî de em ê di daxwaza xwe ya aştiyê de bi israr bin. Em nikarin tenê li şerê emperyalîst sor dikin temaşe bikin. Em nikarin li qetilkirina gelê kurd a bi tank, top, ÎHA û SÎHA'yan temaşe bikin, em nikarin li qetilkirin û perçekirina bedena zarokên li Filistinê temaşe bikin. Ji bo ev şer ji holê rabe divê kedeke mezin bê dayin. "

'Em ê têkoşîna ji bo aştiyê mezin bikin'

Halideyê da zanîn ji bo çareseriya meseleya kurd û bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin û wiha pê de çû:"Bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan malbatên girtiyan jî li gelek bajaran dest bi çalakiyên Nobetên Edaletê kirin. Em li vir silavên xwe ji hemû jin û her kesên tevli vê çalakiyê dibin, dişînin û em dibêjin bila tu gumana kesî ji aliyê mezinkirina me ya piştevaniyê tune be. Ji bo ev têkoşîn bi awayekî bi rûmet bibe sedema avakirina aştî û edaletê em ê têkoşînê mezin bikin."

'Ya wê bersiva herî xurt bide vê îktidarê wê em jin bin'

Halideyê da xuyakirin ku li kuçe, di şer de, li cihên kar jin tên qetilkirin, tundî li wan tên kirin û dema mêr dibin mijara gotinê mêr tên parastin û jin têra xwe nayên parastin. Halideyê wiha dewam kir:"Em dîsa tundiyê dibînin û dîsa em tên kuştin. Lê belê aqilê mêr dewletê mêr diparêze û pêvajoya darazê jî di eleyhê jinan de pêş dixîne. Îktidar destkeftiyên me yên bi salan ên me bi têkoşîneke mezin bi dest xistine xesp dike. Yên xwe ji Peymana Stenbolê vekişandin vê carê jî êrişî mafê me yê nefeqeyê dikin. Komxebat û konferansên tê de jin tune ne tên lidarxistin. Ya wê bersiva herî xurt bide vê îktidarê wê em jin bin. Em van konferans û komxebatana qebûl nakin."

Halideyê di dewamiya axaftina xwe de wiha got:

"Qeyrana aboriyê, qeyrana piralî bandoreke neyînî li ser jinan û civakê dike. Civakê bêparastin dihêle. Li dijî vê xizaniyê dîsa me jinan dengê xwe bilind kir. Em ê ji bo çareseriyê, ji bo avakirinê û ji bo teşhîrkirinê dengê xwe her bilind bikin. Yek ji rojeva sereke ya civîna me hilbijartinên herêmî ne. Me li gelek cihên Kurdistanê bi nêzî 100 hezar delegeyî dengdayina gel pêk anî. Ev yek wê ji Tirkiye û cîhanê re bibe modelek. Me bi dengên gel endamên meclîsê û hevserokên xwe hilbijart. Wê namzetên me paradîgmaya Azadiya Jinan û Ekolojîk tên meriyetê. Ez namzetên me yên jin ên hatine hilbijartin pîroz dikim. Em di 31'ê Adarê de bi partiyên din re têkevin nav pêşbirkekê, qezenckirina vê pêşbirkê wê di destpêkê de bibe serkeftina gelê kurd û serkeftina jinan, gelên tên çewisandin. 

Têkoşîna me hevpar e

Wê her hevalên me wekî ku namzet bin bixebitin. Ji vê yekê tu gumana me tune ye. Delegeyên jin, namzetên me, dayikên me negotin herî û baran e bi awayekî ji dil tevli vê pêvajoyê bûn. Ev yek bû moral. Di vê dengdayinê de dîsa me carinan li dijî zihniyata mêr jî têkoşîna xwe kir. Têkoşîna me hevpar e. Dewamî ye. Ew ê sibehê li qadeke din jî wiha dewam bike. Di vir de pergala hevserokatiyê xeta me ya xemrî ye. Ji bo hilbijartinên nêz dibin em jin dibêjin em hene. Em ê li dijî zihniyeta qeyûm a ji feraseta demokrasiyê û ji feraseta zayenda civakî ya di şaredariyan de dûr e têkoşîna xwe bidomînin û em ê bajarê xwe bi rê ve bibin. 

Em ji hêz û morala ku em ji hev digirin xebatên xwe bidomînin

Me ji rêxistinbûyina xwe ya xweser dest pê kir û me got nûnertiya wekhev. Me pergala fermuarê wekî rêgeza sereke xist meriyetê. Ev sîstema destkeftiya me ya têkoşîna me ya bi salan e. Ez hevserokên me pîroz dikim. Wê her hevaleke me bi awayekî bi hêz vê peywira xwe bi cih bînin. Ji vê yekê em guman nakin. Em berî civîna partiya xwe tên gel hevdu û em gotina xwe di raya giştî de dibêjin. Çareserkirina pirsgirêkên jinan ên li bajêr yek ji peywira me ya sereke ye. Em dizanin wê her hevaleke me di vî warî de berpirsiyariyê bigirin ser xwe û wiha tev bigerin. Em ji hêz û morala ku em ji hev digirin xebatên xwe bidomînin. 

Em projeyên ku jin di nav de nîne qebûl nakin 

Em li tu bajarî ne mecbûrî partî û şaredariyên ku berjewendîxwaz, talanker û zayendperest in. Em ê şaredartiya jinê avabikin. Beyî jin şaredartî nabe, xizmet nabe û xebat nabe. Ji bo serkeftinê em bi rê ketin. Partiyên siyasî li bajarên mezin namzetên mêr nîşandan û bi hişmendiya mêr projeyên xwe tînin ziman. Ev partiyên ku xebatên hilbijartinê dikin îro dibêjin sibehê jî jibirdikin. Em projeyên ku fikrê jinan negirtiye qebûl nakin. Li bajaran jin ked didin, em diafirînin û hildiberînin û em ê serdestiya mêr a li şaredariyan têk bibin. Em ê demokrasiya herêmî, tevlîbûna berfireh, azadiya jin û ekolojiyê esas digire avabikin.

Em ber bi hilbijartina herêmî ya ku dê di 31'ê Adarê de pêk bê ve diçin û em ji niha ve dest bi xebatên 8'ê Adarê dikin. Wek Meclîsa Jinan a DEM Partiyê em dibêjin 'Dem dema jinan e, bajar wê bibin bajarên jinan’. DEM Partî tê. Niha dema hêviyan e û tiştên ku ji me hatin dizîn em ê şûnde bigirin û em dest bi xebatan dikin. 

Em ji rastiyan tawîz nadin

Bi pêşhilbijartinan me dersa demokrasiyê da û niha dora serkeftina hilbijartinê ye. Endamên Meclîsa Jinan a partiya me, hevserokên me û rêveberên rêxistinên me baştir pirsgirêkên bajêr dizanin, ji ber ku bi gel re nin. Em ê li Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Serhad û Amedê civînên herêmî li dar bixin. Em ê li ser danezan û stratejiya xwe ya hilbijartinê nîqaş bikin. Em ê rêxistinbûna xwe û vîna xwe bi hêztir nîşan bidin. Em ê meclîsên jinan a bajar û navçeyan xurt bikin. Cihê ku meclîs nîne em ê avabikin. Em ji rastiya xwe tawîz nakin. Em qeyûman ji bajarên xwe derxin. 

Li Tirkiyeyê cureyek din a faşîzmê heye û bêtir jinan dike hedef û cudakariyê dike. Ev rewş bêtir di hilbijartina herêmî de xwe nîşan dide. Em rê nadin vê faşizmê. Hewcedariya me hatina li cem hev heye. Ev berpirsiyariya hevserokan e û pêşengên vî karî ne."