‘Tola jinên Êzidî li Reqayê hat girtin’

Endama Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Lava Şengalî ya derbarê salvegera rizgarkirina Reqayê de axivî, got: “Tola jinên Êzidî li Reqayê bi rizgarkirinê hat girtin.”

MEDYA HAWAR

Şengal - Bajarê Reqayê ku weke paytexta DAIŞ’ê dihat nasîn di 17’ê Cotmeha 2017’an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, YPG’ê û YPJ’ê ve hat rizgarkirin. Di rizgarkirina bajarê Reqayê de Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî cihê xwe girt. Endama Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Lava Şengalî li ser rizgarkirina Reqayê ji destên DAIŞ’ê axivî. Lava Şengalî anî ziman ku bi rizgarkirina Reqayê re ku jinên Êzidî yên di Fermana 74’an de lê dîl hatin girtin bû tola jinan.  

Lava Şengalî di serî de roja bi coş û heyecan roja rizgarkirina Reqayê li hemû gelan pîroz kir û wiha got: “Kiryarên ku DAIŞ’ê kirin di cîhanê de tên zanîn. Herî zêde jinên ku êşê ji destên çeteyên DAIŞ’ê kişandine. Di fermana 2014’an de bi hezaran keç û jinên Êzidî ketin destên çeteyan. Di heman demê de êrîşên DAIŞ’ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûn. Kiryarên li derveyî mirovahiyê çawa li ser Şengalê hatin kirin, li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin kirin.”

‘Ne tenê bi rengekî reş bi zihniyeta tarî û qirêj êrîş kirin’

Lava Şengalî bal kişand ser kiryarên ku çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê kiriye û wiha got: “Bi alên reş, cilên reş û em dikarin bibêjin ku bi zihniyeteke reş êrîşî Reqayê kirin. Di bin navê îslamê de êrîşî civakê kirin. Herî zêde li Reqayê jin rastî zilim û zora DAIŞ’ê hat. Biryarên ku derxistin, jinan kirin nava çar dîwaran, ebayên reş cilên reş li wan kirin. Jiyan ji bo jinên Reqayê û hemû pêkhateyên wê ji Ereb, Kurd û Suryanan bigre, jiyanê ji hemûyan re kiribûn zindan.”

‘QSD ji bo Reqayê bû bêhneke azad’

Lava Şengalî da diyarkirin ku çawa Reqa bûbû zindaneke, bi pengava QSD’ê de gel karî nefesê bigre û wiha got: “Li Reqayê qada Neyîm heye ku di dinyayê de bi nav û deng bû. Serê mirovan jêkirin bi wir ve daliqandin. Dest û lingên mirovan jêkirin, qetil kirin, rastî komkujiyan hatin û koçber kirin. Kiryarên bi vî rengî di bin navê îslamiyetê de li Reqayê hat jiyîn. Gelek însanên bê sûc bi mayinên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan. Gel bê bêhn mabû. Weke mirovek ku di nava avê de difetise û çavên wî li kesekî be destên wî bigre û wî xilas bike. Di kêliyên wisa de Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi îrade û armanceke xurt berê xwe dan Reqayê.”

‘Ala serkeftinê hat hildan’

Lava Şengalî ya got “Ji bo rizgarkirina Reqayê kedeke mezin a QSD’ê heye û di heman demê de keç û xortên qehereman ên Êzidî bi îradeyek mezin berê xwe dan Reqayê û ew rizgar kirin” wiha pêl da axaftina xwe: “Keç û xortên Êzidî dema ku ji Şengalê berê xwe dan Reqayê bi hêrsa tolhildana fermanê berê xwe dan Reqayê. Her kes dizane ku di nava sûka Reqayê de keç û jinên Êzidî hatin firotin. Di Reqayê de cihên ku jinên Êzidî tê de girtibûn hene. Cihên ku tê de hatine firotin û tecawizkirin hene. Bi destên QSD’ê û qehremanên civaka Êzidî û xwîna şehîdan ala reş a DAIŞ’ê de hat daxistin û ala serkeftinê li Reqayê hat hildan. Bi rizgarkirina Reqayê jinan û civaka wê bi giştî bêhna azadiyê kişand. Dema ku Reqa hat rizgarkirin, jinan wan cilên reş şewitandin û bi tilîliyan zizgarkirina Reqayê pêşwazî kirin.”

‘Li Reqayê careke din tovên jiyana azad hatin avêtin’

Lava Şengalî da diyarkirin ku jiyana li Reqayê niha bi rengê jiyana demokratîk e ku hemû neteweyan digre nava xwe û wiha got: “Li Reqayê ne tenê ala reş hat daxistint  derbe li zihniyeta reş hat xistin. Careke din jiyana azad hat avakirin. Serok Apo got me tola jinên Êzidî li Reqayê girtiye. Em dikarin bibêjin ku rojeke dîrokî bû, bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin. Piştî rizgarkirina Reqayê û heta niha. Projeya Rêber Apo ya netewa demokratîk, li Reqayê pê hat. Hemû neteweyên heyî bi hev re, di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de xwe birêxistin kirin. Di navbera gelan de yekitiyeke xurt hatiye avakirin û tu dijmin nikare bikeve navê. Hemû sazî û dezgehên xwe ava kirine. Bi rengekî azad xwe birêve dibin. Bi rêxistinkirinê, gel bersiva êrîşên DAIŞ’ê da û heta roj jî dide.”

‘Nav cuda ye kiryar yek in’

Lava Şengalî bal kişand ser kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker dike, da zanîn ku ferqa DAIŞ’ê û dewleta Tirkiyeyê nîn e û wiha got: “Duh DAIŞ’ê êrîşê bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir îro Tirkiye ye. Heman zihniyet û heman pratîk lê nav cuda ye. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirî ne, ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve. Kiryarên ku DAIŞ’ê dikirin îro li van cihan bi destên çeteyên dewleta Tirk tên kirin. Cihên dîrokî wêran kirin, demografiya herêmê hemû diguherin. Bi hezaran jin û zarokên winda li holê ne. Em nikarin bibêjin ku DAIŞ’ê kiryar kirin û temam, Tirkiyeyê wê zihniyetê berdewam dike lê ew axên ku hatine dagirkirin, axên ku şehîd li ser hatine dayîn wê bi fikrên Rêber Apo nêz ne dûr wê bên rizgarkirin.”

Êrişên li ser Rojava

Lava Şengalî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku di demên dawî de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û wiha got: “Êrîşên vê dawiyê yên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser hemû xelkên wê derê ye. Li ser biçûk û mezinan e, li ser hemû pêkhate û baweriyan e. Di van êrîşan de hemû binesaziyên herêmê kir hedef. Dibistan, cihên cereyanê, cihên neftê kirin hedef. Aboriya civakê kir hedef, êrîş bir ser hêzên ewlekariyê û sivîlan. Di heman demê de pêşengên civakê kirin hedef. Hêzên li dijî madeyên hişbir kirin hedef. Lê belê helwesteke bihêz derket û dikaribû li hemberî vê planê bisekine û careke din dikaribû bi hêz li ser lingan bisekine.”

‘Wê helwesta gel planên qirêj têk bibe’

Lava Şengalî di dawiya axaftina xwe de ji bo darizandina sûcdaran got dem hatiye û berxwedana li hemberî dagirkeriyê jî bi bîr xist û wiha got: “Çawa DAIŞ heta roja îro ji ber kiryarên xwe nehatiye dadgehkirin di asta navneteweyî de. Dagirkeriya tirk jî heta niha bi ser kiryarên xwe nehatiye dadgehkirin. 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di kamp û zindanan de girtî ne. Ji bo wê jî em dibêjin ku dem hatiye sûcdar bên darizandin. Êdî rastî wê cihê xwe bigre. Ya herî girîng jî ew e ku bi helwesta gel planên heyî têk biçin.

Careke din rizgarkirina Reqayê li Rêber Apo, li gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û li civaka me ya Êzidî proz dikim. Berxwedana QSD’ê ya ku heta roja îro ji bo rizgarkirina jinên Êzidî têdikoşe, em pîroz dikin û spasiya xwe ji wan re dikin. Em berxwedana gelê xwe yê bakur û rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê silav dikin û pîroz dikin.”