"Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta qirkirinê dimeşîne"

Endamên Kombûna Jinên Zenobiya diyar kirin ku ew dagirkeriya dewleta Tirk a ku siyaseta qirkirinê û sûcên dermirovî li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin napejirînin û dê jinên herêmê dibin banê saziya xwe de li hemberî êrîşan rêxistin bikin.

ZEYNEB XELÎF
Dêrezor – Di van demên dawî de dewleta Tirk hem li ser Şengalê du rojan ser hev bi balefirên şer êrîş pêkhatin ku nexweşxane jî hedef girt hem jî êrîş li ser xeta Zirgan û Til Temir ên girêdayî kantona Hesekê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê zêdekiriye. Li hemberî êrîşan ji her deverên Bakur-Rojhilatê Sûriyê welatiyan nerazîbûnên xwe bi çalakiyên cihêreng anîn ziman. Jinên Hejîna Dêrezorê jî bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dê li hemberî êrîşan bê deng nemîne. 
Tirkiye hewl dide sîstema xwe ya Osmanî vegerîne
Endama Kombûna Jinên Zenobiya ya Hejînê Fatima EL-Salim ji ajansa me re axivî û wiha got:"Em hemû dizanin siyaseta Tirkiyê, hewldanên wê ku guhertina demografî li ser axa me pêkbîne, ji ber  wê ye siyaseta qirkirinê li ser gel dide meşandin. Bi armanca guhertina ramana lîberal a pêkhateyên herêmê û pûçkirina tevgera şoreşger çî ji destê wan tê dikin. Dagirkeriya Tirk bi polîtîkayên xwe dixwaze siyaseta parçebûn û desthilatdariyê bide meşandin. Ji bo ku vîna gelan ji holê rake û nakokiyê di navbera wan de avabike hewl dide projeya demokratîk a li ser bingeha hevjiyana azad ji holê rake da ku sîstemam xwe ya Osmanî vegerîne. Dewleta Tirk û çeteyên wê ji dema dagîrkirina Serêkaniyê ve, dest bi şerê avê li dijî gelê Hesekê kiriye ku ava stasyona Elokê ya ku avê dide milyonek û nîvê welatiyên Hesekê û navçeyên wê qut kiriye.”
"teslîmiyet ne rêya me ye"
Fatima EL-Salim êrîşên dagirkeriyê yên berê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser herêmê hatine kirin bibîrxist û wiha doman: "Ev ne cara yekê ye dewleta Tirk êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Ji xwe di êrîşan de zagonên navneteweyî binpê dike jî kes jêre dengê xwe nake. Ji bo guhertina demografya û koçberkirina niştecihên herêmê dixebite. Li hemberî polîtîkayên wan ên bêmirovkirina herêmê, em teqez dikin ku em bi israr in, emê herêmên xwe biparêzin û teslîmiyet ne rêya me ye. Em ê li ber xwe bidin û li hember her dagirkerî û dijminekî ku hewl dide axa me dagir bike bisekinin."
"Êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrîn û Serêkaniyê ji tirsa fikrê azade"
Endama Kombûna Jinên Zenobiya ya Hejînê Siba EL-Xelef jî destnîşan kir ku ew ji siyaseta dewleta Tirk a li hemberî herêmê hayîdarin û dê li hemberî wê xwedî helwestbin û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Em siyaseta Tirkiyê ya li dijî gel û axa xwe û berdewamkirina êrîşên ji bo tunekirina projeya neteweya demokratîk baş dizanin. Em hewildanên wan ên bi êrîşan welatî ji ser axa wan kirine û bindestkirinê şermezar dikin." 
“Em jinên herêmê li hemberî êrîşan rêxistinbûna xwe fireh dikin” 
Siba da zanîn ku ew weke jinên herêmê li hemberî êrîşan rêxistina xwe mezin dikin û wiha dom kir: “Yekemîn konferansa damezrîner a Kombûna Jinên Zenobiya ku em jî di navê de cîh digirin di 1'ê Hezîrana 2021'an de hate li dar xistin. Li ser asta herêmên rizgarkirî yên wekî Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê, bi armanc ku xwe bigihîne hemû jinan û bi her awayî wan bi hêz bike di hemû astan de, da ku di qonaxa bê de bibin xwedî roleke berçav ber bi çareseriya siyasî li Sûriyê û pêkanîna aştiyê li welat.” 
“Hîna pilanên guherîna demografiya û diziya bermayên dîrokî dewame”
Di heman demê de Siba EL-Xelef piştrast kir ku berdewamkirina êrîşên Tirkiyê yên li dijî Efrînê û Serê kaniyê encama tirsa wê ji serketinan bi berxwedana şervanan û redkirina ramana azad e. Siba EL-Xelef ev li gotinê xwe zêde kir: “Dewleta Tirk hîn siyaseta xwe ya guhertina demografî û diziya tiştên kevnar li herêmên dagirkirî didomîne û bi van rêbazan hewl dide ku axa me desteser bike. Ji dema dagîrkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve di 18'ê Adara 2018'an de, herêma Efrînê ji bo xelkên Xûtayê, Qelemûn û bajarên din ên Sûriyê bûye cihê niştecihbûnê. Ev jî êşek mezine ji bo me hemûyan, heta ev mînak li ber çavê me be divê em hemû hêza xwe bidin parêzvaniya herêma xwe.Li gorî gelek navendên lêkolînên di navde navenda lincoin ya ku ji hêla komek çalakvanên kocber ve di sala 2018'an de hate damezrandin ku di heman demê de  gelek xelkên Efrînê ji hêla dewleta Tirk ve bi girtin û îşkenceyê têne hedef kirin. Her wiha dewleta tirk hewl dide ku tirs û xofê di dilê koçberên Efrînê de ava bike da ku nehêlin ew bifikirin ku vegerin herêmên xwe.” 
Siba EL-Xelef herî dawî piştrast kir ku ew bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên Tirkiyê yên li dijî gelê Efrînê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dike û bang li hemû rêxistinên mirovî û mafên mirovan dike ku dawî li dagirkeriyê bînin.