"Tirkiye ji bo DAIŞ bi dawî nebe ket axa Sûriyeyê"

Berdevka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Idlibê Hala Hemîco got ku ketina Tirkiyeyê ya nava axa Sûriyeyê, yekser piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji aliyê QSD'ê ve çêbûye, ew jî ji tirsa bidawîhatina DAIŞ'ê bû.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – 24'ê Tebaxê şeşemîn salvegera dagirkeriya Tirkiyeyê ya xaka Sûriyeyê ye. Di sala 2016’an de Tirkiyeyê, El-Bab, Idlib, Ezaz û Cerablûsê dagir kir. Ev yek jî piştî ku bajarê Minbicê di 15’ê Tebaxa 2016’an de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin pêk hat.

Li ser vê mijarê ajansa me bi berdevka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Idlibê Hala Hemîco re hevpeyvînek pêk anî.

Li gorî we çima dewleta Tirk piştî rizgarkirina bajarê Minbicê yekser û bi lez û bez herêmên Sûriyeyê dagir kir?

Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve di sala 2011`an de ji bo daxwazên adil, dewleta Tirk bi îdiaya ku rizgarkerê gelê Sûriyeyê ye û piştevanê şoreşa Sûriyeyê ye, destwerdan kir lê di rastiyê de destwerdana wê ji bo dagirkeriyê bû, ev bû ya ku şoreşa Sûriyeyê veguherand qeyraneke demdirêj. Tirkiyeyê ji bo rewakirina hebûna xwe ya li xaka Sûriyeyê, çeteyên kirêt bi kar anîn. Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, dewleta Tirk ji tirsa ku QSD herêmên mayî yên di bin destên çeteyan de rizgar bike û piştî serkeftina hemleya rizgarkirina Minbicê, dest bi pêngavên nû bike, li Ezaz, Idlib û El-Bab komên çete bi cih kirin. Tirkiye û çeteyên bi navê Artêşa Azad bêyî ku li wan deveran şer û pevçûn rû bidin, ketin navçeyên di bin kontrola DAIŞ'ê de wek El-Bab, Idlib, Ezaz û Cerablus û ev yek piştrast dike ku di navbera her du aliyan de peymanek pêk hat û her wiha piştrast dike ku yê DAIŞ'ê heyî kiriye û destek ji aliyê lojîstîk ve li Sûriyeyê piştgirî daye Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê piştî bidawîhatina DAIŞ’ê dewleta Tirk rasterast mudaxele kir. Hevpeymana navdewletî serkirdeyên DAIŞ'ê wek Ebû Bekir El-Bexdadî li navçeyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn dagirkirin kuştin û ev baştirîn mînaka hembêzkirina Tirkiyeyê ya terorê ye.

Tirkiye ji bo ku destwerdana xwe ya rasterast li Sûriyeyê veşêre, çawa çeteyên kirêt bi kar tîne?

Tirkiye ji bo ku bigihîje armancên xwe yên tirkkirina herêmê, çeteyan bi kar tîne. Îro ziman û diravê tirkî tê ferzkirin û diravê Sûriyeyê ji holê radibe. Tirkiye bi bikaranîna çeteyên kirêt leşkerên xwe tevli van şeran nake. Siyaseta dewleta Tirk di dosyeyên cuda yên ku destwerdan di wan de kiriye weke Lîbya û şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de ev e.

Rewşa jinan li bajarên El-Bab Ezaz û Idlibê çawa tê nirxandin?

Rewşa jinên li El-Bab, Idlib û Ezazê pir xerab e. Jin ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in. Tu ferq di navbera dagirkirina Tirkiyeyê û çeteyên wê û dagirkirina DAIŞ’ê de ji bo bandoreke felaket a li ser jiyana jinan tune ye. Ew heman rêbazên kuştin, revandin, destavêtin û zewaca di temenê biçûk de dimeşînin. Tecawiz, kuştin û revandin hê jî rastiya herêmên dagirkirî ye.

Çi bandor li civaka Ezaz, El-Bab û Idlibê kir û ev bandor dê di demeke dirêj de çiqas xeternak be?

Tevahiya civakê ji ketina çeteyên ku talan, revandin û destavêtinê pêk tînin bi bandor bû. Fikra ku li ser gel ferz dikin, wê bandorê li pêşeroja gelan û nifşên ku di vê serdemê de dijîn bike. Tirs heye ku zarok û ciwan ji kiryarên çeteyan bi bandor bibin. Ger rewş wiha bidome, encam dê giran bin.

Ji bo bidawîkirina siyaseta Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê çi ji civaka navnetevî tê xwestin?

Weke partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kur û keçên Idlibê divê em li hemberî kiryarên Tirkiyeyê bisekinin. Axa me axa şehîdan e, em rê nadin ku Tirkiye bikeve axa me, ji ber ku ew welatekî dagirker û terorîst e ku kuştin, koçberkirin û destavêtinê dimeşîne û hê jî binpêkirinên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Divê civaka navneteweyî dawî li binpêkirinên dagirkeriya Tirk bîne. Welatên ku piştgiriya Tirkiyeyê dikin divê dev ji piştgiriya wê berdin ji ber ku ew bi hedefgirtina sivîlan, bi taybetî jin û zarokan tawanên şer dike.