“Tirkiye dewlemendiya Lîbyayê talan dike”

Bertekên li ser peymana ku derfet dide Tirkiye di destpêka meha Cotmehê de bi Lîbyayê re lêgerîna gaz û petrolê bike, berdewam dikin. Pispor balê dikişînin ser qeyranên ku dê bi peymanê re çêbibin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî - Peymana Tirkiyeyê ya der barê lêgerîna gaz û neftê ya di destpêka meha Cotmehê de bi Lîbyayê re îmze kir, bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî, weke binpêkirina hiqûq û peymanên navneteweyî hat redkirin.

Seroka Meclisa Nûneran a Lîbyayê Musteşar Aqîla Salih di daxuyaniya xwe ya fermî de destnîşan kir ku her peymana navneteweyî ya ji aliyê Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ku dema wî bi dawî bûye ve hatiye îmzekirin û li dijî hiqûqê ye û ragihand ku muxtiraya peymana ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye îmzekirin red kiriye.

Misir û Yewnanistanê ragihandin ku vê peymanê red kirine û ragihandin ku li dijî her çalakiya li herêmên bi îxtilaf ên Rojhilata Navîn in, Yekitiya Ewropayê jî diyar kir ku muxtiraya peymanê red kiriye.

"Tirkiye li ser hikûmetên qels kedxwariya xwe didomîne"

Lêkolîner û seroka Navenda Lêkolînên Jinan a Washam ya li Lîbyayê Abeer Amneina der barê vê peymanê de axivî, diyar kir ku Tirkiye bi kedxwarîkirina hikûmetên qels hewl dide dewlemendiya xwe kontrol bike. Abeer Amneina wiha got: "Ji ber lawazbûna Meclisa Nûneran a Lîbyayê li ser asta herêmî û navneteweyî û qelsiya Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ya Trablusê ya li dijî dewleta Tirk peyman ket meriyetê. Meclisa Nûneran a Lîbyayê peyman red kir. Ev peyman ji Tirkiyeyê re maf dide ku li ava bejayî yên Lîbyayê ku stokên herî mezin ên enerjiyê yên cîhanê dihewîne, li neft û gazê bigere. Peyman di kontrolkirina petrolê de ji Tirkiyêye re gaveke stratejîk a girîng dide.”

"Aboriya navneteweyî dê rasterast jê bi bandor bibe"

Abeer Amneina diyar kir ku ev peyman dê rasterast bandorê li aboriya navneteweyî bike û qeyraneke navneteweyî ava bike û wiha got: "Tevî ku Yewnanistan peymanên bi vî rengî red bike jî ji ber ku ji Tirkiyeyê re rehendek stratejîk û li herêmê hêzek aborî ya balkeş dide qezenckirin dê bandorê li hinek welatan bike û ji bo welatên din jî gef e.”

"Ne peyman e teslîmiyet e"

Çalakvana siyasî Asmaa Fadlallah jî diyar kir ku peyamana Tirkiyeyê ya bi Hikûmeta Yekitiya Neteweyî re pêk aniye, li dijî hiqûqa navneteweyî û hiqûqa deryayê ye û wiha axivî: “Hikûmeta ku Lîbyayê bi rê ve dibe di warê rêveberiyê de gelek kêmasiyên wê hene. Her peymana ku di vê heyamê de ji aliyê hikûmeta yekitiya neteweyî ve were kirin, ne weke peymanek, wekî teslîmiyetek e bê qebûlkirin. Tirkiye aliyek e ku ji bo dewlemendiya Lîbyayê talan dike, hewl dide li Lîbyayê bêîstîqrariyê çêbike.”

Ev peyman dikare rageşiyê zêde bike

Li gorî pisporan ev peyman ji alipyê siyasî ve, bi taybetî piştî qeyrana li Giravên Egeyê rageşiya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de, li aliyê din jî di navbera Tirkiye û Misrê de, zêdetir bike. Pisporên ku di aliyê aborî de jî analîz dikin, diyar dikin ku Tirkiye bi xelaya enerjiyê re rû bi rû ye û ji ber wê jî Enqere dê hewl bide ji qadên neft û gazê para xwe bigire û didin zanîn ku Tirkiye jî hewl dide mîqdarek herî zêde petrol û gaza xwezayî ji bo xwe bixe bin temînatê. Pispor bal dikşînin ku Tirkiye ji hebûna siyasî û leşkerî ya li axên Lîbyayê hewl berjewendiyan bi dest dixe.