Tara Hisên: Ger jin pêşengî nekin demokrasî pêk nayê

Cîgira hevseroka Tevgera Azadî û Komeleya Kurdistanê Tara Hisên rojeva siyasî sala 2021’an û tayîbetî bûyerên bandor li siyaseta herêma Başûrê kurdistanê û Iraqê kirine, pêre jî çalakiyên jinan nirxandin û diyar kir ku di vê salê de jinan gelek destkeftiyên girîng bi dest xist lê belê ya girîng ewe ku yekrêziya jinan hîn zêdetir bihêz bibe, ji ber yekrêziya jinan dikare sala 2022’an bike sala gihîştina armanc û pêşîlêgirtina tundîtûjî û dagirkeriyê.

TEWAR PÊNCEWÎN
Silêmanî- Sala 2021’ê bûyerên siyasî û civakî bi taybetî dagirkerî û destwerdana dewleta tirk di nava herêma Başurê Kurdistanê de rasterast bandora li ser jinan kir û li darxistina hilbijartinên encûmena nûnerên Iraqê û derbaskirina ji sedî 25 kotaya jinan, jina serkeftinek berbiçav bi dest xist. Cêgira hervseroka Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Tara Hisên di hevdîtinek taybet a ji ajansa me re der barê bûyerên sala 2021’ê de qewimîne bandor li siyaseta herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê kirine pêre jî çalakiyên jinan ên bi bername hatine organîze kirin û rola jinan di avakirina rojevên siyasete de nirxandinên giring kir 
“Di nava salê de bi pêşangiya jinan gelek çalakî hatin lidarxistin”
Tara Hisên despêkê bal kişand ser hilbijartinên çend meh berê li Iraqê hatin lidarxistin û got: “Di sala 2021’ê de di hilbijartinan de jinan dikaribûn rewşa siyasî û nerazîbûnên hemwelatiyan hem weke berendam hem jî weke dengdêr pêşketinên jinan di hilbijartinê de derket pêş. Her wiha îsal rêxistinên civaka sivîl rolên gel baş girtin ser milên xwe û ji bo pirsa jinan çavdêriyek baştir hebû, yek ji mînaka herî girîng ku ji hemû jinên rastî tundiyê hatin re bûye hêvî bûyera Sêwan Qadir bû ku di rûniştina 17 ya dadgehê de her tim rêxitinên jinan amade bûn heta ku tewanbar hat cezakirin ev yek ji ew jinên rastî tundîtûjiyê hatine re bû hêviyek.” Tara Hisên da zanîn ku herî zêde çalakiyên jinan di sala 2021’ê de hatin lidarxistin û navxweyî ya herêma Kurdistanê li hemberî jinan astengî çêkir, gelek jin hatin girtin sedemê wê jî êrîşên dewleta tirk, destwerdana navxweyî ya li herêmê bû li beramberî vê yekê tu caran jinan dest ji çalakiyên xwe berneda û wiha domand: “Bi pêşangiya jinan gelek çalakî hatin lidarxistin û bi vê yekê ve girêdayî me gelek qurbanî dan, kuştin û xwekuştin zêdebûn û gelek behsa pêşketinên jinan hat kirin.”
“Dewleta tirk du operasyonên berfireh li ser Başûrê Kurdistanê pêk anî”
Tara Hisên bi lêv kir ku dagirkeriya dewleta tirk pirsek siyasî û rojevek girîng a Başûrê Kurdistanê ye. Di sala 2021’ê de du caran dewleta tirk operasyon li dijî xaka Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, ya yekem di meha Sibatê de dewleta tirk êrîşî çiyayê Garê kir dema di nava heftiyekê de dewleta tirk têkçûn neçar ma paşve zivirîn. Cara duyemîn jî di 23’ê Nîsanê de operasyonek berfireh li ser çiyayê Metîna, Heftanîn û Zapê û herêma Behdînanê da destpêkirin û dewleta tirk rastî berxwedaniyek bêhempa ya gerîlayên Tevgera Azadiyê ve hatin û wiha got: “Yên ku pêşengî ji xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî dagirkeriyê kirin jin bûn û me rola wan dît. Di demek ku rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê wisa lê hatiye ku bêyî îradebûn û bê hêvî bûn di nava civakê de li beramberî desthilatê çêbû, vê yekê wisa kiriye ku desthilatdar xwe teslîmî dagirkeran kiriye. Civak jî bêhêvî dibin û neraziya xwe nîşan didin lê belê bi vê ve jî girêdayî jinan rola xwe di vê yekê de lîst nimûneya berxwedana jinên Şengalê ku li pêşiya rêketin û êrîşan sekinîn bûn.”
“Kongreya diyaloga Kurdî Erebî bi ser ket”
Di 11’ê Kanûna 2021’ê de kongreya diyolaga Kurdî Erebî ya serkeftî li Bexda ya paytexta Iraqê hat lidarxistin û Tara Hisên beşdarî kongreyê bû, der barê naveroka kongreyê de wiha got: “Pêşvetir tu hêzên siyasî ji derveyî berjewendiyên xwe behsa tiştek wisa nedikirin û akademîsyen jî behs nedikirin lê belê xweşbextê civakê rêxistinên bi berhem fikr û projeya çareseriyê li Iraqê kongre li dar xistin û jin jî bê cudahiya netew, ziman û bawerî beşdar bûn û bi hev re biryar û xwedî hemahengî bûn ji bo gihandina armaca xwe pêşengî kirin. Yek ji biryarên kongreyê jî hebûna jinan di projeya demokrasiyê de bû, ji ber dema jin pêşengî nekin demokrasî çênabe.”
Di salvegera Şengalê de Ggirtina sê jinên çalakvanan 
Tara Hisên bi bîr xist ku ji derveyî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk, êrîşên desthilatdariya navxweyî hene li dijî ferhengî, çandê, siyasî û perwedeyê û aliyên din. Di van navendan de jî jin weke qurbaniyên yekem dibînin û girtina sê jinên çalakvan di salvegera êrîşên li ser Şengalê de ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin girtin û wiha domand: “Aqilê desthilatdariya herêma me dem hatiye ku guherîn tê de were çêkirin û jin pêşengî ji guherîna aqilê mêrsalarî û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bikin, ev jî bi têkoşînê çêdibe.”
Pêşniyarên ji bo pêşengiya jinan di sala nû de  
 
Cêgira hevseroka Tevgera Azadiya komela Kurdistanê Tara Hisên bal kişand ku dem hatiya jin werin gel hev û her wiha ji bo kongreya Bexdayê ya ku dê di sala 2022’an de pêk were kar bikin da ku bigihîjin armanca xwe û wiha got: “Ya girîng ew e ku em ji dagirkeran re bibêjin hûn xaka me naparêzin û ji desthilatdariya navxweyî re jî bêjin ku tu nikarî bi çavên namûsê li jinên çalakvan û siyasetmedar temaşe binêrî û pêşî li wan bigrî. Li gorî min jin dikarin vê yekê bikin da ku aqilê mêrsalarî ji nava partiyê der bikin.”