Tara Hisên: Divê Xweseriya Şengalê bê nasîn

Hevseroka Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Tara Hisên a li ser fermana 74’an a li ser civaka Êzidî axivî, destnîşan kir ku civaka Êzidî bi pergala xwe ya Rêveberiya Xweser birînên xwe yê fermanê dikewîne û got divê xweseriya Şengalê bê nasîn.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Beriya 9 salan di 3’ê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an li ser gelê Êzidî hate pêkanîn. Hêzên wê demê kaşo ji bo parastina Şengalê li heremê bi cih bûbûn ango PDK’ê û artêşa Iraq’ê bêyî ku gelê Êzidî bi parêzin ji herêmê reviyan û herêm radestê çeteyên DAIŞ’ê kir. Bi vê fermana 74’an re komkujiyek mezin li Şengalê pêk hat bi hezaran jin û zarok dil hatin girtin û qetilkirin. Civaka Êzidî ya piştî fermanê bi têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ’ê di sala 2016’an de bajarê Şengalê bi temamî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, bi avakirina pergala xwe ya Rêveberiya Xweser him di aliyê leşkerî de him jî di aliyê siyasî de hebûna xwe diparêze û birînên xwe yên fermana 74’an dikewîne.

Hevseroka Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistan Tara Hisên a bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 74’an ji ajansa me re axivî bal kişand girîngiya Rêveberiya Xweser a Şengalê di warê parastina hebûn û nirxên civakê de û ji bo bi fermî naskirina Xweseriya Şengalê bang kir.

‘PDK’ê neparast!’

Tara Hisên bal kişand ser êrişên DAIŞ’ê yê li ser Şengalê û got: “Her çende hêzên DAIŞ hêzek dirinde bûn, lê belê hêzên PDK’ê dikarin xelkê Şengalê bi parêzin. Divê hemû Êzidî vê rastiyê bizanin ku destê PDK’ê di vê komkujiya beramberî Êzidiyan û qirkirina jinan de hebû. Lêdan û êrîşa beramberî jinan yek ji bingehê dagirkeriyê ye. Lêdana jinan weke armanca xwe dibînin, ji ber bingehê modernîteya sermayedar ji jinê destpê dike. Ji ber wê DAIŞ’ê hêjmarek zêde ya jinan revandin û heta niha jî piraniya wan di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.”

Banga naskirina Xweseriya Şengalê

Tara Hisên destnîşan kir ku civaka Êzidî yê piştî fermana 74’an bi pêşengiya jinan têkoşîna xwe xurttir kir û pergala xwe ya rêveberiya xweser ava kir û wiha domand: “Niha jinên Êzidî bûne pêşengê jiyanek azad. Erkê hemû hêzên siyasî bi awayek fermî naskirina xweseriya Şengalê ye. Hemû qirkirina li beramberî Êzidiyan dikeve qalibê komkûjiyê. Lê belê piraniya dewletan ev komkûjî hîna bi awayek fermî nas nekirine. Ev jî tê wê wateyê hemû ew dewletin destên wan di nava vî sûcî de ye, rojane çavê xwe li hemû binpêkirinên beramberî Kurdan di neqenîn û bêdeng in. Ji ber berjewendiyên xwe bêdeng dimînin.” 

Tara Hisên di dawiya axaftina xwe de bibîr xist ku civaka Êzidî bi pergala xwe ya Rêveberiya Xweser hebûna xwe diparêze û ji bo bi fermî naskirina Xweseriya Şengalê bang kir.