Tamara El-Hedad: Plana Trump hewldana diyarkirina xetên nû yên Rojhilata Navîn e
Di nava şerê tunekirina Xezayê de"Plana Aştiyê ya Trump” derket holê. Ev plan, ji bo ji nûve xêzkirina hevsengiyên Rojhilata Navîn û mîsogerkirina çareseriyek mayînde ya ji bo nakokiyên Filistîn-Îsraîlê, mîna hewldanek nû ya Emerikayê hat pêşkêşkirin.

NEXEM KERACÊ
Xeza – Plana ku di dawiya Îlona 2025’an de ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump ve hat ragihandin, ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê, vekirina rê ji bo ji nû ve avakirinê û li Rojhilata Navîn avakirina asoyek siyasî ya berfirehtir, çarçoveyek bi îdîa datîne holê. Lê belê, serkeftina wê bi mekanîzmayên pêkanînê, hevsengiya temînatên navneteweyî û herêmî û şiyana aktorên herêmî ya li ser rojek piştî şer bi hev bikin ve girêdayî ye.
Analîsta siyasî Tamara el-Hedad, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
Tamara El-Hedad, diyar kir ku pêşniyar bi qonaxan hat û got: “Qonaxa yekem daxwaza berdana hemû rehîneyên Îsraîlê û piştre riya ewlehiyê yan jî riya siyasî tê. Ger riya ewlehiyê were şopandin an Îsraîl wê zexta leşkerî bidomîne yan jî DYE zextê bike ku agirbestek pêk were; di her du rewşan de jî di bidawîkirina şer de garantorê Emerîkî dê aktorê herî diyarker bimîne. Li gorî metna ragihandina planê, ev tişt cih digrin; piştî qebûlkirina aliyan bi awayekî lezgîn rawestandina şer, piştî agirbestê di nava 72 saetan de berdana hemû rehîne û cenazeyan, li hemberî mahkûman berdana girtiyan, operasyonek bêçekkirinê ya di bin çavderiya navneteweyî de, ji bo avakirina ewlehiyê şandina hêzeke navneteweyî ya demkî û pêvajoyeke ji nû ve avakirinê ya berfireh ku di medyayê de wekî 'Xezaya Nû' tê binavkirin, ji bo binesaziyê, dibistan û nexweşxaneyan ji aliyê aktorên navneteweyî ve bi beşdariya Ereban bê fînansekirin.”
Analîza Stratejîk
Tamara El-Hedad, der barê analîza stratejîk a planê de wiha axivî: "Xalên bihêz ên însiyatîfê, bi kapasîteya pêşkêşkirina teşwîqên hevseng ve girêdayî ye xelatên tavilê (di berdêla bidawîanîna bombebaranê de berdana rehîneyan), mekanîzmayek kontrola leşkerî ya demkî bi riya hêza navneteweyî û sozên ji nû ve avakirinê li ser bingeha temînatên herêmî. Ger ev yek bi awayekî zelal û bi çavdêriya bi bandor werin bicihanîn, dikarin pêşî li hilweşîna mirovî bigrin û vegerandina şert û mercên rûmeta sivîl misoger bikin. Bi vê yekê re di pêkanîn û qanûnîbûnê de valahiyên mezin hene; mekanîzmaya bêçekkirinê û di aliyê şêwaza teknîkî û siyasî de pirsên tevlihev derdixe holê û ne diyar e ku ger saziyên siyasî û civakî yên herêmî di bin pergaleke îdarî ya demkî de bin dê çi bibe."
Tamara El-Hedad, bi van gotinan axaftina xwe domand: “Di asta rîskê de, rastî nîşan dide ku qebûlkirina vekişînek qismî ya Îsraîlê yan jî destnîşankirina xeta vekişînê, nayê wateya bidawîbûna vekişîna demildest an jî zexta leşkerî ya piştî wan bûyeran. Li aliyê din, baskên berxwedanê yan jî hucreyên çekdar dikarin ji bo bêçekkirinê rayeya navneteweyî red bikin; dê ev jî pêşî li îhtîmala parçebûna desthilatdariya herêmî û kûrbûna kaosê vedike. Lewma gelo wê kîjan dewlet û sazî bibin garantor tevbigerin û ji bo mîsogerkirina agirbestek girîng rolek bilîze?.”
‘Plan hewceyê zelalkirina danûstandin û mekanîzmayan e’
Tamara El-Hedad, di aliyê aborî û mirovî de jî wiha got: “Ji nû ve avakirina bazar, avakirina mal, nexweşxane, dibistan û binesaziyê, ji bo jinên Filistînî yên hewce ne, hêviyek rast e. Bêyî pêvajoyek avakirinê ya domdar û piştgiriya darayî ya navneteweyî û Ereb, aramiya domdar nayê bidestxistin û welatî dê stargeh an ewlehiya aborî ya ku dê piştgiriyê bide berxwedana wan hîs nekin. Dewletên Ereb li vir roleke dualî dilîzin. Ji bo ewlehîkirina pêkanînê pêdivî bi teahûda siyasî û ji bo qonaxa ji nû ve avakirinê jî pêdivî bi malî heye. Di pejirandina hinek hêmanên planê yan hevkariya bi mekanîzmayên navneteweyî re, wê bi taybetî pejirandina hinek hêmanên a Hamasê diyarker be; di rojên dawî de piştî pejirandina pêşîn a Hamasê ya ji bo mîsogerkirina agirbestê û destpêkirina ji nû ve avakirinê, zextek tund a Ereban hat dîtin.”
Tamara El-Hedad, fikarên xwe yên der barê “Plana Trump" de anî ziman û axaftina xwe wiha domand: “Hewce dike ku mekanîzmayên bicîhanînê ji bo hinek bendan danûstandin bikin û bigihîjin çareseriyeke siyasî. Pêwistî bi lihevkirinek navxweyî ya Filistînî, zexta ji civaka Ewropî û gihîştina di nava Îsraîlê de heye ku bi rastî jî îradeya bidawîanîna şer û bidestxistina aştiyek rastîn deynîn holê.”
‘Plan çareseriyek bê sêhr nîn e’
Analîsta siyasî Tamara El-Hedad, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Plan çareseriyek bê sêhr nîn e; berovajî vê yekê, pêvajoyeke tevlihev e ku pêdivî bi lihevhatina guherbarên xwecihî, herêmî û navneteweyî heye. Dema digihîje xalek dikare bê pêkanîn, hewceyê pêkanîneke pratîkî ye ku mafê gel ji bo ewlehî û rûmetê mîsoger dike. Însiyatîfa Îlona 2025’an, ji bo rawestandineke demkî û rizgariya mirovî, derfetek kêm pêşkêş dike û dikare pencereyek ji nû ve avakirinê di warê bazar û têkiliyên herêmî de veke; lê serkeftina wê bi mekanîzmayên zelal ji bo verastkirina bêçekbûnê, temînatên navneteweyî yên tên pêkanîn û her wiha jêhatibûna civaka Filistînî ku bigihîje lihevkirinek navxweyî, mirov çawa dikare rêveberiya piştî şer birêve bibe ve girêdayî ye. Ger ev temînat têk biçin an jî çavdêriya navneteweyî qels bimîne, wê plan veguhere peymanek qels û çerxa tundiyê ji nû ve biafirîne."