Siyasetmedareke Tunisî: Em hewldidin destkeftiyên xwe vegerînin

Piştî deh salan piştî şoreşê, metirsiyên jinên Tunisê neman êdî li riyên vegerandina destkeftiyên xwe digerin.

Zouhour Mechergui

Tunis- Piştî 12 sal li ser şoreşa Tunisê derbasbûn, jinên Tunisê hîne riya xwe bi hêz ber bi danîna zagonên nû ji bo mafên xwe cemidî vegerînin berdewam dikin.

Tevî hemû astengiyên di riya jinên Tunisê de, ew bi kedên xwe kesayetî ji bo pêşerojek baştir berxwe didin û têdikoşin ku bi azadî mafên xwe bistînin, bêyî ji çavdêriya civakî, mêr û siyasetê bitirsin.

Jin û keçên di xwepêşandanan û nerazîbûnan de ji sala 2011 an di rêze yekem de bûn xewna xwe ya pêknehaî rakiribûn, ew ta îroj hîn di rêzên yekem de berxwe didin ku destkeftiyên bi xwîn û qurbaniya xwe dijî hemû tundiyê bidestxistibû vegerîne, ew soz didin ber bi rêgeha dadwerî, wekheviya temam rastî di civakeke mêr misgohynism sewer dike de dimeşin.

Seroka şaredariya Sîdî El-Beşîr û çalakvanan siyasî Tunisî; Hinda Abaas dibêje: Karê jinan siyasî berî sala 2011 an, tenî di partiyek siyasî de bû ( Kombûna Makzagonî Azad), di nebûna pirdengiya hizbî de beşdarbûna jinan ketonî bû, di çarçoveyek vala hîs nedikirin ku ew di warê siyasî de ji hêmanên bi bandor in. Ta şoreşê destpêkir, demokrasî çêbû û pişt da beşdarbûna siyasî ya jinan di partiyan û civakê de di çarçoveyek pirdengiya pratî û girîngiya demokrasiyê ji bo xurtkirina rola jinan di jiyana siyasî de.

 Ew diyar dike: Ketina jinan nava şaredariyên niha piştî hilbijartinên 2018an ku ew yekemîn hilbijartinên rastî di Tunisî de bûn, ew di encama keda jinan li ser asta komele û rêxistinên civakî de hat, banga wan ji bo jin cihê xwe di navendan de bigirin bû û nûnertiyan jinan di perleman û şaredariyan de jî bilind bikin bû.

Wê destnîşan kir û got: Rêgeha têkoşênê di zagonên cuda de diyar bû, rê da jinan ku bi xurtî di perlmanê de hebe zagona hlibijartinê avakir ku hebûna xwe di perlemanê de sala 2014 an de xurtkir, tersî sala 2011an di perlemana yekem de rêjeya jinan 19% derbas nekiribû.

Hinda Abaad tekez dike, dibêje: Biryara wekheviyê wê demê rêjeya jinan di perlemanê de 30% sala 2014an de zêde kir, di sala 2019an de ew amadebûn bi heman zagonê xurtbû daxwaze bêhtir jî bû bi riya guhertina zagona hilbijartinê sala 2018an de, li ser hemû partiyan hate ferzkirin ku wekhev jinan û mêran hilbijêrin, cara yekem di dîroka Tunisê de amadebûna jinan di şaredariyan de 40% derbaskir.

Têkildarî dengên jinan ku windakirina hin destkeftiyên van salên dawî, di nav de teqandina prensîba hevsengiyê ya di qanûna hilbijartinê ya dawî de, wê diyar kir ku bingeh parastina destkeftiyên cuda yên di encama têkoşînê de piştî guherandina zagonên ku li dijî zîhniyeta zilamê mêtînger têdikoşin, ji bo temsîliyeta jinan di qadên cuda de bê misogerkirin û mafên wan ên di vî warî de bên piştgirîkirin. Piştî 25ê Tîrmehê, makzagonek nû hat danîn û guhertinên zagona hilbijartinan sala 2014an de, ji bo têkbirina prensîba hevsengiyê, bandoreke neyînî li rewşa jinan kir di hilbijartinên niha yên parlamentoyê de (gera yekem heta gera duyem), ku taybetmendiyên wê li gorî hebûna wan di hilbijartinan de lawaz bûn, nîşan da ku rêjeya ne ji 5% zêdetir ji bo beşdarbûna aktîv xurt ji bo jinan nîşaneyên metirsîdar e.

Rola komeleyên jinan û rêxistinên ji mafên jinan re piştgir, niha bi riya xebata hevbeş di projeyek hevbeş û armancek diyar ji bo vegerandina destkeftiyên tevgera jinan diyar dibe.

Ew dibêje: Em weke jin, pêwîst e em daxwaza xurtkirina mafên xwe bikin, lê îro em ji bo vegerandina mafên xwe têdikoşin weke ku ji 0 de em destpêdikin. Em çalakvanên warê siyasî, jinan, mafnasî û aktîvên di rêgehek nû de ne daku windahiyên xwe vegerînin, çênabe em jin ji mafên xwe di hebûna di şaredariyan û perlemanê de bêparbimînin.

Hinda Abaas bang li hemû komeleyên jinan aktîv di Tunisê de dike ku derdora armancekê bibin yek, di serî de parastina destkeftiyên mayî û vegerandina yên çûyî. Tevî hemû têkoşînê, lê tirêna wekheviyê neghêştî asta jin dixwazin, hîne gelek gav ber bi pêkanîna wekheviya zayendî de hene.

Ew derfetên kar bo mêran tenê rexne dike, her wiha keda jina di kar de jî nayê pîrozkirin: herdu jin û mêr heman karî dikin, lê pereyên jin digrin kêmtirin, ji ber ku hişmendiya nêr dibêje ku jin nemecbûre mesrefa malbata xwe bide, tenê mêr mecbûre, li gor viya pereyan parvedikin, ne li gorî kêrhatî û kedên herdu zayend pêşkêş dikin.

Derbarê çawaniya pêkanîna wekheviyê, dibêje: Mijar hişyariyek jinan pêwîst dike, ew jî bi xwe pirsgirêkeke, dema jin ji hundir ve bi wekheviya xwe bi mêr re nebawer be, ew mafê jinê di zagonê de diyar e ku têkoşîna jinên Tunisê nivîsandî ye. Ji mafê jinê ye daxwaza pêşxistina rewş û mafên xwe bike, li dijî têkbirina destkeftiyên wan ku bi tenê bidestxistine raweste, ev yekem riya hişyariyê û guhertinê ye.

Seroka dayîra şaredariya Sîdî El-Beşîr û çalakvana siyasî Tunisî; Hinda Abaas, di dawiya axaftina xwe de, banga yekgirtina dengê jinan kir, bi armanca guhertina rasteqîn û vegerandina destkeftiyên têkoşîna deh salan: divê em piştgiriya hev bikin ku di têkoşîna xwe ber bi pêşerojek baştir ji bo hemû jinên Tunisê de biserkevin.