Siyasetmedara Mexribî: Wekhevî tenê kota nîne
Li Mexribê jin, tevî naskirina destûrî ya wekheviyê jî, ji ber domandina çandeke kevneşopî ku paşguhkirinê didomîne û ji ber temsîliyeta kêm, pirsgirêkan dikşînin.

HENAN HERÊT
Mexrib – Qada siyasî ya Mexribê şahidiya veguherînên girîng dike. Ev veguherîn, valahiyên di navbera gotinên reformîst û pratîkên rastîn ên partiyên siyasî de, aşkara dikin. Tevî ku jin dirûşmeyên demokrasî û beşdarbûnê bilind dikin jî, di gihîştina cihên biryardanê de bi dijwariyên berdewam re rûbirû dimînin. Her wiha tevî destkeftiyên ku di salên borî de bi riya sîstema "kotayê" jî bi dest xistine.
Aktîvîsta siyasî, parlamentera berê û endama ofîsa rêveberiyê ya Tora Parlamenterên Jinên Ereb (Ra'idat) Fatimê Mazî li ser ezmûna Mexribê ya bi kotayên jinan, dersên ji ezmûnên navneteweyî hatine girtin û mekanîzmayên ji bo bidestxistina temsîliyeta jinan a berfireh û domdar axivî. Fatimê Mazî tekez kir ku qada siyasî ya Mexribê rewşek bendewariyê û bêaramiyê dijî.
Mexrib bi krîza baweriyê re dijî
Fatimê Mazî destnîşan kir ku partiyên di hevpeymaniya hikûmetê de ji bo mîsogerkirina mayîna xwe ya li ser desthilatdariyê ne, di şûna ku balê bikşînin ser pirsgirêkên rojane, zû ketine pêşbirkekê û got: "Muxalefet jî di nav tevliheviyê de asê maye û nikare alternatîfên zelal formule bike. Ev yek bûye sedem ku çavdêriya rastîn a performansa hikûmetê ji welatiyan bi xwe bi rêya medyaya civakî û medyaya serbixwe were kirin. Ji ber ku xelk nerazîbûna xwe li hember bilindbûna bihayan, qeyranên civakî yên li pey hev û ragihandina fermî ya qels nîşan didin. Mexrib niha bi "krîza baweriyê" ya di navbera kolanan û çalakvanên siyasî de re rûbirû ye. Ji ber pelweşînên têkildarî hin endamên şaxa rêveberiyê zêde bûye. Ev jî bûye sedema kûrbûna gumanên li ser pêbaweriya saziyan."
Nûnerên jin jêhatîbûna xwe îspat kirin
Fatimê Mazî derbarê hebûna jinan a di saziyên hilbijartî de wiha axivî: "Mexrib ji sala 2002'an vir ve êdî sîstema kotayê pejirandiye û 30 kursî di lîsteyek neteweyî de ji bo jinan veqetandine. Ev gav wek dîrokî hate hesibandin. Ji ber ku jinên Mexribê tevî gumanên ku bi ceribandina yekem re hebûn, bi riya xebata parlemanî û çavdêriya polîtîkayên giştî, jêhatîbûna xwe îspat kirin. Ev jî, baweriya bi performansa wan xurt kir. Bi Destûra Bingehîn a 2011'an a ku wekheviya zayendî di xala 19'an de destnîşan kir re, kota ji bo jinan bû 60 kursî û ji bo ciwanan bû 30 kursî. Bi saya vê kotayê, hejmara kursiyên bi piştgiriya erêkirinê, gihîşt 90 kursiyan. Lê hin pirsgirêk jî hebûn, bi taybetî astengkirina nûnerên jin ên ku bi rêya lîsteya neteweyî ketin hilbijartinê, ji bo cara duyemîn bi heman formulê berbijêr bûn. Ev yek piştî ezmûnek kurt hişt ku gelek kes berê xwe bidin navçeyên hilbijartinê yên herêmî."
Zêdebûna hejmara parlamenterên jin
Fatimê Mazî tekez kir ku di hilbijartinên 2016'an de, lîsteya ciwanan ji bo mêr û jinan jî peyda bû, ev rê da 20 jinên ciwan bikevin parlementoyê. Bi vî awayî hejmara giştî ya parlamenterên jin gihîşt 81’an. Di hilbijartinên 2021'an de, lîsteya neteweyî hate betalkirin û li şûna wê lîsteyên herêmî li 12 herêman hatin belavkirin. Partî ji jinan dixwazin di rêza yekem de bin. Ev bû sedem ku hejmara parlamenterên jin bighê 96'an.
Ji cudakariya erênî ber bi wekheviyê ve
Tevî van destkeftiyan, Fatimê Mazî diyar kir ku hebûna jinan di nav civakên herêmî de pêşkeftineke girîng nedîtiye û ev yek pirsên li ser şiyana kotayê ya teşwîqkirina jinan a ji bo ku bi mêran re li ser bingehek wekhev pêşbaziyê bikin, derxist holê. Fatimê Mazî wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di axaftina şahane de bi berdewamî banga xurtkirina temsîliyeta jinan di parlemento û encumenên herêmî de hatiye kirin. Jin niha ji sedî 30 zêdetir herêmên welêt û bi qasî ji sedî 27 rêveberiyên herêmî pêk tînin. Îro dijwariya rastîn di derbasbûna ji cudakariya erênî ber bi wekheviya rastîn de ye. Jin bi riya jêhatîbûn û ezmûnê, bi riya mekanîzmayên piştgiriya yasadanînê dighîjin cihên biryardana siyasî."
‘Mexrib dikare ji ezmûnên welatên din îlhamê bigre’
Fatimê Mazî derbarê dersên ji ezmûnên welatên wek Tûnis û Ruwanda hatine girtin de wiha axivî: "Mexrib dikare ji van ezmûnan îlhamê bigre, dema ku taybetmendiyên xwe li ber çavan digre. Bidestxistina temsîliyeta jinan a ji sedî 30 îradeyek siyasî ya bihêz û reformên hilbijartinê yên bi baldarî hewce dike. Di nav de ji nû ve nirxandina pergala navçeyên hilbijartinê jî heye. Ezmûnên berê wek ên li Tûnisê nîşan dane ku pejirandina navçeyên mezintir rê dide temsîliyeteke berfirehtir û wekhevtir. Dema ku navçe ji 10 kursiyan kêmtir hebin û bi pejirandina qaîdeya alternatîfkirina mêr û jinan, jin di hin ceribandinan de dighîjin rêjeyên beşdariyê yên teşwîqker ên heta ji sedî 41’an."
‘Hewcedarî bi berfirehkirina çarçoveya hilbijartinan heye’
Fatimê Mazî pêşniyar kir ku çarçoveya hilbijartinê berfirehtir bibe, ji bo navçeyên herêmî ku di navbera 15 û 25 kursiyan de pêk were. Fatimê wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ev yek dê bi awayekî xwezayî û bibandor hebûna jinan zêde bike. Divê ev reform bi berfirehtir bi partiyên siyasî re werin nîqaşkirin da ku temsîliyeta jinan ji bilî lîsteyên neteweyî mîsoger bikin. Ezmûn bêhempa ye, ji ber ku destûr jinan hêzdar kir ku rêjeyek temsîliyetê ya ji sedî 63 zêdetir bi dest bixin. Lê bêhempabûna Ruanda ku ji şerekî navxweyî yê wêranker ê 30 sal berê derketiye, di ji nûve avakirina hikûmetê de roleke girîng daye jinan.”
Peyama ji bo partî, civaka sivîl û medyayê
Fatimê Mazî peyamek ji partiyên siyasî re şand û ji wan xwest ku baweriya xwe bi jinan bînin, wan ji bo wergirtina cihên serokatiyê hêzdar bikin û di hilbijartinên herêmî de piştgirîya namzetiya wan bikin. Fatimê wiha got: “Jin dikarin bibandor beşdarî pozîsyonên biryardanê bibin. Her wiha rola civaka sivîl di berdewamiya xebata ji bo pêşxistina mafên jinan û entegrekirina mijarên wekheviya zayendî di polîtîkayên giştî de girîng e. Medya desthilata çaremîn e, divê çîrokên serkeftina siyasetmedarên jin ronî bike û hebûna wan di qada giştî de zêde bike. Wêneyek erênî ya jinan di medyayê de ji bo teşwîqkirina bêtir ku beşdarî çalakiyên siyasî bibin û beşdarî pêşkeftina neteweyî bibin, faktorek girîng e.”