Siyasetmedara Mexrîbî: Baviksalarî pêşî li beşdarbûna siyasî ya jinan digire

Siyasetmedara Mexrîbî Kabîra Şatir anî ziman ku astengiyên li pêşiya jinan a beşdarbûna wan a qada siyasî didome, destnîşan kir ku sedema vê dereng ketina derfetên kirdewar û heyberî ya hebûna rastiya civakî ye.

HANAN HARITE

Mexrib – Li hemû welatan rêjeya beşdariya jinan di parlementoyê de zêde dibe, hîn jî astengiyên li pêşberî beşdariya jinan ya qada siyasetê berdewam dike. Mexrîb yek ji van walatan e. Siyasetmedara Mexribî Kabîra Şatir da zanîn ku divê di partiyên siyasî de hebûna jinan derbikeve holê. Teqez kir ku jin di destpêka damezrandina partiyan de hebûn, lê rastiya civakî li pêşiya pêşxistina jinan di nava partiyan de bû asteng.

Di derbarê astengiyên li pêşiya beşdarbûna jinan di qada siyasetê de siyasetmedara Mexrîbê Kabîra Şatir bersîva pirsên ajansa me da.

*Li gor nêrîna we çima jin heta niha rêveberiya partiyan negirtiye?

Hebûna jinan di nava partiyên siyasî de ji destpêkê hebû, ji ber ku jin nîvê civakê ye, lê bi siya şert û mercên objektîf û sûbjektîf di pêvajoya hebûna rastiya civakê de, pêşketina jinan di partiyan de hate astengkirin. Faktorên paşxistina jinan di her civakekê de cuda ye, li Mexribê jin tevlî tevgera berxwedaniyê di hemû waran dibe. Di salên 40’an de çek vediguhestin, peywendî di navbera hemû aliyan de birêxistin dikirin û pêşerojek baştir hêvî dikirin, lê daxwazên wan hîne bicihnebûne. Rêxistina Yekîtiya Pêşverû ya Jinên Mexribê di Sandîkeya Karsazan de rolekî girîng lîstin, wê demê li ser daxwazên xwe perwerdeya, tendrûstî û welidîna zarokan tekez kirin û zewaca bi gelek jinan re şermezar kirin. Lê belê kêmbûnek mezin ya jinan di pergala rêxistinî ya van partiyan de heye, jin di rêveberiya ofîsên navxweyî, siyasî û encûmenên niştimanî de nîne, ev tişt di partiyên rêveberî û rêveberiyên hikumetê de jî hemane. Tevî ku gelek jinan kartên xwe jî hene lê ew tenê hejmarin dema pêdiviyê de bikartên.

Temsilkirina jinan hat mecbûrkirin

Li gor şertên zagona partiyên siyasî yê di dema dawî de derketî rêjeya hebûna jinan ji sedan 20 derbas nake ew jî asta herî kêm ya nûnertiya jinan e. Bi nirîna min ev gavek bingehîne ji bo qalib bê şikandin û jin hîn bêhtir beşdarî karê siyasî bibin û sûdê ji daneyên derdor bigirin. Ez bi xurtî hişmendiya bi navê Tamexribît rexne dikim, ji ber ku ev têgeh rêveberiya jinan li çiyayên Atlas, gundewaran û deştan tune kir. Ji ber ku jin li hemberî desthilatdariyê û zordariyê şer dikirin. Tevî têkoşîna jinan ya xurt, lê rastiya partiyan karînên jinan kêm dike, hişmendiya mêr zorê li jinan dike ku derveyî pargala partiyan bimîne û pêşketina jinê ya siyasî asteng dike, ango mijar ji girîngdayîna jinê ji cîhana siyasî re kurtire.

Bi xurtbûna rola partiyan di jiyana siyasî de ji sala 1962’an ve, jin tenê kaxezek ya hilbijartinê ne. Belavbûna ne perwerdeya di nava jinan de mijar xirabtir kir û hikumetên li peyhev aramtir kir. Lê bi pêşketina civaka sivîl û mafên mirovan re, nifşên salên 1970 ev dîwarên bilind û nepeniya wan derbas kirin bi mekanîzmaya Kota ya ku dema dawî li gel hemû gelan ji bo piştgiriya jinan belavbûye. Di hilbijartinên zagona dawî li Mexribê, jin ketin encûmenên giştî, navxweyî, herêmî, rûsipiyan û herdu odeyên perlemantoyê jî, ev jî daxwaza komeleyên mafnasî û rêxistinên siyasî yên jinan bû ku jin bibin namzet.

Di nava partiyan de pirsa ku wê jin bikarin berpirsyartiyê rakin bê bersîv hat hêlan

Li gund û gundewaran ji bo jin dengê xwe di hilbijartinan de bi karbînin ew bi kamyonan birin deng danê, lê belê ev tenê weke hejmar bikartê ji bo pêdiviyên zagona partiyan ku têde ji sedan 20 rêjeya kota jinan pêwîst dike. Li vê derê tenê jinan bo hejmar dixin nava partiyan de,mne ji bo karekî baş berhemdar bikin, em dikarin bêjin tevlîbûna jinan rewşa jinan di nava civakê de erênî neguhert, ev jî di aliyên jiyanek cuda de weke siyasî, civakî û çandî bi taybet xuya dike.

*Sedema di rêveberiya partiyên siyasî de cih negirtiya jinên Bakûrî Afrîqa û Rojhilata Navîn çi ye?

Redkirina rêvebirina jinan di partiyên siyasî li Bakûrê Afrîqa û Rojhilata Navîn de vedigere pêvajoyên dîrokê ku têde hişmendiya mêr avabûye. Di çanda devûkî de em dibînin gelek mînakên tundûtujiya civakî li dijî jinê heye, tevî ku wan jinan kar û aboriya herêmê pêşxistî, Misir di vî warî de ji destpêkê de pêşengbû. Tevî Huda Al-Şarawî û piştre Newal Al-Sadawî, û gelek jinên din ji bo çalakbûna edebiyatên jinan û têkoşîna rizgariya civakê ji kolonezisyonê û belavbûna tevgera Îslama Siyasî re armancên tevgera jinan li Surye, Libnan û Îraqê pêkeanîn. Îdyolojiyên netewperest yên pêşverû û çep xuya dike rê li tundiya çandî li dijî jinê vekir û girêdanên xwe bi dema borî re qutnekir. Di dema berfirehbûna têkoşîna jinan ya Mexirbê de, endezyar, mamoste û xwendekarên jin derketin pêş, wek Fatima Al-Beîh, Tûriya Al-Tenanî, Seîda Al-Munbihî û jinên din ku xistin girtîgehên veşartî, an ji ber destpêkirina wan ji greva birçîbûnê re çend hefteyan celandan ew jin kuştin û bûn lekeyek li ser eniya wan celadan. Ev pêvajoya êşkencekirina komî ji hemû Mexribiyan re ye weke jin û mêr, ev salên agir û qurşînê ne, dayîkên girtiyên siyasî li Mexribê şahidiya rola wan girîng di pêşxistina karê siyasî di nava civaka Mexribî de îsbatkir.

Di partiyan de cûdahiya mêran dom dike

Damezrandina partiyan ji pisporiya mêran tenê ye ji bilî partiya Kesk ew ji salên 1990 de bi rêveberiya mamosteya jin Fatma Al-Alawî ye, lê wê nikarî bingeha partî berfireh bike, ji ber sedemên civakî û siyasî ve gel bi xurtî beşdar nebû. Mexrib bi pêla nerazîbûn û xwepêşandanên li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ji destpêka Sibata 2011’an ve li Tunisê û Misrê bandor bû. Ev şoreşên belavbûyî nehêla jin bighêjin navendên biryardayîna siyasî û rêya pêşketina civakan û çandan di vê herêma ji Mexribê ta Îraq, Sûriyê û Urdunê asteng kir.

*Bi nêrîna we, sedemên dûrketina jinan ji karê siyasî çi ye?

Em hemû dizanin jin di encamên hilbijartinan û avakirina koman de bi bandorin. Lê ez dibînim ku jin bûye kaxeze zextê bi dest hevjînan û xizmên wê ve, gelekan hevjînên xwe jin an xwişkên xwe hilbijartine ku lîste temam bikin. Dema ew jin nûnertiya xwe di encûmenan de dikin mafên wan derbirandina pêdiviyên dengdarên jin li herêmên wan, jê tê standin bi bihaneya ku ew lîstika siyasî baş tênaghêştin, wisa nikarin êşa jinan bighînin aliyên peywendîdar. Ji ber mafê wan yê xeberdana mijarên civakî nîne. Gelek gilî di vî warê de hene van kiryaran eşkere dike, lê ev rasteqîna me têkoşeran û siyasetmedaran me mafnasan dêşîne. Ev yek ji sedemên bingehîn yê dûrbûna jinan ji karê siyasî ye, tevî sedemên din ji bo mêran hêsanin, lê ew ji bo jinan gelekî girîngin bi taybet di bajarên mezin de, weke Dar Al-Bayda, Mirakiş, Fas, Al-Ribat û Tanja de, ji ber ku civînên wan ta saetên şevê dereng dimînin, nîqaşên li ser ajandeyên kar jî dirêj dikin, nêrîn û pêşniyarên jinan jî zor nayên pejrandin, ji bilî berpirsyartiyên malbatî yên cuda cuda ku jin bi tenê digire ser milê xwe bêyî hevjîn an birayê xwe. Ev hemû faktor û sedem dihêlin ku jin xwe ji karê siyasî bikşîne tevlî karê civakî bibe, enerjiya wê didê û rûmeta wê jî diparêze, ew li gor ajandeyên gor xwe kar dike.