Siyaseta şaş a desthilatdariyê li Başûrê Kurdistanê aramî nehiştiye

Dagirkerî, êrîş û derbaskirina sînoran ji aliyê dijmin ve, qeyran û xirabiya rewşa aborî ya hemwelatiyan, aramî ji gelê Başûrê Kurdistanê re nehiştiye. Desthilatdaran bi xwe zemîn ji vê rewşê re çêkirine û hevkarî û piştgiriya dagirkeran dikin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê aramiya hemwelatiyan nemaye, êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk çav berdaye ser xaka Kurdistanê. Ev êrîş bi riya balafirên bê mirov ên dewleta Tirk li ser cihê seyrangeha Kûnemasî, Akçalar, Kelar û herêma geştiyarî ya gundê Perexê li Zaxoyê hatin kirin. Xirabûna rewşa herêmê, tunebûna kar, zêdebûna rêjeya tindûtujiya malbatê bi taybetî jinan, zêdebûna bikaranîna madeyên hişbir, nakokiyên siyasî û bêaramiya li herêmê, ev hemû û gelek sedemên din wisa li Başûrê Kurdistanê kirine ku aramiya hemwletiyan têk çûye û hemû ji dahatuya xwe ditirsin.

Ji ber rewşa zehmet a siyasî ya Başûrê Kurdistanê û tunebûna ewlehî û aramiyê ji bo xelkê, koçberbûna ciwanan û hemwelatiyan ber bi zêdebûnê ve diçe. Ji ber vê yekê gelek kesan di riyan de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên ku ajansa me bi dest xistine, di nava salên 2015, 2021’ê de 633 hezar û 273 kes ji herêma Kurdistanê û Iraqê koçber bûne, ji vana 261 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî bi riya koçberiyê 336 kesan ziyan dîtine.

Tenê li herêma Kurdistanê di nava 10 mehên sala 2021’ê de 37 hezar kes koçber bûn, 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî winda ne nayê zanîn ku çi bi serê wan ve hatiye.

Ajansa me ji hemwelatiyên bajarê Silêmaniyê pirsî, gelo Başûrê Kurdistanê bi aram e? Hemwelatî heta kîjan astê jiyana wan di ewlehiyê de ye? Sedema wê çi ye û çareserî çi ye?

Di bersivên hemû hemwelatiyên ku me ji wan pirs kir de ev bersiv hatin dayîn: “Ne tenê Kurdistan, cihekî ku em lê bikarin bijîn tune ye.”

“Herêm xwedî hikumetek e û divê parastina sînorên xwe bike”

Yek ji hemwelatiyan a bi navê Dinya Salih, Kurdistanê weke cihekî bê aram dibîne û her çendî Dinya rûniştvana welatê Finlandayeyê jî ji bo serdanê hatiye Başûrê Kurdistanê û bi çavên xwe dîtiye ku rewşa herêma Kurdistanê wisa ye ku tu aramî tê de nemaye û got: “Ya ku ez dibînim cudahiyek mezin di navbera herêma Kurdistanê û welatên derve de heye, ji ber ku herêm xwedî hikumetek e lê parêzvaniya sînorên xwe nake. Rojane dewletên dagirker ên weke Îran û Tirkiyeyê êrîş dikin û herêman bombaran dikin, bi vê yekê ve girêdayî zagonek nîn e ku rêzê li hemwelatiyan bigre û rojane xelk tên kuştin. Li herêma Kurdistanê pêwîstî bi zagona parastina mirovan heye û divê ku bikuj werin cezakirin. Her wiha divê êdî hikumet li hemberî êrîşên welatên dagirker bêdeng nebe û sînoran biparêze.”

“Ji du binemalan aramî li Başûrê Kurdistanê nemaye”

Nesrîn Heme Kerîm da diyarkirin ku mala hemû Kurdan bi xem û êşan tijî bûye û ji ber ku kuştin zêde bûye û aramî nemaye. Her wiha ji ber hebûna du binemalan ku dikarin Kurdistanê bikin welatê herî xweş û baştirin jiyan ji bo hemwelatiyan dabîn bikin û wiha got: “Herêma Kurdistanê herêmek bêxwedî ye û desthilatdar parêzvaniya sînoran nakin. Jiyan û aramiya me di hemû aliyên jiyanê de nemaye, aboriya xirab perwerde û malbat têkdane, ciwan ji ber bêkariyê rewşa wan nebaş e, heta niha jî xaka me tê dagirkirin û her roj ciwanek tê kuştin lê belê tu kes xwe nake xwedî. Daxwaz ji hikumetê dikim ku êdî rê nede dagirkerî, kuştin û tundîtujiyê, bila Kurdistanê biparêzin.”

“Haya desthilatdar û hikumetê ji hemwelatiyên birçî tune ye û xwepêşandaran tewanbaran dikin”

Hemwelatiyek din a bi navê Sebîhe Efûr Başûrê Kurdistanê aram nabîne û got: “Aboriya welat gelek xirab bûye û wisa kiriye ku gelek hemwelatî ji ber rewşa xirab nerazî ne. Her wiha ne yeksaniya dadgehê û tunditujiya ku li hemberî jinan tê kirin û desthilatdar jî rê ji bo dijmin vedike. Ez daxwaz dikim ku hikumet were ser hişê xwe û planek li dijî vê dagirkeriyê û rewşa xirab a li welat çêbikin.”

Çinûr Heme Reşîd bi bîr xist ku jiyana xelkê li herêma Kurdistanê di bin metirsiyê de ye, ji derveyî vê metirsiyê gelek qeyranên cur be cur li ser hemwelatiyan heye. Ji ber wê jî ewlehiya jiyanê nemaye, ji ber van bûyerên dawî, kuştin û nexweşiyên derûnî zêde bûne û got: “Rojane jin tên kuştin lê belê tewambar ji ber sedemên cur be cur nayên cezakirin. Her wiha dagirker êrîş dikin lê zagon û desthilatdarî bêdeng in, ji ber ku hikumet, ji bo berjewendiyên xwe kar dike ne ji bo gelê xwe.”