'Sînordarkirina tevlîbûnê' çalakiya Dayikên Şemiyê di rojeva Meclîsê de ye

Parlamentera HEDEP'ê ya Wanê Pervin Buldan ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Ali Yerlikaya pirsî, ka armanca sereke ya sînordarkirina çalakiya Dayikên Şemiyê bi 10 kesan û li ser kîjan qanûnê hatiye avakirin.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Wanê Pervîn Buldan têkildarî astengkirina çalakiyên Dayikên Şemiyê du pirs ji Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya kir.

Di pêşnûmepirsê de Buldan ev pirs ji Yerlîkaya kir: “Tevî ku mafê civîn û meşan di destûra bingehîn de hatiye mîsogerkirin û tevî biryara AYM’ê jî çima tevlibûna çalakiya Dayikên Şemiyê bi 10 kesan hatiye sînordarkirin, armanca vê û bingeha vê biryarê ya qanûnî çi ye? Gelo heke ez weke kesa 11’emîn tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bibim, tu astengiyên qanûnî li pêşiya min hene?”