Sîmîn Saberî: Jîna hemû neteweyan anî cem hev

Berdevka Partiya Demokrat a Azerbaycanê Sîmîn Saberî serhildana “jin, jiyan, azadî” ya ku 8 meh li pey xwe hişt nirxand û got, “Piştî Jîna hat qetilkirin edî ne tenê weke keça Kurd, bû keça tevahî gelên Îranê.”

ŞEHLA MIHEMEDÎ

Navenda Nûçeyan - Serhildana şoreşgerî ya ku di meha Îlona sala 2022’yan de li Îranê bi pêşengiya jin û ciwanan dest pê kir, tevî hemû erîşên hovane hê jî didome. Em li ser vê mijarê bi Berdevka Partiya Demokrat a Azerbaycanê Sîmîn Saberî re axivîn.

Sîmîn Saberî bal kişand ser yekitiya neteweyan di tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" de û destnîşan kir ku serhildana 16’ê Îlonê 2022’an bi pêşengiya jinan dest pê kiriye, hemû neteweyan aniye cem hev, mil bi mil daketine kolanan.

 ‘Polîtîkayên dewleta Îranê bûn sedema qetilkirina Jîna’

Sîmîn Saberî di destpêka axaftina xwe de got ku hikumeta îranê bi hinceta hîcab, cil û bergan propagandayê dike û di nav vê de jî jinan bi kar tîne û wiha pê de çû: “Komara îslamî ya îranê di destpêkê de ji bo propanganda xwe û hêza xwe nîşan bide hîcaba jinan bi kar anî. Ji sala 1958’an ve piştî erêkirina zagonên hîcaba bi zorê hêzên ewlekarî û ‘polîsên exlaq’ ji cil,makyaj û heya rengê pêlavê wan mudexaleyî jinan kir. Ew rewş hat heya asteke ku jin bi destên dewletê hatin qetilkirin û bi vê bûyerê re her sê netew hatin cem hev bêguman pêşengiya wê jinan bi xwe kir. Ji ber ku Jîna jin bû, li gor dewletê cil li xwe nekiribû, rewş hat heya vê astê.”

 ‘Şewitandina hîcabê dihat wateya şewitandina sembola Komara Îslamî’

Simin Saberî destnîşan kir ku li Îranê sê nasname bi cudakariyê re rûbirû dimînin, ew jî jin, ciwan û gel in û wiha got: “Qetilkirina jîna bûyereke pir girîng bû ji ber ku zagonên dewleta îranê yên li dijî jinan hatibûn derxistin edî nedihat tehemulkirin jin heya qirika xwe tijî bibûn. Mudexeleya dewletê ya li ser jiyana mirovan edî sînorê tehemulê derbas kiribû. Gel her roj derdikeve kolanan û dibêje ku di vê cîhanê de bersiva ez didim we heqê we ye lê li Îranê ew peyv wek siyasî tê pênasekirin. Ji ber ku jinên hîcabê şewitandin tê wateya sembola komara îslamî ya îranê şewitandin. Ew jî tiştek ku komara îslamî qebûl bike nîn e.”

 ‘Êdî ciwan di ferqa azadiya xwe de ne’

Simin Saberî wiha gotinên xwe domand: “Jîna jinek ciwan 22 salî bû û hemî ciwanên  ku di cîhanek hevdem de ji jiyana nûjen bêpar in. Yanî li malê wekî ku dixwazin bin û divê li derve tiştekî din bin. Ev ciwanên ku bi înternetê ve girêdayî ne û dizanin ku azadî li derve ye di nava civakê de bi çi cureyî ye, wekî nifşên berê ne îtaetkar in û vê bûyerê wan hişyar kir. Heta ku zarok, ciwan û bi taybetî jî jin rêza yekem de bûn. Ciwanên Îranê bi qasî welatên nîvdemokratîk û welatên îslamî yên cînar jî nikarin bibin xwedî azadî. Mijara sêyem Jîna jineke Kurd bû piştî qetilkirina wê yekem car çalakî û protesto li Kurdistanê dest pê kirin. Ji ber ku gel nikaribû bêgunehiya zêde ya kesekî ji heman nasnameya wî çû paytextê û cenazeyê wê bi awayekî hovane radestî malbata wê hat kirin, tehemul bike.”

 ‘Cesareta jinên Îranê bu sedema hevgirtina hemû jinên cîhanê’

Sîmîn Saberî, cesareta jinên Îranê ya li hemberî dewleta îranê nirxand û amaje bi wê yekê kir ku hêrsa jinên Îranê û rawestana li hemberî zilm û zordariyê bûye sedema hevgirtin û yekrêziya jinên cîhanê û got: “Jin ji vê pirsê bêzar bûne. Ev bû derfetek ji bo jinan ku mezinbûna xwe li derveyî pergala perwerdeya Komara Îslamî û pergala perwerdeyê ya ku medya, televîzyon û sînemaya Komara Îslamî dibîne, bibînin. Tiştê ku haya hukûmetê jê tunebû ev bû ku di cîhana înternetê de nifşeke nû derketiye hole, fêrî zimanên ciyawaz ên cîhanê bûne, di cewhera xwe de bûye gerdûnî û ev yek ji cîhanê re bûye derfetek ku bi rastî jin bibîne. Di rastiyê de jinan li dijî cudakariya zayendî serî hildan û ev yek bû sedem ku jinên li welatên derveyî ji çîna siyasî û parlamenteran bi kurkirina porê xwe heta nivîskar, lîstikvan, stranbêj û navdarên cîhanê bi jinên Îranî re yekitiya xwe ragihandine. Li hemberî artêşa ku li kolanan li bendê bû ku bi guleyan êrîşî wan bike, bi mezinbûn û wêrekiya jinên Îranê serbilind bûn.”

Sîmîn Sabêrî di nav axaftina xwe de behsa qetilkirina Hedîsa Necefî kir û got: “Çend roj piştî qetilkirina Jîna Emînî bû ku Hedîsa Necefî bi 6 guleyan hat qetilkirin û beriya wê jî li ser Instagrama xwe gotibû ku ew dixwaze di vê serhildanê de rola xwe bilîze da ku siberoja azad bi şanazî bijî.”

 ‘Bi hinek kesan re xwestin serhildanê di bin siyê de bihêlin’

Sîmîn Sabêrî bal kişand ser piştgiriya hemû gelên Îranê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştgiriya gel li hemberî hev wisa bû ku her kesê matmayî hişt li hemberî zayendparêziyê cesareta ku hat nîşandan hikumet tiştek wisa qet texmîn nedikir. Zextên ku hikumeta îranê kirin êdî kes nikaribû bêdeng bimîne. Li Zahîdanê gel diyar kir ku Jîna ne tenê keça Kurd e wek keçek Belucistanê jî hat dîtin, ev li Îranê hevgirtina hemû gelan nîşan dide. Dîsa li Azerbeycanê jî Al-Ahvazê jî eynî bertekê daketin qadan ev nêzîkatî hemû pêkhatiyan wek xelekekî hev du girê da û mil dan milên hev. Di nava 8 mehan de di serhildanê de rabûn û ketin çêbûn. Xwestin hinek jina ji derve û di siyê de bihêlin.

Xwestin jina paralel ango bi giştî bikin. Hinek aliyan xwestin dirûşma “jin, jiyan, azadî” di bin siyê de bihêlin dirûşmên wek ‘mêrên welatparêz’ derxistin pêş. Hinek paşverû bûn, hinek qet cudakarî li wan nehatibû kirin, hinek hêza xwe winda kiribûn û dixwestin ji nû ve desthilatdariyê bi dest bixin. Her çendî dihat gotin ku ji destpêkê ve ev serhildan bê serok û tu hevpeymanî nebû jî di nav Îranê de komek û rêberên jin hebûn ku niha di zindanê de ne û her tim ji bo jinan têdikoşin ew pir çalak in, tevgerên xwendekaran ên wekî Zanîngeha Senandajê, Zanîngeha Şerîf, Zanîngeha Tebrîzê hwd. Komên ku dixwestin van derfetan ji bo berjewendiya xwe bi kar bînin jî hebûn lê ji ber ku koka wan di çîna cudaxwaz de tunebû, bi ser neketin.”

 ‘Bila jin ji xwe bawer bin’

Sîmîn Sabêrî bal kişand ser yekgirtina gelên li Îranê û wiha got: “Ger piştî 100 salan, biryar were dayîn ku li Îranê tiştek biqewime divê bi demokrasî û dengê gel bi pêş bikeve û ne navendî be û wekî welatê yê Hindistanê, eyalet, herêm yan jî her tiştekî din ku bikaribin li wir parlementoyên xwe yên herêmî ava bikin û li ser bingeha vê parlamentoya navendî ya ku ji van dewletan pêk tê hikûmetekê ava bike. Hêvî dikim jin li Îranê bi xwe bawer bin, bi hêza xwe bawer bin û bikaribin gelek xebatan bikin, mîna ku heya niha jî nîşan dane.

Ev bareke ku bi tena serê xwe nayê rakirin û divê her kes aliyek jê bigire û em jinên ji neteweyên cuda yên Kurd, Tirk, Lor, Tirkmen, Ereb, Belûç û hwd. çiqasî em rihet in, em çiqasî bi hev re bi hêztir dibin, çiqasî bê dudilî bi hev re dimeşin, berjewendiyên me çiqasî hevpar in û dema ku em tev li hev dibin ev dilop çiqas zû dibin gol û lehî. Divê em li ser heman riyê berdewam bikin û hişyar bin ji wekhevî, dûrxistin û alternatîfa her tevgereke ku cihêkarî nedîtine û bi îdiaya bidestxistina nepejirîna li derve ya ku di hundur de lê nîn e, ji ber ku meriv ditirsin careke din jiyana xwe bispêrin kesek, bi malbatekî, bi serokekî din re bêzar in.

Heta ku em dikarin gel bi welatên demokratîk û hetînî nîvdemokratîk bidin nasîn, erka me ya jinan e ku em bi zimanên xwe (Kurdî, Tirkî, Lorî û hwd.) fêrî bibin û wê hîn bikin û barkêşana naverokê çêbikin heta ku ceribîna pêşîn dîsa dubare nekin ji ber ku serdema padîşah, serok û lehengan bi dawî bûye û divê ev welat bi awayekî nenavendgerayî bê birêvebirin.”