Sîlvan Elî: Tu dewlet naxwaze xeteriyê bibe welatê xwe

Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Sîlvan Elî der barê rewşa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Xwêran de şîroveyên xwe kir û got: “Armanca bi van êrîşan ew bû xeta Til Temir, Zirgan û heya Hesekê bi riya çeteyan dagir bikin. Tu dewlet naxwaze xeteriyê bibe welatê xwe û van çeteyan bihewîne. Pirsgirêka Sûriyeyê heya niha nehatiye çareserkirin û biryar ji bo sîstema wê nehatiye girtin, ger gavên cidî di vî alî de hebûna dê meseleya DAIŞ’ê bihata çareserkirin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Piştî binkeftina çeteyên DAIŞ di şerê Baxozê de, şaneyên wê yên razayî berê xwe dan herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta tirk ve weke Efrîn, Serêkaniyê û girê Spî. Hembêzek hebû van çeteyan bihewîne, careke din birêxistin bike, bi çek bike û dîsa berde herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Êrîşan dawî yên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Xiwêran a bajarê Hesekê teqezbûna planên dagirkeriyeke nû ji aliyê dewleta tirk ve bû lê vê carê bi riya DAIŞ’ê re. Têkildarî şîrovekirina vê mijarê Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Sîlvan Elî ji me re axivî.
“Armanc ew bû xeta Til Temir, Zirgan heya Hesekê bi riya çeteyan dagir bikin”
Sîlvan Elî planên dûr û nêzîk ên êrîşa çeteyên DAIŞ’ê şîrove kir û wiha dest pê kir: “Rewşa ku li bajarê Hesekê qewimî, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha çeteyan a taxa Xwêran ev yek ne tesaduf bû bi xwe weke tifaqek e û pilan zû de jê re hatibû kirin û xwestin vê bi pratîze bikin. Armanca van êrîşan ew bû ku ev çete dîsa di civaka me de xwe bi rêxistin bikin û dîsa herêma me bi şerekî demdirêj ve mijûl bibe, ya din jî sîstema me ya xweseriyê têk biçe. Her wiha dixwestin bi vê yekê rê bidin dewleta tirk ku careke din di aliyê Serêkaniyê re heya Til temir, Zirgan û pê re jî Hesekê dagir bike bi vê awayî herêma Cizîrê were tengavkirin. Ger bikaribana Kantona Hesekê dagir bikin wê herêm bibûya du beş û Kantona Qamişlo jî ji xwe re bikrana weke zemîneke hazir hem ji bo êrîşan û hem jî ji bo planên xwe bi vê rengî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin bin dagirkeriya xwe. Gelo dewleta tirk bi serê xwe ev plan çêkiriye? Na lê belê rejîma Sûriyeyê xebera wê jê hebû her wiha Îran ji ber alîgiriya rejîma Sûriyeyê ye ew jî ne bêxeber bû û Rûsya jî ne bêxeber bû. Ev herêm dema bê dagirkirin rejîma Sûriyeyê çi feydeya wê heye ku beşeke mezin ji Sûriyeyê diçe û tenê qadên hundir di destên Sûriyeyê de dimînin wê demê dikare hukmê xwe mayînde bike. Rejîma Sûriyeyê jî bi vê êrîşê re bû alîkar û daxuyaniyên ji derveyî rastiyê li ser ragihandinê diweşand û rastiyên heyî berovajî dikir. Niha jî malbatên ku ji ber van êrîşan ji taxa xwe derketin nahêlên alîkarî ji wan re bên pêşkêşkirin demek ev destekdayîna ji vê planê re. Her wiha valakirina hinek nuqteyên di destên wan de li Reqayê ev tê wateya ku rejîm hazir e herêmê teslîmî DAIŞ’ê bike. Ger. DAIŞ herêmên me dagir bike eceb rejîma Sûriyeyê bawer dike ku herêmên di destên wê de saxlem bimînin. Wan bi DAIŞ’ê re li hev kirine ku herêmên me dagir bikin da êrîşên herêmên wan neke. Rejîma Sûriyeyê daxuyaniyên radîkal nedan ku bikaribe dagirkeriyê bi dawî bike û DAIŞ’ê têk bibe. Helwestên rejîma Sûriyeyê der barê van êrîşan de cihê şermezariyê ye û helwestên navneteweyî jî cihê şermezariyê ne.” 
“Pêwîst e lihevkirin li ser meseleya cezakirina van çeteyan hebe”
Sîlvan Elî bal kişand ser paşguhkirina dewletên navneteweyî di girtina biryareke cidî der heqê van çeteyan de û wiha pêde çû: “Ev çend sal in ne ev çete tên cezakirin û ne jî biryarek der heqê wan de derdikeve. Tu kes ji bo cezakirina wan xwe berpirsyar nabîne. Ev çete li vir hîştine û dema rewşek derdikeve her kes di aliyê xwe de cuda şîrove dike lê li aliyê pratîkî tu kes xebat nake. Pêwîst e lihevkirina li ser meseleya cezakirina van çeteyan hebe û ev pirsgirêk ji kokê de bê çareserkirin. Em vê bêjin dewletên navneteweyî tenê tên zarokên çeteyan dibin, ev jî zarokên pêşeroja DAIŞ’ê ne, ev ne tiştekî xerab e wan dibin lê weke ku fikirandin ji bo van zarokan çêdibin, pêwîst e ji bo van çeteyên di girtîgehan de jî erkeke cidî bê girtin. Tevî ku Xweseriya Demokratîk tevî hêzên leşkerî ewqas bangewazî dike jî ev çete li ser tevahî cîhanê xeter in û ev pirsgirêk ne tenê girêdayî me ye lê em mêze dikin xemsariyeke mezin di vî alî de heye û encama wê jî ev êrîş bûn. Her kes dizane dewleta tirk rê ji DAIş’ê re vedike û alîkariyê ji wan re pêşkêş dike lê dema ev mesele bê nîqaşkirin û dewleta tirk were tawanbarkirin ku ew sûcdar e, tu kes vê meseleyê nake rojev û hesab ji Tirkiyeyê naxwaze. Gelek komên DAIş’ê li herêmên  me hatin girtin û piraniya wan di zindanan de ne lê ewqas şaneyên razayî li ku bûn, ji hatine biçekkirin û xwedîkirin? Demeke hembêzek hebû wan dihewand ew jî dewleta tirk e ku di Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de wan xwedî dikir û niha jî derfet dît wan dîsa berde herêmên me. Tişta herî girîng di vê merheleya hesas de ew e ku helwesta civaka navneteweyî hebe û alîkarî ji bo vê herêmê bê dayîn. Koualîsyon bi êrîşên balafiran têrê nake. Em ji bîr nekin tenê girtîgeha Xwêran nîn e, kampa holê jî bi jinên DAIŞ’ê bombekirî ye û li bendê ne tişt li derve çêbibe da derkevin dest bidin û tevger bikin. Ger ev hemû çete bigihîjin hev ev dibe karesatek û wê şer li her derê belav dibe û dewletên herêmî jî wê pareke mezin jê bigirin. Ger em bi hev re yek nêrîn bin û bikevin nava liv û tevgerê jî em ê bikaribin DAIŞ’ê hilweşînin lê ger li benda me tenê bimînin ev rewş bi vî awayî çareser nabe.”
“Tu dewlet naxwaze xeteriyê bibe welatê xwe û van çeteyan bihewîne’
Sîlvan Elî diyar kir ku tu dewlet naxwaze xeteriya çeteyên DAIŞ’ê bibe welatê xwe û wan bihewîne her wiha her pirsgirêka li Sûriyeyê bi bihaneya van çeteyan kûr dikin û wiha domand: “Pir dewlet hene li rewşa heyî temaşe dikin ku piştre wê rewş çawa be, ev ne helwesteke mirovahî ye. Li hemberî kiryarên DAIŞ’ê, planên dagirkeriyê û tunekirina civakê divê denge hebin ji ber sivîl dibin qurbanî. Tu dewlet naxwaze xeteriyê bibe welatê xwe û van çeteyan bihewîne. Aliyê din jî ger dadgehek fermî ji çeteyên DAIŞ’ê re bê çêkirin ev tê wateya qebûlkirina Rêveberiya Xweser ev herdu mijar dadgeh û qebûlkirin cîhan ji bo wê ne amade ye pêwîst e erêkirineke navneteweyî ji bo wê hebe. Pirsgirêka Sûriyeyê heya niha nehatiye çareserkirin û biryar ji bo sîstema wê nehatiye sitandin, ger gavên cidî di vî alî de hebûna wê meseleya DAIŞ’ê bihata çareserkirin. Berê bangewazî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hebû ku dadgehek ji bo çeteyên DAIŞ’ê bê çêkirin lê heya niha ev daxwaz qebûl nekirine ji ber ew dizanin ger ji bo rewşa li herêmê çareserî bê dîtin wê demê ji bo tevahî Sûriyeyê çareserî mayînde dibe. Ev pirsgirêk çiqas berdewam bike dê ewqas plan li ser herêmên me hebin. Niha tişta ku em dibînin jî ev e hemû vê pirsgirêkê dirêj û kûr dikin. Yekitiya Ewropayê dikare rehet civîna xwe çêbike û doza Sûriyeyê çareser bike û ji bo dewleta tirk jî biryar bigirin û li ser sûcên ku kirine wê ceza bikin lê wekî ku diyar dibe tu gavên cidî nîn in.”
“Hemû hêz dixwazin cihekî ji van çeteyan re çêbikin û difikirin herêma me ew cih e”
Sîlvan Elî bal kişand ser dubarakirina bûyerên êrîşan her sal û xwestekên dewletên derve bi mayina DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ev çend sal in di heman demê de planên xwe dubare dikin, em dizanin di vê demê de salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê û êrîşa li ser Efrînê bû ji bo dîrok xwe dubare bike, bi van çeteyan dîsa êrîşî girtîgeha Xwêran kirin.  Êşa heyî didomînin, dema gel xwe komî hev dike û sîstema xwe birêxistin dike dixwazin vê yekê bêjin em ê her êrîşî ser we bikin û nahêlin hûn di aramiyê de bijîn û guherînan çêbikin. Ya din jî meseleya DAIŞ’ê ye wekî ku dixwazin cihekî ji van çeteyan re çêbikin û herêma me ew cih e ew wisa difikirin. Ger ev çete hatibin kuştin yan tunekirin yan jî sax bin gere di vê herêmê de bin. Ev weke derbeyê ji bo fikir û sîstema Neteweya demokratîk di herêmê de ye ji bo vê her sal êrîşên bi vî rengî dubare dikin û li ser her herêmê didin meşandin. Heya niha planên dewleta tirk li ser Eyn Îsa û Kobanê, Til Temirê hene û her roj tên topabarankirin û sivîl tên qetilkirin wisa dikin ku her dem ev herêm bi ewle nemîne. Di mijara êrîşên dewleta tirk de dîsa tu kes dengê xwe nake hêzên garantor li herêmê hene û ev êrîş li ber çavên wan çêdibin lê nikarin rê li ber dewleta tirk bigrin.”
“Gelê me bi ser ket”
Sîlvan Elî di dawiyê de serkeftina berxwedana Hesekê li gel û şervanên wê silav kir û wiha bi dawî kir: “Rewş û planên bi xeter hene lê gelê me berpirsyariya xwe dizane û bi şevanên parastinê re her alîkar e. Ev rihekî neteweyî, welatparêzî û parastinê ye. Hêzên me jî bi têkoşîneke mezin bi ser ketin û civaka me jî berê êrîşên wiha li kêleka şervanên xwe bi bin xistin û rihê wan her di ber axê de fedayî ye. Em serkeftina gel û şervanan a li Hesekê pîroz dikin”