“Sêyemîn Kongra Netewî ya Jinên Kurd pêwîste di vê demê de bê lidarxistin”

Jinên partiyên siyasî û perlementer sedemê nelidarnexistina Sêyemîn Kongreya Netewî ya Jinên Kurd weke pirsgirêkên nava hizban dibînin.

Silêmanî – Weke Kongerya Netewî ya Kurdistanê Sêyemîn Kongreya Netewî ya Jinên Kurd jî ji ber sedemên li hev nekirina navxwyî hatiye derengxistin. Sala 2010’an bi pêşengiya jinên siyasetmendarên Bakurê Kurdistanê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bi bejdarbûna jinên her çar parçeyên kurdistanê yekem Kongereya Netewî ya Jinên Kurd hate li darxistin. Piştî du sala di sala 2012’an de dûem Kongra Netewî ya Jinên Kurd li bajarê Hewlêr ê Başurê Kurdistanê hate li darxistin. Ev 9 salin kongreya sêyem paş ketiye û nehatiye li darxistin. 
Jinên parlementer û aliyên siyasî yên Başurê Kurdistanê sedemê li darnexistina sêyem kongreya Netewî ya jinên Kurd weke rewşa ne hemahengiya li parçeyên Kurdistanê ji aliyên desthilatdarên ku çav berdane xaka Kurdistanê, her wiha ew fikra hizbî ku dixaze kongre di bin xizmeta hizbî de were karanî ne. Kongreya Jinên Kurd ji bo berjewendiyê her çar parçeyên Kurdistanê ye. 
“Bejdarnebûna jinan bi ruhek yekgirtî giringe”
Runak Mecîd endama desteya hevserokatiya Tevgara Azadî di derbarê li darxistin kongreya Netewî ya Jinên Kurd de wiha got: “Kongra Netewî ya Jinên Kurd ji bo gelê Kurd gelek giringe. Ez di wê hêviyê deme ku li darxistina kongra jinên Kurd a Netewî dê bibe wesîleya li darxistina Kongreya Netewî ya Kurd. Paşdexistina Sêyem kongran Netewî ya Jinên Kurd çend sedemên wê heye, ji wan yek jî çavê dijminên desthilatdar li ser xaka hemû parçeyên Kurdistanê ye ku naxazin ev kongre were li darxistin. Her wiha hinek partî ji tirsê dewleta Tirk pêşî li darxistina vê kongreyê digrin.” 
“Sêyemîn Kongreya Jinên Kurd pêwîstiyeke ye”
Endama Parlemena Kurdistanê û endama encûmena navendî ya Yekitiya Niştîmana Kurdistanê Rojan Heme Reş jî li hevnekirina hinek aliyên siyasî di dema kongreya duyem ya jinan ku di sala 2012’an de hatî li darxistin weke sedemê paşketin û li dar nexistina kongreya sêyem dide diyarkirin û ev sedem wiha anî ziman: “Amadekariyên li darxistina sêyem kongreya Netewî ya jinên Kurd ji ber helwesta çend aliyên siyasî yên Başur nebû. Di demê borî de ji aliyê Kongra Netewî Kurdistan (KNK) ê ve du kongre ji bo jinan hat li darxistin. Li gel ku jinên parlementer û siyasetmendarên HDP’ê bi boneya lidarxistina kongreya sêyemîn li gel berpirsên jinên Başur kombûn jî li gel hemu hewldanan heta niha kongreya sêyem ya yekitiya jinan nehatiye li darxistin.”
Endama firaksyona Civaka Îslamê li Parlemena Kurdistanê Bedriya Îsmaîl jî dibêje: “Kongreya sêyem dê dengê jinê li her çar parçeyên Kurdistanê belav bike, ji ber wê jî diviya beriya niha hatiba lidarxistin. Divê jinên Kurd ne di bin berjewendiyên hizban de be. Mixabin di kongreya borî de ji ber kongre bi alyên hizbî bi rêve çû ev yek bû sedema derenghiştina lidarnexistina kongra sêyem.”