Serçinar Ehmed: Sozên tên dayîn nayên pêkanîn

Biryardera Fraksiyona Yekgirtû ya Îslamî Serçinar Ehmed li ser tura civakî peyamek par kir û got: “Pirsgirêka ceyran û avê ya xelkê hîn jî çareser nekirine. Pêwîst bû Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo ku mûçe tam were dayîn, zextê li hikumetê kiriba, ew jî nehatiye kirin.

Navenda Nûçeyan - Biryardera Fraksiyona Yekgirtû ya Îslamî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Serçinar Ehmed, girêdayî sozên hikumetê dane û heta niha bi cîh ne anîne li ser malpera fermî ya Yekgirtûya Îslamî ev peyam parkir: “Kabîneya 9. behsa reformê dike, lê heya niha bindîwar yên PDK û YNK nehatiye birîn, mûçe werdirin. Heya niha hikumet dû raporên reformê daye parlamentoyê, lê li herêmê reform pêknehatiye. Ev kabîneya niha hîn jî pirsgirêka ceyran û avê ya xelkê çareser nekiriye, ya herî ber çav hîn jî pirsirêka mûçe nehatiye çareser kirin. Pêwîst bû Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo ku mûçe tam were dayîn, zextê li hikumetê kiriba, lê ew jî nehatiye kirin.