Semîre Seîd: Nikarin çokê bi gelê Kurd bidin tewandin

Rojnamevan Semîre Seîd derbarê 2’emîn komkujiya Kurdan a Parîsê de diyar kir ku êrîş û planên komkujiya li hemberî Kurdan berxwedaniyê geştir dike û got nikarin bi êriş û komkujiyan çok bi gelê Kurd bidin tewandin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- 23’ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Emîne Kara ya pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Li dijî 2’yemîn komkujiya li ser Kurdan a Parîsê gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat daket qadan ev komkujî şermezar kirin û li dijî vê azadîxwaz, çalakvan û rojnamevanan helwestên xwe nîşan dan.

Rojnamevan Semîre Seîd der barê komkujiya Parîsê de diyar kir ku 10 sal berê jî li Parîs se pêşengên gelê Kurd Sakîne Cansiz û hevalên xwe hatin qetilkirin. Semîra Seîd diyar kir ku bi salan e salvegera vê komkujiyê tê şermezarkirin gelê Kurd her ku rastî komkojiyan tê berxwedêrtir û bi hêrstir dibe.

‘Tirkiyeyê careke din li Parîsê komkujî pêk anî’

Semîre Seîd diyar kir ku ev komkujî li hemberî gelê Kurd hatiye kirin û  wiha got: “Îsal em di amadekariyên salvegera 10’em a komkujiya Parîs de bûn lê belê carek din bi destê dewleta Tirk û dijminên Kurdan komkojiyek li Parîs hat pêkanîn ku weke welatek parastina maf û demokrasiyê tê nasîn. Lê belê careke din êrîşê îrade û neteweya Kurd hat kirin. Dewleta dagirker û dewletên serdest vê yekê qebûl nakin, têkoşîna gelê Kurd qebûl nakin û ji ber wê êrîşên wan zêde û dijwartir dibin. Komkujiya 23’ê Kanûnê ji ya din cûda nîn e. Ev êrîş ji bo tunekirina şoreşa ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kiriye pêk hat. Ev yek nîşan dide ku hemû dewletan li hev kirine û hewl didin gelê Kurd tune bikin.”

‘Dirûşma Jin Jiyan Azadî pêşî li êrîşan digre’

Semîra Seîd destnîşan kir ku niha li hemû cîhanê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ deng vedaye û hemû planan pûç kiriye û ji ber wê her ku diçe zext zêdetir dibin û wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze beriya peymana Lozanê bigihîje armanca xwe û misaqî millî zindî bike û careke din gelê Kurd parçe bike û demografiya Kurdistanê biguherîne. Hemû qonaxên dijwar gelê Kurd derbas kirin. Ew azadiya ku heye berhema berxwedana şervanên azadiyê li çiyayên Kurdistan û berxwedaniya gelê Kurd e. Ji ber wê ew komkûjiya ku li Parîsê pêk hat li hemberî gelê Kurd e, nikarin çokê bi gelê Kurd bidin tewandin, hemû welatan rê ji bo dewleta Tirk vekirine, azadîxwazên gelê Kurd bikin hedef û qetil bikin lê belê nikarin rê li ber şoreşa gelê Kurd bigrin.”

‘Çapemenî ji bo dagirkeriyê rê vedike’

Rojnamevan Semîra Seîd destnîşan kir ku medya bûye çend beş, beşek li dijî mafên gelê Kurd e û beşek din li pişt heqîqet û pirsa rewa ya gelê Kurd e, ev jî piranî li Başûrê Kurdistanê derketiye holê. Ew nûçeyên ku girêdayî medyaya desthilatdar tên belavkirin, ne rast in û bandorek neyênî li ser pirsgirêka gelê Kurd dike. Beşek ji medyayan rê ji bo dagirkeriyê xweş dikin, mixabin ev ne li gorî exlaqê parastina mafên gel û parastina mafên jinan e. Çend dezgehên kêm hene xeta xwe parastine. Medya dikare yekitiya gelê Kurd ava bike, zemîn ji bo avakirina yekitiya neteweyî çêbike ku ev çend sal in têkoşîn didome. Divê medya ji bo berjewendiyên gelê Kurd xebat bike, ji ber ku niha medya wek pirekê ji bo yekbûna aliyên siyasî tê bikaranîn.”