Sema Bektaş: Berxwedan û helwesta gel li dijî êrîşan hêza herî mezin e

Berdevka PYD û Hevseroka Ofîsa Têkiliyan Sema Bektaş li êrîşên li ser gelê Kurd got ku dewleta Tirk pêşengiya siyaseta qirkirina Kurdan dike, ji bo vê yekê hemû derfetên xwe, hemû siyaseta xwe xistiye meriyetê.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo - Dewleta Tirk ji bo qirkirinê her dem êrîşên siyasî, leşkerî û şerê taybet li dijî gelê Kurd pêk tîne. Herî dawî jî di 4-10’ê Cotmeha 2023’an de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û li gorî daneyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane 580 car êrîşên hewayî û bêjahî pêk aniye. Li 224 qadên cuda êrîş pêk anîn û di 221 êrîşan de top û çekên giran û 83 ji wan jî balafirên bêmirov û balafirên şer bi kar anîn. Di van êrîşan de saziyên gaz, petrol, santralên kehrebe, stasyonên avê û navendên tenduristiyê, cihên xwendinê, kampên Waşûkanî û Roj ên ku pênaber lê dijîn û bi dehan gund bûne armanca êrîşan. Di heman demê de hat ragihandin ku di van êrîşan de 44 kes hatine qetilkirin û 54 kes jî birîndar bûne ku di nava wan de sivîl, zarok, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Asayîş û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hebûn, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî mijarê, berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk û Hevseroka Ofîsa Têkiliyan, Sema Bektaş axivî.

Sema Bektaş êrîşên dewleta Tirk û armancên wan li dijî herêmê wiha nirxand: “Êrîşên dewleta Tirk ev ne cara yekemîn e ku pêk tên. Dema em di dîrokê de jî dibînin, dewleta Tirk li ser bingeha tunebûna gelan mîna gelê Kurd, Ermen û Suryanan xwe ava kiriye ku dîroka dewleta Tirk her kes dizane. Îro ev gel di vê sedsalê de xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin da ku mafên xwe misoger bikin, ji bo ev yek pêk neyê, bêguman hêzên desthilatdar bi taybetî jî dewleta Tirk êrîş dike.”

‘Tişta ku çete nikaribûn bikin dewleta Tirk dixwaze bike’

Sema Bektaş bal kişand ser êrîşên di navbera 4-10 Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatine û wiha got: “Êrîşên herî dawî yên dewleta Tirk li dijî herêmê, tevahî binesaziya herêmê armanc girt, ev yek binpêkirin e. Tişta ku dewleta Tirk dixwest di destpêka şoreşê de pêk bîne bi riya komên çeteyan, bi ser neket êdî xwe bi xwe mudaxele kir. Me dît li Serêkanî û Efrînê çawa êrîş kir û dagir kir. Îro dewleta Tirk tişta ku çeteyên DAIŞ’ê nikaribû bikira, berdewamiya wê dike. Ger îro binesaziya herêmê tê binpêkirin, zelal e ku binesazî ji bo herêmê tê çi wateyê. Hewl dide gel bê kehrebe û bê av bimîne û koçber bibe da ku di sedsala nû de armancên xwe pêk bîne. Bêguman bi hemû şêwazan êrîş dike, herî dawî binesaziya herêmê binpê kir.”

‘Dewleta Tirk dixwaze plana xwe ya sedsalê pêk bîne’

Sema Bektaş destnîşan kir ku armanc bi êrîşan, koçberkirina gel e û wiha domand: “Peyama dewleta Tirk ew bû ku gelê herêmê ji vir koçber bike, ev der vala bibe. Ev bi dehan salan e ku gelê herêmê ji destpêka şoreşê de xwe bi xwe parast, ewlehiya xwe misoger kir her wiha li beramber hemû êrîşan, têkoşiya. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan, hemû cihên xizmetguzariyê bisekinin da ku gel teşwîqê koçberiyê bike û plana xwe ya sedsalê jî di vir de pêk bîne. Ev yek ne nû ye, dema Erdogan radibe û li her derê behsa erdnîgariya xwe dike, qala Heleb, Bakur û Rojhilatê Sûriye û Kerkukê dike. Ev yek ji bo dewleta Tirk tişteke stratejîk e û di vê mijarê de dixwaze plana xwe pêk bîne.”

‘Li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşîne’

Sema Bekdaş da zanîn ku dewleta Tirk heta niha jî êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nedaye sekinandin û wiha pê de çû: “Îro dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşîne lewma bi hemû şêwazan şer dike. Îro em dibînin êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, dema ku em dibînin li herêmên Efrîn û Serêkaniyê guhertina demografîk pêk tîne û malan ava dike, li Başurê Kurdistanê bi dehan cihan bi cih bûye û êrîşî tevgera azadiyê dike û hemû şêwazên şer dike û di asta navneteweyî de sûcên şer in dike. Çekên kîmyewî li dijî gel bi kar tîne. Îro dewleta Tirk pêşengiya siyaseta ku çawa dikare gelê Kurd qir bike dike ku hemû derfetên xwe, hemû siyaseta xwe xistiye meriyetê.”

‘Dewleta Tirk bi hemû şêwazan êrîş dike’

Sema Bekdaş diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze gelê ku azadiya xwe dixwaze qir bike û wiha got: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeya herî biçûk a Kurdistanê ye ku ev der bûye hêviya gelê Kurdistanê, bi pêşengiya jinan şoreş pêk hatiye. Îro bi dehan kes tên vê derê û pêşengiya jinan ji şoreşê re dibînin. Ev hemû li xweşa Erdogan naçin lewma bi hemû şêwazan êrîş dike. Îro li Bakurê Kurdistanê şerê qirkirina siyasî dimeşîne û bi hezaran kesên siyasetmedar, şoreşger, kar û xebatên jinan dikin di zindanan de ne. Îro ew jî berxwedanên dîrokî dikin, li ber xwe didin. Siyaseta dewleta Tirk bi her şêwazî berdewam dike û qirkirinên siyasî, çandî û leşkerî dike. Her wiha hemû civînên xwe li ser qirkirina gelê Kurd dike.”

‘Bi berxwedana Kobanê re ruhê yekitiya neteweyî derket holê’

Sema Bektaş bal kişand ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî û wiha domand: “Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî, em hemû şehîdên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî Arîn Mîrkan ku navê wê li her aliyên cîhanê belav bû, bi dehan şehîdên xwe bi bîr tînin û vê rojê li wan pîroz dikin. Berxwedana ku li bajarê Kobanê çêbû ku DAIŞ’ê plan kiribû weke Misûlê di 2 rojan de dagir bike mezin bû li Kobanê 134 rojan berxwedaniyek mezin çêbû, dengê wê li cîhanê belav bû, dikir nedikir  nikaribû dagir bike. Di wê rojê de her kes bi Kobanê re bû yek, 1’ê Mijdarê bû Roja Kobanê ya Cîhanî.

Peyam û waneyên ku em ji berxwedana Kobanê bigrin yek jî ew e ku gel bi rastî xwedî wê helwest û heqîqetê bû li beramberî destkeftî û xakên xwe bûbûn yek, lewma cîhan jî pê re bûn yek. Ya din jî em dikarin balê bikşînin ser yekitiya neteweyî ya ku li Kobanê derket holê. Dema Kobanê ket xeterê ew berxwedan û têkoşîna ku çêbû, hişt ku perçeyên din jî beşdarî wê berxwedanê bibin. Em her dem dibînin dijmin naxwaze yekitiya neteweyî pêk werê, ji ber dizane ger Kurd bibin yek, dikarin hêzên xwe yên guhertinê pêk bînin, lewma êrîş pêk tên. Ew ruh û berxwedan her dem berdewam dike.”

‘Ruhê berxwedana Kobanê heta roja îro berdewam dike’

Sema Bekdaş diyar kir ku ger berxwedana Kobanê çênebûya dê Şam jî biketa xeterê û wiha domamd: “Mirov dikare bibêje ku bi berxwedana Kobanê re, pêvajoyeke nû ji bo Sûriyeyê jî çêbû. Ger ew berxwedan li Kobanê derneketa dê niha komên çete û DAIŞ’ê heta Şamê her derê girtibûna, ji ber ku çeteyan projeyên xwe ji bo Şam û Iraqê çêkiribûn. Berxwedana Kobanê çêbû wê peyamê da ku pêvajoyek nû li Kurdistanê çêbûye. Gel çawa xwe bi rêxistin bikin, xaka xwe biparêzin û pêşengiyê bikin derket holê ku em waneyên ji bo xwe bigirin hebûn. Bêguman ew berxwedan heta roja îro jî berdewam e.”

‘Sekna gel hêz da şoreşê’

Sema Bektaş sekna gel a divê pêvajoyê de wiha nirxand: “Di destpêka şoreşê ve heta roja îro ger me destkeftî bi dest xistibe û em di cîhanê de tên naskirin, ev hemû bi sekn û berxwedana gel pêk hat. Îro bi saya vê têkoşînê Kurd tên naskirin, projeya neteweya demokratîk tê zanîn. Ger gel rêxistinkirî nebûya em ê nikaribûna li hemberî DAIŞ’ê û dewleta Tirk li ber xwe bidin. Îro 11 sal in şoreş çêbûye û bi rojan e êrîş hene. Berxwedan û helwesta gel hêza herî mezin e li dijî êrîşan. Em bi vê berxwedan û rêxistinbûna xwe li hemû aliyên cîhanê hatin nasîn. Dema gel bi rêxistinkirî be, hemû êrîş vala derdikevin. Tevî hemû zehmetiyan jî tu carî vîna wan neşikest. Îro dayik di merasîma zarokên xwe de, helwestên xwe nîşan didin. Vê berxwedan û seknê hêzê da vê şoreşê, îro şoreşa me berdewam dike.”

‘Divê em hêza xwe ya rêxistinî xurt bikin’

Sema Bektaş herî dawî destnîşan kir ku ji bo li hemberî van êrîşan bisekinin, pêwistî bi rêxistinkirin û xeta parastinê heye û wiha bi dawî kir: “Binpêkirinên ku li dijî gel û herêmê pêk tên, têkoşîneke siyasî û dîplomasî ya bi hez dixwaze. Dîplomasiya me, ya gel e, ji ber ku dewlet berjewendiyên xwe diparêzin. Me dît di êrîşên heyî de bêdengiyek giştî hebû, ji ber vê yekê pêwîst e siyaseta dewleta Tirk û binpêkirinên wî li tevahî dinyayê bidin naskirin. Her wiha em tifaqên xwe bi gelan re li ser prensîpên demokratîk, azadiya jinan û şoreşê xurt bikin. Em çiqas bi gelan re têkiliyên xwe xurt bikin, ewqas hêza me bêtir dibe. Ya din divê di aliyê parastinê de em şerê gel ê şoreşgerî xurt bikin û civaka xwe perwerde bikin. Dewleta Tirk ji hemû aliyan ve êrîş dike lewma pêwîstî bi rêxistinkirina civakê heye. Parastina destkeftiyan, ji destxistinê zehmetir e. Em çiqas bi serbikevin, ewqas êrîş çêdibe lewma divê em hêza xwe ya rêxistinî xurt bikin."