Seide Qeraş: Nezanîn dijminê jinan e

Jinên Tûnisî xwediyên gelek deskeftî û mafan e, ewe ku wan ji jinên ereb ên welatên din cuda dike. Tê zanîn tevî hemû astangî û zehmetiyan jî pîştî serxwebûnê gaveke girîng di aliyê statuya civakî, siyasî û aborî de avêtine.

ZIHUR ALMEŞRIQÎ
Tûnis - Tê diyar kirin ku li dijî kiryarên şideta li ser jinê, Tûnis gavên dîrokî avêtin e. Meclîsa Nûnerên Gel di 26’ê tîrmeha 2017’an de zagona binpêkirina şideta li ser jinê tomar kirin. Di gel hevpeyvîna bi siyasetmedar û parêzvana mafên mirovan ya Tûnisî û şêwirmenda serokê nemir Albacî Qayd Alsbsî Seide Qeraş re, rola jinên Tûnisî di berxwedaniya li dijî tûndiyê û geşkirina azadiyê rave kiriye.
Wek tê zanîn jinên Tûnisî gelek deskeftî di dema serweriya serokê nemir Alhebîb Borqîbe qezenc kiri ye,  bi nêrîn we, çawa wê ev destkeftî were parastin?
Çiqasî deskeftî û serkeftina jinan mezin bibe jî, di civakek bin zihniyeta mêrê serdest  de qels û kêmtir dibe. Herî zêde bi ferzkirina kevneşopiyên ku bi ol ve tê girêdan xeter dibe û dikeve xizmeta hêzên serdest, çi siyasî, civakî, çandî û aborî be rola wê biçûk tê dîtin.
Di herêmên ereban de hemû zagon û faktorên civakî dibin yek. Mînak Îraq di dema serdestiya Baas de hinek zagon hebûn ku mafên jinê diparastin. Piştî rûxandina rejîmê, yekem biryara hêzên siyasî û olî di derbarê zagonên civak û malbatê de tê dîtin. Li Lîbiya jî eynî tîşt bû, piştî mirina  Muamer Alqezefî meclîsa wê demê biryar û qanûnên Îslamî weşandin. Ango ew bi zagonên bazirganî bankî û yê bacê di axivin, hema yekser zagonên malbatî bi taybet jî yên bi jinê ve tên girêdan biryaran didin.  
Tûnis weke her welatekî esîrê erdnîgariya xwe ye. Ango ji pevçûnên îsalamî û herêmî re bê par nema ye. Çalakî û tevgerên siyasî yên îslamî bi xwe re şidet û hişmendiyeke dogma belav kiriye, bandora wê jî heya roja me ya îro hatiye. 
Hemû cîhan bi lêhiya civakî ya ku deskeftiyên jinê diparêzin matmayî di man. Bi taybet piştî derketina kovara rewşa kesan di destûra ji hêla itîlafa Alterwîke di 2012’an de hatiye erê kirin, di Çileya 2014’an de hatiye tomar kirin . Her wiha kesên vê zagonê paşguh bike, ewê bi domdarî ketina vê qezenc bikin. Ev yek jî ji nasnameya tûnisî û jinên tûnisî re şikandinek tê hesibandin. Helbet kesên dil nerm û dixwaza şikandina deskeftiyên jin dikin gelekin. Em di wê baweriyê de ne ku wê ev destkeftiyên jinan bin nekeve, lê pêwîste parastina wê were kirin. Helbet civaka Tûnisî her wê li kovara rewşa kesan xwedî derbikeve. Ev gavavêtina serokê nemir Albacî Qayid Alsbsî ya ku di mirasa mabatê de jin wekhev be tomar kiriye, ev jî serkeftinek mezine ji bo civaka Tûnisî.
Kovara "rewşa  kesan" deskeftiyek girîng e, kesên oldar her tim êrîş dikin ser. Gelo çawa hûn ê li dijî van kesên ku civakê li dijî we didin karkirin bertek nîşan bidin ?
Di vê de ez ê vegerim dîrokê. Dema Tûnis di 20’ê Adara 1956’an de serxwebûna xwe ragihand, hilbijartina yekem ji bo destûr dayîn dewletê, û endamên Meclîsa Damezrênêr a Neteweyî werin hilbijartin, mafê jinên di vê hilbijartinê de tune bû. Rûxmê jina Tûnisî di serhildanên Tûnisê de xwedî rol bû, ew hatin paşguh kirin, derfetên dengdayîna wan hate qedexe kirin.
Lê belê di 13’ê Tebaxa 1956’an de li ser kovara Rewşên Kesan di destûra dewletê de hate tomarkirin. Ango jimarek ji zagonên ku mafên jinê diparêze dinirxîne derdikeve. Serok Ahebîb Borqîbe di wê baweriyê de bû ku piştî serxwebûna Tûnisê, divê welat ji zihniyeta bindestiyê xwe rizgar bike. Biryara azadbûna nîvê civakê da ango jin û malbat, ji ber ku pergala civakê di malbata azad de bingeh û stûnek ji bo sazkirina civakê ye. Ango civak ber bi asoya mirovîbûn, dadperwerî û wekhev ve dibe. Ev jî di warê enerjî û aborî de pêşdikeve.
Gelo tu dizanî ku erêniya li ser sîstema komarê di 25’ê Temûza 1956’an de hatiye erê kirin, ango jî piştî salek li ser serxwebûn û dayîna kovara Rewşa Kesan re ye?
Sambol û girîngiya vê rêza pêşîn pir girîng e. Her wext dengên bertek weke çeqelan jê re dimînin. Bi derketina kovara Rewşa Kesan ji bo sazkirina malbatan, bi qedexe kirina zeweca pir jinan, însiyatîfa jinê pîştî ketina wê temenê zanabûn û biryar dayînê de, berdana jin û mêr bi awayekî wekhev û mafdayîna jinan di perwerdê de biryar dayîn cinsê zarok di malzaroka dayikê de, her wiha biryar bi icada dayika ducanî ji ber ku ew azadiyekî kesayeti ye, mafên wê di hilbijartin dengdayinê û kar de heye ev hemû jî mafên wan yên rewa ne. 
Ev hemû deskeftiyên jinên Tûnisî dikin yek û ji bo mafên xwe têdikoşin. Mînak jinên (ALNAHDA) xwe li hemberî Şideta li dijî jinê û parastin  Koda Rewşa Kesan diparêzin. Ji ber ku ew bi saya vê zagonê sûd werdigirin. Ev zagon û maf bûne perçeyek ji kesayetên Tûnisî. Her kes bertek li hemberî vê bide nîşan dan, wek çawa dengekî tenê qalabalix çêdikin bê encam dimîne. Ji bo vê jî bi aşkere kirina derewên wan divê em bertekekî bi encam bidin nîşandin. Yên ku şerê mafên jinan dikin eşkere ne. Dewa (zewaca cîhad ) dikin û jinên ku ji Sûriyê şandine ji bo Daiş û piştira jî berdane, piraniya van jinan hemû zarokin,  çûne cihên gel dewletê ew cihên bi ewle. Ev sîstema parastina jinê ye, divê ji hemû tûndî û şidetê bê rizgar kirin û divê hemû kiriyarên ku li dijî wan tên xebitin werin eşkere kirin.
Divê civak di warê zihnî û hişmendî de pêşketinekê saz bike. Bi rêya naskirina zagonên di bin saya olî û hişmendiya wê de, şîrove kirina civaka azad çawa tê pêk anîn bê şîrovekirin û pênase kirin.
Azadî û demoqeratiya civakê di aliyê siyasî û avakirina aboriyê de wê hêsantir encam bi dest bixe. Ji ber azadiya kesayetî  rûmet û rêzgirtinê radixe ber çavan. Her wisa bi xwe re afrênerî û vedîtinên guncaw derdixe holê ango civakek avaker e.
Hûn jî kesên yekem ku bi tûndî şer ji bo wekheviya di mîrasê de kiriye, her wiha bertek li hember te derketin. Ev çi zagon e? pêşeroja wê çiye?
Di pêvajoya dawi ya lêpirsînan de, bi fabrîqeyekê ku bi çalakiyên sivîl re têkîldar dibin min du kes di wir de naskiribûn, lê ew pir cidî bûn. Ez wek kes ji 2014’an ve min karên wana heta niha dişopand. Her wiha dema ez şêwirmenda serok Albacî bûm, di pirojeya azadiya kesan de min xebat dida meşandin. Her wiha di encama dawî de ji sedî 59,7 dengên dijber şikand pîştre jî ji sedan 70 derbaz kir. Ev jî dibe gaveke pir mezin ji bo mafê wekheviya belavkirina mîrasê bê erêkirin .
Ango pirsgirêk bi çawaniya rêbazên birêveberina piroje û naskirina civakên jêrê ye ku di warê zihnî fikrî û wekheviyê di hundirê civaka sivil de were bi rêvebirin.
Mirov bi kesên ku bersîvên piratîk ji pirsgirêkên wan ên jiyanî re eleqedar dibin û yên wan dixwazin derman û azad bikin bernadin. Her çiqas ola ku rûyên xwe di veşêrin jî, têgihêştina wan ji siyaseta wan ya binketinê eşkere ye. Civak bi dadmendî û edaletê ve girêdayi ye. Jina ku di perwerdê de cih girtiye, serweriya wan di lêkolînan de, koçberiya wan ji bo xwendinê û aligeriya wan ya bi malbatê re, biryargirtina wan di warê siyasî û ragihandinê de, ev hemû gavavêtinên dîrokî ne, piştî pişaftin û windabûna mafan di dema serweriya siyaseta Îsalamî de. Li rûxmê ew di encûmena sazî de piraniya dengan digirin jî lê, tenê ji bo belavkirina civakê û serdestiya xwe li ser mafan kar dikin. Ger di pergala perlamenterê de qelsbûn çêbû wê helbet civak jî li hember bertek nîşan bide. Wek çawa di dema Alterwîke de qewimî, ji ber ku guhertineke siyasî ber bi pêşketinê ve davêje. Wê dîrok her tim van gavan bîne bîra xwe. 
Rêjeya şidetê li gorî salên dawî zêde bûye, ji bo çareserkirinê pişniyar û stratijî çi ne?
Tundî bi xwe re tûndiyê tîn e. Di qada gîştî de tûndî, di qada taybet de jî tûndîtûjiyê derdixe pêş. Bi vê rengî belavbûna tundiyê di civakan de nîşaniya ne aramiya  endamên wê di warê jiyanî de, yanê nerihetiya di hundirê malbatê de tê kontor kirin (dewlet) e. Berê civakê êşa xwe ravenedikir, lê niha bi hêsanî û bi riya malperên civakî bi gîştî bûye mijara her kesek nerazîbûna xwe nîşan didin. Bi riya partî û gofogyên ku tên kirin wan teşîr û rexne dikin. Ev jî nîşaniya baweriya bi mekanizmeyên ku ji hêla dewlet û qanûnan ve hatine saz kirin e. Bi vî awayî rapor rexne tên rakirin. 
Her wisa pirsgirêkên xêzanî, nebûna kar û aloziya rewşa aborî, lêçûyînên jiyanî û pirsgirêkên din. Wek xwedîkirina zarokan û perwerdeya wan, bi taybet piştî qelsbûna  di dibistanên dewletê de, berê xwe didin dibistanên taybet, herî zêde bê baweriya  wan bi saziyên dewlet û nebûna saziyên cvakî  bi taybet baxçeyên zarokan yên dewletê, çûnûhatina ereban û tendûristî û xanî hemû dibin pirsgirêk û bi xwe re raperînê diafirînin.
Ji ber vê yekê çareserî di civaka ku serdestiya zilam lê heye, bi zagonan çareser nabe. Pêwîste jiyaneke wekhev û hevpar mirov bi mirovatî jiyan bike were avakirin, lewra stratîjya ku bê kirin divê gîştî be…
Dibêjin dijminê jinê, jin bi xwe ye… tu çawa dinirxînî?
Dijminê jinê nezanbûna wê ye, jina ku li dijî pêşketina jinê bisekine, ew xwediyê zihniyetek zilamtî ye, ger bizanebûn tevbigere wê hemû zoriyan derbas bike.
Di baweriya te de rûxmî şideta ku rojane lê tê kirin jî jina Tûnisî azadiya xwe bi desxistiye?
Azadî nayê pîvandin, lê her tim tê xwestin, jin di cîhanê daxwaza azadiyê dikin. Jinên  Tûnisî her tim di nava tevgera azdîxwaziyê deye. Di civaka me de heta em di navbera mafên ewleh de têbikoşin emê her tim li azadiyê bigerin.
Hûn çawa rola jinên rewşenbîr ji bo belavkirina hişmendiyê û parastina deskeftiyê heyî di civaka nûjen  de dinirxînin?
Jinên rewşenbîr di blavbûna hişmendî û yek kirina destkeftiyên ku jinên Tûnisî bi dest xistine roleke mezin leyistine. Ew di seranserî têkoşîna veguherîna demokratik de xwedî nirxên girîngin. Di medyayê civakî de, çalakiyên komeleyan de, partî û sendikayan de û ragihandê de xwedî gaveke pîrozin. Bi rastî ez dilsoz û bi hûrmetim li hember têkoşîna wan disekinim, bi wan serbilindim. Ji ber ku ew bûn mertal, kelek û zinarek ku xewnên zihniyeta zilam şkandin.
Gelo ji sala 2011’an ve guhertinek di pêşketina jinan de çêbûye yan na?
Pêşketinek mezin û ber bi çav hatiye bi desxistin. Ji ber ku ew ji bingeha guhertina dîrokî ye, haya wê ji deskeftiyan heye û di karûbarên gîştî de tevlîbûneke wê ya guncaw heye, her wisa di tevgera pêşketina van deskeftiyan de tê dikoşe. Di dema serdestiyê de kes nedikarî tevger bikira ji bilî opozisyon û hin cihên din. Lê di roja îro de bi hêsanî derdikeve û bi awayekî aşkere parastina xwe dike.
Hûn rewşa jinê li herêmên din çawa dişopînin bi taybet li Sûriyê ji 2011’an heya niha?
Her deskeftiyek û pêşketinek ya jinê, bandora xwe li ser herêmên din jî çêdike. Ji bo vê jî ez bi wan re şa dibim. Ji ber ku beşek ji xurtkirina deskeftiyên jinên Tûnisî bandorê li herêmên din jî dike. Da ku jinên tûnisî bi derdora xwe re aloziyan jiyan neke. Mezinbûn û pêşketina wan wê li hemberî tevgerê li dijî wan kar dikin xwedî bersîvek baş be.
Helbet baweriya min bi hêza jinên Sûrî pir mezin e. Wê rûmet û mafên xwe ji nû ve bigirin. Tê bîra min di dawiya salên 20’an de jinên Sûrî konfaransek jinan sazkirin ku tê de gelek mijar nirxandin û têde zagona malbat û şerîetê jî hebû.