Salîha Aydenîz: Divê Kurd li dijî polîtîkayên dijminane bibin yek

Hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyarkir ku komkujiya Parîsê bi oparasyonên siyasî yên li dijî partiyan ve girêdayî ye, destnîşan kir ku divê gelê Kurd li dijî polîtakayên dijminane bibin yek û da zanîn ku ew ê gav şûnde neavêjin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Di 23’ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Emîne Kara ya pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Li dijî 2’yemîn komkujiya li ser Kurdan a Parîsê gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat daket qadan û hêrsa xwe ya li dijî polîtîkayên qirkirinê anî ziman. Hevseroka giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz komkujiya Parisê û zextên li ser partiyên wan nirxandin kir.

‘Dixwazin Kurdan bê nefes bihêlin’

Salîha Aydenîz di destpêka axaftina xwe de komkujiya Parîsê şermezar kir, ji bo ev komkujî were zelalkirin bang li hikumeta Fransa kir û destnîşan kir ku li her qadê li dijî gelê Kurd komkujî û dijmintiyek  topyekun heye û got: “Sedemê meşandinê vê dijimntiyê, ji ber Kurdan bi inşakirina perspektîfa têkoşîna jiyana demoqratîk li Rojava bûye goşt û hestî û ji bo hemû cîhanê bûye mînak e. Îro ji derketina ew qeyrana ku li hemû cîhanê tê jiyankirin hemû gelê ku hatî perçiqandin û dixwaze bi xwe xwe rêvebibin bûye hêvî. Ev rastî hêvîbûnê li beramberî wê dixwazin vê modelê bitepisînin û bi hedefkirina bê nefes hiştinê, êrîşî Kurdan dikin.”

‘Êrîş û oparasyonên siyasî bi heveve girêdayî ye’

Saliha Aydeniz bal kişand ku pêşengiya van zext û êrîşan itifaqa AKP-MHP dike û bibîr xist ku AKP-MHP hebûn û dahatuya xwe li ser dijminatiya Kurdan dide jiyankirin û wiha dom kir: “Em dizanin, ev komkujiya ku li Parîsê pêkhatî û berî rojekê oparasyonên siyasî ya li Bakûrê Kurdîstanê li dijî DBP'ê tê meşandin bi hevdûve girêdayî ye. Yê ku ev organîze kirî her çendî cûda jî bin di encamê de pirgirêka dijminatiya Kurdan heye. Pirsgirêka qetilkirina Kurdan her tim di rojevê de ye, ji ber vê yekê divê weke hev mirov lê temaşe bike. Li Parîsê di sala 2013’an de meseleya qetilkirina Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan ronî nekirin û serde girtin. Divê li ser vê komkujiyê ji neyê girtin û were ronîkirin.”

‘Ev êrîş ji tecrîdê ne qut e’

Salîha Aydenîz  diyarkir ku ev polîtakayên tê meşandin ji tecrûdê ne dûre, divê li dijî vê têkoşînê bikin û bibin bersîv û wiha got: “Divê gelê Kurd li dijî van polîtakayên dijmina ne bibin yek. Binçavkirina hevserokên giştî yên DBP û hevserokên navçeyan, şerê ku li Başûr tê meşandin, êrîşên li ser Rojava, pirsgirêka kayuman û car din ew binpêkirinên li girtîgehan tê jiyan kirin û hemû bi berxwedaniya ku li Îmralî tê meşandin ve girêdayî ye. Ji ber pirsgirêka ku li wêderê destpê kiriye û heta roja me ya îro hatiye. Ji sala 2015’an heta niha ew qeyarana ku Tirkiye di nav de û nikare derbikeve, rastiya polîtakayên tecrîdê ya ku vegeriya ye rejimê ye. Sedemê hemû van rêbazan ji ber pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk naxwazin were çareserkirin e.” 

‘Berxwedaniya me ya bi bîryardarî wê dom bike’

Saliha Aydeniz peyama li dijî zextan gav şûnde na avêjin da û wiha dawî li axaftina xwe anî û got: “Li beramberî hemû oparasyonên siyasî û komkojiyan em tu carê serê xwe natewînin, em vê her carê tînin ziman. Em ji vê gav şûnde naavêjin û wê ev berxwedaniya me ya bi bîryardarî berdewam bike.”