Rûken Ehmed: Divê Fransa rastiya komkujiyê eşkere bike

Hevseroka Tev-Dem’ê Rûken Ehmed diyar kir ku li Parîsê vîna jinên berxwedêr û gelê azadîxwaz hatiye hedefgirtin û destnîşan kir ku divê Fransa hêzên li pişt vê komkujiyê eşkere bike.

AVAŞÎN HÊLÎN

Qamişlo- Li paytexta Fransa Parîsê di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiyeke nû li dijî Kurd û pêşengên jin, pêk hat. Di encama komkujiyê de yek ji pêşeng û rêvebera Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Rûken Ehmed nirxand kir.

‘Ji Besê, Zerîfe heya Bêrîtanan ruhê berxwedanê’

Rûken Ehmed di destpêka nirxandina xwe de bal kişand ser berxweden û komkujiyên li hemberî Kurdan di dîrokê de û wiha got: “Her dem li dijî Kurdan komkujî û qirkirin pêk hatine her wiha pêşeng û rêveberên Kurdan hatine hedefgirtin. Ji serhildana Şêx Seîd heya serhildana Dêrsimê, ji serhildana Koçgiriyê heya tevgera azadiya Kurdistanê, bi hezaran ciwan û jinên ku mîna Besê, Zerîfe û Bêrîtanan derketine pêş û mohra xwe li dîrokê xistine, hene.”

Rûken Ehmed di berdewamiya nirxandina xwe de diyar kir ku ruhê van jinan bûye mîrasa bilindkirina têkoşîn û berxwedanê û got: “Yên ku pêşengiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin û gav bi gav xwe û civaka xwe birêxistin kirin jin bûn. Jinên ku çirûska şoreşê geş kirin û belavî Sûriyeyê kirin, ji bo hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ked û bedêlên gelek giran dan. Yek ji wan mînakan jî Hevrîn Xelef bû ku dixwest di warê siyasî de pêşengî ji şoreşê re bike her wiha Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, dayê Emîne, yadê Eqîde, Zeyneb Saroxan, Jiyan Tolhildan, Hediye Brahîm û bi dehan jinên din ku di tunekirina DAIŞ’ê û rûxandina pergala baviksalar de, rol lîstin û heya henaseya xwe ya dawî têkoşiyan.”

‘Hedefa dewleta Tirk, civakê bê pêşeng hîştin e’

Rûken Ehmed diyar kir ku pilanên dewleta tirk li hember berxwedena jinan vala derket û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan êrîşî gelê azadîxwaz kir û dike, lê civaka ku berê xwe daye azadiyê li hemberî hemû cureyên êrîşan sekînin û pilanên dagirkeran vala derxistin. Hedefa esasî ya dewleta Tirk civakê bê pêşeng hîştin û di şexsê pêşengên şoreşê de qirkirina Gelê Kurd e.”

‘Dewlet-Netew dijminê jinan e’

Rûken Ehmed da zanîn ku netew-dewlet li ser esasê tunehesbandina civakê pergala xwe saz dikin û wiha got: “Netew-dewlet dijminê jinan û mirovahiyê ne, ji ber ku li ser esasê tunekirina îradeya civakê xwe ava kirine û wisa xwe li ser lingan digrin. Civak jî di nav de bi taybetî jin vê yekê napejirînin û ji bo îrade û hebûna xwe biparêzin di nava têkoşînek bêhempa de ne.”

Rûken Ehmed bal kişand ser komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013`an û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di 9’ê Çileya 2013`an de li Parîsê sê jinên pêşeng û şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, kujerên van jinan bi hincetên cuda nehatin darizandin. Deh sal di ser vê bûyerê re derbas bû lê hê jî kujerên bûyerê weke ku destên dewletê tê de nîn ne tê destgirtin. Gelê Kurd her sal di salvegera komkujiya 9`çileyê de bi wesîleya cezakirina kujeran û lêpirsîna edaleta dewletên navneteweyî, li her aliyê Kurdistan û derveyî welat derdikevin qadan.”

‘Komkujiya 23`yê Kanûnê dubarekirina komkujiya 9’ê Çileya 2013’an e’

Rûken Ehmed di berdewamiya nirxandina xwe de diyar kir ku komkujiya 23’yê Kanûnê dubarekirina komkujiya 9’ê Çileya 2013’an e û wiha got: “Eger Fransayê hesabê komkujiya 2013`an bipirsiya komkujiya duyemîn pêk nedihat. Rastiya komkujiyê çi ye? Kî li pişt heye? Kê bi rêxistin kiriye? Pêwîst e dewleta Fransayê van eşkere bike.”

‘Wek navê xwe evîndara jiyan û azadiyê bû’

Rûken Ehmed bal kişand ser têkoşîn û rêwîtiya 33 salan a Emîne Kara û wiha got: “Hevrê Evîn bû deng û hêviya gel û jinan û pêşengî ji wan re kir. Di destpêkirina şoreşa Rojavayî Kurdistanê de Evîn berê xwe da Rojava û di avakirina pergala Rêveberiya Xweser û rûniştandina projeya Neteweya Demokratîk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rolek mezin lîst. Xwedî kedek gelek mezin bû, wek navê xwe evîndara jiyanê, evîndara azadiyê û evîndara jinan û civaka xwe bû. Xwedî keseyetek gelek têgihîştî û dewlemend bû, perwerdekirina civakê û jinan ji xwe ra esas digirt. Ji pirsgirêkên jinan re dibû çareserî. Hem şoreşger, hem jî entelektûel bû, bi pênûsa xwe azweriyên civaka xwe û zehmetiyên jinan dinivîsand. Em wek jinên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şopdarên Evîn in û ji bo xeyal û hêviyên wê pêk bînin, em ê rêxistinkirina xwe xurtir bikin û li hemberî dagirkeran têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Rûken Ehmed herî dawî diyar kir ku wê gelê Kurd li ser piyan be heya êrîşkar werin cezakirin û wiha bi dawî kir: “Ji roja ku komkujî pêk hatiye, heta niha li serenserê Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd li ser piyan di nava çalakiyan de ne û hêrsa wan her diçe zêdetir dibe. Ji ber ku civak dizane bûyerek ne ji rêzê ye pir bi plan pêk hatiye û di şexsê wan sê pêşeng, hunermend û welatparêzan de hemû kesên azadîxwaz hatin hedefgirtin.