Rûken Ehmed: Dewleta Tirk a faşîst biryara qirkirina gelê Kurd daye

Hevseroka Tev-Demê Rûken Ehmed li ser rewşa siyasî got: “Êrîş û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ji hev ne qût in. Êrişên li dijî serkeftinên gelê Kurd ên pêncî salan in didome. Dewleta Tirk hewl dide Kurdan qir bike.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi pêşengiya gelek partî û rêxistinan li 74 navendên cuda yên welatan kampanyaya bi navê “Ji Rêber Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir. Ev kampanya belavî her derê bûye. Di heman demê de dewleta Tirk bi hemû awayî êrîşî hebûna gelê Kurd dike ku ev êrîş li seranserê Kurdistanê di qadên siyasî, leşkerî û çandî berdewam dikin. Li aliyek din ev mehek e şerê Îsraîl û Filistînê berdewam dike. Di nava ewqas qeyranan de ji bo derketina krîz û kaosan nêrîn û pêşniyara jinan li Rojhilata Navîn wê rewşê bigihurîne ku jin bûne hêza çareseriyê. Sekna gel a li hemberî pêvajoyê berxwedan û têkoşîna heyî diyar dike.

Têkildarî van mijaran Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Rûken Ehmed bersiva pirsên ajansa me da.

*Di 10’ê Cotmehê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 74 cihên cuda yên welatan kampanyayek hat destpêkirin, hûn vê kampanyaya ku dest pê kiriye çawa dinirxînin?

Ji bo Rêber Apo, di asta Kurdistan, gelê Kurd û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek çalakiyên cur be cur hatin destpêkirin. Îsal têkildarî pêngavên ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî tevgerê jî gelek daxuyanî dan. Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendan pêngav di asta cîhanî de hat ragihandin. Mirov dikarê bibêje, fikir û ramanên Rêber Apo her diçe gerdûnî dibin, mirov dibîne Rêber Apo ji asta Kurdistanê û asta Rojhilata Navîn derket û bû rastiya ku hemû pirsgirêkên heyî, krîza heyî, hemû hevçûnên di navbera gelan de, di navbera dewletan de, komkujiyên ku tên jiyîn, şerên ku ji bo berjewendiyan tên kirin, mirov tê digihîje ku ev pirsgirêkên heyî yên niha bi analîzên Rêber Apo beriya salan hatibûn gotin. Gelek rengên tecrîd, rengên disîplînê hene, gelek caran mafê Rêber Apo hatin astengkirin nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û fikrên xwe bigihîjîne derve. Bi vê boneyê gelek çalekî di nav gelê kurd de çêbûn, pêngavên pir bi nirx hate kirin, heta li zîndanan de ji bo tecrîd bê şikinandin, çalekî hatin kirin, şahadet hatin jiyîn. Ev çalakî bi nirx bûn û ya ku hiştiye di 74 navendan de di asta cîhanê de pêngav dest pê bike, têkoşîna 25 salan a gelê Kurd daye meşandin e. Di vê pêngavê de hat îsbatkirin ku gelê Kurd, jin û gelên Rojhilata Navîn mafdar in.

*Kesên zana û gelek kesên dîroknas pêşengiya vê pêngavê kirin. Gelo di fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çareseriyek çawa dîtin?

Mifteya çareseriyê ya ku em qal dikin li Rojhilata Navîn pêk were û dawî li şeran bîne, qeyranên ku bên çareserkirin, aboriya ku têk diçe, tenê Rêber Apo dikare çareser bike. Ew krîzên ku hene dewlet li pişt wan e, bi taybetî dewleta Tirk krîza ku heye kûrtir dike, tecrîdê giran dike. Ev hemû bêmafî ne û gelê Kurd mafdar e. Berxwedana herî bi nirx li Îmraliyê hat kirin. Yê ku cîhanê mecbûrî vê pêngavê kir, di serî de Rêber Apo bû. 74 navendan, tevahî tevgerên heyî mîna, kesên pêşverû, rewşenbîr, feylezof, ên xwedî zanistên dîrokî ne. Dewletên desthilatdar ên ku şeran ji bo xwe esas digrin û temenê xwe dirêj dikin, dîtin ne çareserî ye. Neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk, civaka azad û jinên azad, rola ciwanan a pêşeng dîtin ku divê fikrê de heye ji lewre li derdora fikrên Rêber Apo kom bûn û pêngavek bi vê rengî dest pê kirin. Pêngavek pir bi nirx e û yên ku temam bikin dê gelê Kurd, jin û ciwan bin.   

*Geşedanên li Rojhilata Navîn û qeyrana ku li wê erdnîgariyê tê jiyîn hûn çawa şîrove dikin?

Di rastî de Rêber Apo di parêzname û anlîzên xwe yên dîrokî de, bi taybetî li Rojhilata Navîn çi tê kirin, dewletên xwedî berjewendî armanca wan ji Rojhilata Navîn çi bû? Çima Rojhilata Navîn li gelek dewletên qewmî yên netew-dewletê belav kirin? Çima kirin dijminên hev? Rêber Apo bi berfirehî aniye ziman. Di rastî de li Rojhilata Navîn çanda hevbeş, çandeke bi hev re jiyanê, dîroka kevnar hebû. Çima ewqas bûn dijminên hev û sedema xwînrijandina ku pêşî lê nayê girtin? Koçberiya ku îro tê jiyîn ku gotinek heye ‘Koçberî birayê mirinê ye’ ji ber tu ji cih û warê xwe derketî, ji mirinê re rû bi rû yî, tu bênasname, bêwar, bêpişgirî û bêparastin dimînî. Mirov nikare di koçberiyê de parastina xwe bike. Di rastî de di Rojhilata Navîn de astek wiha hatiye jiyîn. Ji bilî kuştin, qetlîam û koçberiyê tu rê ji gelê Rojhilata Navîn re nehatiye hiştin. Peyamên Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn ev bûn: ‘Pêwîst e gelê Rojhilata Navîn vegere ser rastiya xwe,  hev hembêz bike û dawî li van şeran bîne.’ Ji ber ku şer pirsgirêkê çareser nakin. Îro Rojhilata Navîn ketiye krîzek wiha. Çiqas bi hev re di nava şer de bin, di nava krîzê de bin, di nava binesaziya hilweşandinê de bin, di nava tunekirina aborî û koçberiyê de bin, ewqas berjewendiyên netew-dewletê, xwe li ser didin jiyîn.

*Ev nêzî mehek e şerekî dijwar di navbera Îsraîl û Filîstînê de rû daye hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Niha di navbera Filîstin û Îsraîlê de şerek heye, di aliyekî de ew dewletên ku destekê didin Îsraîlê û çekên ku didin Îsraîlê hene, di aliyek din de ew dewlet alîkariyê didin gelê Filîstînê. Niha çi dibe, civakê dike parsek û dibêje encax ez dikarim alîkariyê bidim te, li kêleka wê jî alîkariya çekan dide Îsraîlê. Di wê demê de tu destek didî ku ev şer gur bibe. Bi êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê re mehek e Îsraîl qetlîamên mezin dike. Heta niha 10 hezar kes hatine qetilkirin. Ev kesên ku hatine kuştin kî ne? Jin, zarok, sivîlên ku bajarên wan hatine wêrankirin in. Pirskirêka Îsraîl û Filîstînê bi vê riyê nayê çareserkirin. Xuya ye Îsraîl ji bo tunekirina gelê Filîstînê israr dike, gelê Filîstîn jî li dijî êrîşan li ber xwe dide. Çareseriya li Rojhilata Navîn û bi taybetî şerê herî dawî yê Filîstîn û Îsraîlê, wê bi naskirina gel be. Lê mirov dikare bibêje di gelek daxuyaniyên ku hatine dayîn de jî diyar dibe ku ne Hamasê bi serê xwe êrîşî Îsraîlê kiriye ne jî Îsraîl bi serê xwe wiha dike. Tiliya gelek dewletan tê de heye ku yek ji wan dewleta Tirk e di navbera gelan de fitneyê derdixe. Dewlet heta bi dek û dolaban di navbera gelan de qeyranên mezin çêdike.

*Dewleta Tirk li her aliyê Kurdistanê êrîşî gelê Kurd dike, armanca van êrîşan êrişan çi ye?

Êrîşên dewleta Tirk êrîşên qirkirinê ne. Di sala 2011’an de şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, lê tenê li ser Rojavayê Kurdistanê na, Bakurê Kurdistanê bi taybetî di sala 2016’an piştî rizgarkirina Kobanê, ji bo ku pêngava xweseriyê dest pê bike, qirkirinek çandî, siyasî û ji binî ve rakirina gelê Kurd hat armackirin. Li Rojhilatê Kurdistan û Başurê Kurdistanê jî bi vê rengî ye. Li qadên parastina medyayê ku şervanên azadiyê bûne îlham û hêvî ji bo tevahî Rojhilata Navîn dewleta Tirk êrîşî wan dike. Her wiha bi riya hikûmeta Iraqê re êrîşî çanda me ya kevnar Şengalê tê kirin. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşa me bû îlham ji tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê re. Li wê derê DAIŞ’ê têk biribûn û pêngav hîn jî didomin. Dewleta Tirk armancên wî tunekirina gelê Kurd e. Di esas de avakirina komara Tirkiyeyê li ser qirkirina çand û civakê ye. Ev yek tenê li ser gelê Kurd pêk nayê, di heman wextê de li ser gelê Ermen, Suryan û gelên kevnar ên Mezepotamyayê pêk anîne, koçber kiriye û demografî guhertiye. Ev hemû qirkirin e. Îro mînaka li ber çavên me Efrîn e, li ber çavên gelê resen ê Efrînê guhertina demografîk pêk tê. Di heman wextê de dewleta Tirk êrîşî gelê koçber dike ku cihên koçber bûne, careke din koçber bibin. Herî dawî êrîşî binesaziya herêmê kir, êrîşî ewlekariya hundirîn şervanên ku ewlekariya welatê xwe diparêzin, kirin. Armanca van êrîşan, armancek ji rêzê nîn e. Li Bakurê Kurdistanê bi dehan kesên pêşeng û siyasetmedar ji bo doza Kobanê girtî ne, cîhanê 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya Cîhanî îlan kir, dewleta Tirk a faşîst, kesên ku pişgirî dan Kobanê bi sedan siyasetmedar û parlamenteran dadgeh dike. Dixwaze, ziman hebûn, çanda vê gelê tune bike. Dibêje yan tu yê xwe radest bikî û bibêjî ez tune me, yan jî tu yê bi qirkirina çandî û siyasî re rû bi rû bimînî.

*Sekna gel li hemberî pêvajoyê divê çawa be?

Di sekna gelê Kurd de, şiyarbûnek heye û di siyasetê de mirov wê şiyarbûnê dibîne. Bi taybetî sedsaliya Lozanê, mirov dikare bibêje, gelek kongre û komcivîn çêbûn siyasetmedarên Kurd ên ku xeteriya demên pêş dibînin, analîzên ku dikin, bi nirx in lê ev yek tenê têrê nake. Xeterên ku li hemberî gelê Kurd hene pir zêde ne. Di serî de jî dewleta Tirk a faşîst biryara qirkirina gelê Kurd û jiholêrakirina gelê Kurd daye. Bi taybetî êrîşên ku îro li ser qadên parastinên medyayê tên kirin, êrîşên ku li ser Rêber Apo tên kirin, tecrîda girankirî di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd tê kirin. Em sedsala pêşiya xwe winda bikin, wê cîhan tevahî winda bike. Qedera Rojhilata Navîn û qedera cîhanê, sekna gelê Kurd e ku wê bi pêşengiya me krîza heyî bê çareserkirin.

*Ji bo derketina ji krîz û kaosa Rojhilata Navîn rola jinan divê çawa be?

Li tevahî cîhanê şiyarbûna jinan li hemberî vê krîzê û zirarên ku civak dibîne û bi taybetî jin dibînin heye. Krîzên ku li Rojhilata Navîn, çêbûne şerên ku didomin, koçberiya heyî, bazarên ku li ser civak û jinan tên kirin hene. Di serhildana Rojhilatê Kurdistanê derketinek li hember zîhniyeta desthilatdar a ku di kesayeta jinan de civakê bindest û kole dike, pêk hat. Jinên Efganistanê li hember siyaseta desthilatdar a ku bi xwe re kuştin û talanê tîne, çêbû. Rêber Apo jinan kir xwedî biryar, kir xwedî sekn. Rêber Apo di 40 salên tevgera jinan de bi taybetî bi pêşengiya jinan  yekan hemû îsbat kir. Li Rojavayê Kurdistanê di şexsê YPJ û jinên siyasetmedar ên ku xwedî rol in cih di Rêveberiya Xweser, pergala hevserokatî de girtin. Ev destkeftin belavî tevahî cîhanê bû, ji Efganistan bigre heta Emerîkaya Latîn, ji jinên cîhanê heta Rojhilata Navîn, ji Îran heta Rojhilatê Kurdistanê, belavî her derê bû. Dirûşma “Jin jiyan azadî”, çareseriya pirsgirêka ku îro Rojhilata Navîn dijî ye. Îro jin di nav tevgerê de ne û li gorî nêrîna min pêwîst e li hemberî netew-dewletê, xwedî roleke mezin bin. Jin çalak in lê hê jî pêwist dike ku jin xwedî rêxistinek ji vê xurtir bin. Bi pêşengtiya jinên Kurd, li ser yekitiya neteweyî, pêşengiyek mezin lazim e. Rojhilata Navîn ber bi hilweşandinê ve diçe, Rojhilata Navîn, xwedî civakek kevnar e, yên ku di Rojhilata Navîn de di dîroka kevnar de rol lîstine berê jî jin bûne.

*Herî dawî banga we ji bo jin, ciwan û civakê çi ye?

Em di serî de bang li jin û ciwanan dikin ku pêngava ji bo Rêber Apo ya ji bo azadkirina wî ya fizîkî, destek bikin. Divê em bizanibin, ew pêngava me, wê Rêber Apo azad bike. Asta çalakiyan gelek bilind e lê ev yek têrê nake û divê zêdetir be, pêşengiya vê çalakiyê jî wê jin û ciwan bikin.