Rozelîn Bekir: Çareseriya aloziya heyî li Îmraliyê ye

Endama Navenda Rojava ya Lêkolînên Steratejîk Rozelîn Bekir tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin nirxand û bang li her kesê kir ku li dijî pergala tecrîd û îşkenceyê xwedî helwest bin.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Bi qasî 21 mehan e tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd û girtiyên gel wî nayê girtin. Endama Navenda Rojava ya Lêkolînên Steratîjîk Rozelîn Bekir ya pergala tecrîd û îşkenceyê ya ku li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin nirxand û bal lê kişand ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd û jinan tecrîd tê meşandin.

‘Tecrîda girankirî rastiya desthilatdariya komplogeran derdixe holê

Rozelîn Bekir behsa pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin kir û wiha got: “Hemû rewşên ku Rêber Apo tê de derbas bûye ji dema hatiye girtin ve heya roja me ya îro qanûnên navneteweyî binpê dibin. Dewleta tirk, gelê Kurd bi polîtîkayên bişaftinê anîbû asta tunekirinê û her xwest di wê rewşê de bimîne bi rengekî ku nikaribûn tu carî serî hildin. Weke lêkolîner tişta ku bala me dikşîne di vê mijarê de bêdengiya cîhanê ya li hember vê tecrîdê ye. Di sedsala 21’emîn de mirovekî xwedî fikrên azad a weke Rêber Apo di bin tecrîdekê ewqas giran de be, ev jî tê wateya dirûtiya dewletan. Siyaseta hegomon zagonên cîhanî tevlihev kirine. Lewra sîstema ku li Îmraliyê tê meşandin rastiyên wan derdixe holê û durûtiya wan dide nîşandan. Behsa mafên mirovan dikin lê behsa tecrîda ku 24 sal in tê meşandin nakin.”

‘Rêber Apo bi fikir û rêxistina ku li derve ava kirirye komplo vala derxist’

Rozelîn Bekir bal kişand ser afirîneriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê ku dikaribû zindanê bike cihê herikîna fikrên ji bo azadiyê û wiha domand: “Rêber Apo dikaribû zindana Îmraliyê bike cihê perwerdeyê bi vê yekê re civakeke rêxistinkirî li derve ava bike. Berxwedana dîrokî ya Rêber Apo hesabê komplokeran tevlihev kir û dikaribû civakê di aliyê siyasî, aborî û parastinê de xurt bike. Ev rewşa heyî rastiya tecrîdê zêdetir radixe ber çavan, ji ber bi tecrîdê re dewleta tirk êrîşî civakê û nirxên gelan dike û mînaka wê ya sereke êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.”

‘Bi felsefeya Rêber Apo, jin dîroka xwe dinivsînin’

Rozelîn Bekir da zanîn ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li ber pejirîna vîna jinan û xwedîderketina nasnameya wê vekir û wiha pê de çû: “Rêber Apo li dijî zagon û kevneşopiyên ku jinan kole dikin alternatîfa jiyana azad ji bo jinan bi pêş xist. Sîsteman jinan kiribûn qurbanên hemû kevneşopiyên ku baviksalariya wan diparêze lê Rêber Apo ev yek red kir û jinan ji koletiyê ber bi azadiya mayînde ve bir. Di nêrîna min de ger îradeya jinan bi fikrên Rêber Apo ve nehatibûna girêdan wê heya niha jin di nava sîsteman de kole bûna. Ji bo wê fikrên Rêber Apo derfeteke bingehîn bû ku jin dîroka têkoşîna xwe di asta cîhanî de misoger bikin û bibin xwedî hebûn. Rola ku Rêber Apo daye jinan mezin e û pêşiya wan vekiriye. Em deyndarên wî ne û gere em vê di jiyana xwe de pratîze bikin û pê bawer bin.”

‘Bila her kes bi erka xwe ya berpirsyariyê rabe

Rozelîn Bekir banga xwedîderketinê li doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha bi dawî kir: “Îro bi saya fikrên Rêber Apo em jiyanê bi awayê demokratîk û wekhev dijîn. Pêwîst e gelê me li welat de û li derveyê welat, têkoşîna xwe bidomîne. Her wiha pêwîst e saziyên mirovî jî bi erk û berpirsyariya xwe rabin ji ber çareseriya aloziya li Îmraliyê ye.”