Rozarîn Kamangar: Li Îranê jin û cîvak êdî guhertinê dixwazin

Endama KJAR’ê Rozerîn Kamangar şoreşa ku bi pêşengiya jinan dest pê kir bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ silav kir û diyar kir ku jin û civak êdî li Îranê guherînê dixwazin û divê ev pêvajo berfirehtir bibe.

ŞEHLA MUHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan - Jîna Mehsa Emînî ku ji aliyê polîsên qaşo axlaq ên rejîma Îranê ve bi îşekenceyê  hat qetilkirin, di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Qetilkirina Jîna Emînî re êdî li Îranê hemû tişt giha merhelaya xwe ya dawî. Jin li Îranê li hemberî rejîma Îranê di her qadên jiyanê de rastî zextan dihatin, gelek mirov ji ber fikrên xwe dihatin îdamkirin. Jin bi îşkence, nêzîkatiyên xirab, lêdan, îdam û gelek binpêkirinên mafan jinan rûbirûyî polîtîkayên qetilkirinê dibin.

Li dijî hemû zextan çalakî berdewam dikin

Piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî hem li Îranê hem jî li bajarên Rojhilat geş daket qadan û çalakiyên protestoyî li dar xistin. Ev ji mehekê zêdetir e serhildan berdewam dikin û berfireh bûne. Ji ber mudaxele û êrîşên rejîmê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek mirov jî hatin girtin û xistin girtîgehê. Li hemberî hemû zextan jî çalakî li bajaran berdewam dikin, bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ jin pêşengiyê ji şoreşê re dikin.

'Gel li şoreşa jinan xwedî derdikeve'

Endama komîteya dîplomasiyê ya Komeleya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistan) KJAR Rozarîn Kamanger bûyerên li Îranê diqewimin ji ajansa me re nirxand û di destpêkê de şoreşa jinan a li Îranê silav kir û wiha got: “Di peşengiya jinan de pêvajoyeke şoreşê heye, civak vê dibîne ku ger jin azad bibe, wê civak azad bibe. Civak di ferqa vê de ye û di pêşengiya jinan de ev şoreşa ku heye wê heta dawiyê lê xwedî derbikevin.” 

'Îran dixwaze jinan bike kole'

Rozerîn Kamangar bi bîr xist ku rejîma Îranê dijminê jinan e û wiha got: “Rejîma Îranê dixwaze jin bibe kole, li Îranê hovîtiya ku li jinan tê kirin li tu welatan nîn e. Jin ji mafê xwe yê herî biçûk jî bêpar tê hiştin. Strangotina jinan qedexe ye, çûyîna wan a stadyûmê qedexe ye, neçar in serê xwe bigrin, jinan di vê serhildanê de xwe pênase kirin.”

'Li meydanan dirûşmên ‘Azadiyê’ tên bilindkirin'

Rozarîn Kemangar da zanîn ku li welat şoreşeke zîhniyetê heye û wiha domand: “Jin û civak dibînin ku êdî guhertinek pêwîst e û gihîştiye vê encamê, hinek daxwazên gel hene û dixwazin hikumet van daxwazan bibîne û pêk bîne. Gel bi biryar e ku gavan şûnde neavêje, li qadan dengê dirûşmên azadiyê bilind dibin. Di heman demê de êş û daxwazên civakê hevpar in, gel li dijî sîstema mêrsalariyê bi hêzek hevbeş qadan naterikînin. Hevgirtinek mezin heye, jin di xeta paradîgmaya azadiya jinan de em dikarin bibêjin ber bi azadiyê ve dimeşin.”

'Li gîrtîgehên Îranê bênpêkirinên cidî tên jiyîn'

Rozerîn Kemangar bal kişand ser zextên ku li girtîgehên Îranê tên jiyîn û wiha got: “Li gîrtîgehên Îranê bênpêkirinên cidî tên jiyîn. Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ev bi salan e di girtîgehê de ye û rastî hemû cureyên zextan tê, gelek caran jê xeber nayê girtin, destûr nayê dayîn. Gelek girtiyên siyasî û çalakvan dibin hedefa zextan, li girtîgehên Îranê gelek îşkence hene û gelek kes hatine îdamkirin û hê jî tên îdamkirin. Bi van zextan hewl didin bi gel çok bidin şikandin û dixwazin desthilatdariya xwe bidin berdewamkirin, lê belê hem di girtîgehan de hem jî li qadan şoreşa gel berfireh bûye.”

'Divê ev serhildan berfireh bibe û pêvajo bidome'

Rozerîn Kamangar destnîşan kir ku dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye dîrûşma sereke ya şoreşê û ev dirûşm li Îranê bilind bûye li tevahî cîhanê belav bû wiha got: “Em weke KJAR’ê hemû jinên ku têdikoşin silav dikin divê ev pêvajo were berfirehkirin. Rejîma Îranê bi komkujiyan dixwaze atmosfera tirsê ava bike lê belê gel gav şûnde navêje. Armanca me ew e ku em daxwazên xwe yên ji bo gihîştina azadiyê li qadan biqîrin û vê berdewam bikin.”