Rojnamevan Sînor Rehman: Komkujiya duyem a Parîsê polîtîk e

Rojnamevan Sînor Rahman diyar kir ku komkujiya di 23’ê Kanûnê de li Parîsê, weke komkujiya 9’ê Çileya 2013’an li heman cihî ango li Parîsê pêk hatiye loma divê dewleta Fransayê hêzên tarî yên li pişt êrîşê ronî bike.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Roja 23’ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Emîne Kara ya pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Ji roja 23’ê Kanûnê ve heta niha ji Parîsê bigre heta gelek welatên Awropayê, Kurdistanî û dostên xwe ji bo hêzên li pişt êrîşkar derkevin holê li ser lingan in. Gelê Kurd vê komkojiya duyem a Parîsê weke êrîşek nijadperest qebûl nake û ji dewleta Fransayê dixwazne hêzên tarî yên li pişt êrîşkar werin ronîkirin.

Rojnamevan Sînor Rehman ku li herêma Federal a Kurdistanê dijî, diyar kir ku ev komkujî dişibe ya Parîsê ku di sala 2013’an de pêk hatibû û divê dewleta Fransayê hêzên li pişt êrîşkar ronî bikin û hesab ji wan bixwazin.

‘Ev dişibe komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê’

Rojnamevan Sînor Rehman destnîşan kir ku awayê vê komkojiyê dişibe komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê û wiha got: “Ez weke Kurdek tu gumana min nîn e baş dizanim ev êrîş û qetlipam siyasî ye. Çawa ku li pişt komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê ku Sakîne Cansiz û hevalên wê, MÎT’a Tirk heye, di vê komkujiyê de jî heman şop heye. Polîsên Fransayê diyar kirin ku êrîşkar beriya 12 rojan ji girtîgehê deketiye û nijadperest e li dijî penaberan. Ji gelên cuda li wê kolanê gelek avahî hene, çima tenê Kurd kirine hedef, ev pirseke ku divê bersiva wê were dayîn. Em dibînin dewleta Tirk çawa li Rojava û Başûr li dijî gelê gelê Kurd di nava êrîşan de ye. Careke din li Bakur beriya çend rojan êrîşîn li dijî partiyên siyasî pêk anîn. Hêzên li pişt êrîşkar diyar in.”

Sînor Rehman bal kişand ser komkujiya Parisê ya ku di 9’ê Çileya 2013’an de pêk hat û diyar kir ku beriya bûyerê li Tirkiyeyê pêvajoya bi navê ‘çareseriya pirgirêka Kurdan’ hebû, komkujiya Parîsê darbe li wê da û wiha domand: “Dewleta Tirk dibîne ku pirsgirêka Kurd çawa karekterek gerdûnî qezenc kiriye, careke din li dora dirûşma Jin Jiyan Azadî li gelek cihên cîhanê mijar ketiye rojevê, ji bo pêşî li vê yekê bigre êrîşek wisa pêk anî. Dixwaze bi vê êrîşê rasterast vê peyamê bide gelê Kurd û bibêje ku ki Kurdistanê, li ewropayê em ê mafê jiyanê ji bo we nas nekin, em ê nehêlin hûn li tu cihî têkoşîna xwe bidomînin.”  

‘Divê dewleta Fransayê hêzên li pişt êrîşkar ronî bike’

Sînor Rehman bal kişand ser sekna Fransayê ya li hemberî komkujiya Parîsê û wiha got: “Ger Fransayê hêzên li pişt komkujiya Parîsê ku Sakîne Cansiz û hevalên wê yên ku hatibûn qetilkirin, ronî bikira û dosya nehatibûya girtin, wê komkujiya duyem a Parîsê pêk nehata. Madem Fransa îdia dike ku welatek demokrat, wekhev û bi edalet e, wê demê divê bi rastî vê komkujiyê ronî bike û hêzên li pişt derxe holê û bidarazîne. Ji bo ev komkujiyên wiha careke din dubare nebin divê gelê Kurd xwe bi rêxsitin bike, biparêze û girîngiya yekitiya xwe bizanibe.”

‘Dewleta Tirk jinên têkoşer dike hedef’

Rojnamevan Sînor Rehman da zanîn ku Emîne Kara jî weke Sakîne Cansiz hemû jiyana xwe bi têkoşîna azadiyê derbas kiribû, 30 salan ji bo Kurdan û azadiya jinan têkoşiyabû û wiha bi dawî kir: “Ew jî weke hevala Sakîne Cansiz xwedî kesayetek têkoşer bû, ji ber wê yên weke wê hildibêjirin û qetil dikin. Ji xebata jinên ku xwedî hişmendî ne û di warê navneteweyî de dixebitin ditirse. Ji ber wê di şexsê jinên Kurd de Kurdan dike hedef. Îro li hemû cîhanê yên ku ji serhildana Jin Jiyan Azadî re pêşengiyê dikin jin in. Hemû jinên Kurd ên ku bi awayê aktîf rêveberiyê ji têkoşînê re dikin di hedefa dewleta Tirk de ne. Li Başûrê Kurdistanê jî jinên wisa dikin hedef. Beriya çend mehan li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel kirin hedef. Dewleta Tîrk êrîşên terorîstî li hemû cihên ku destên wê digihîje pêk tîne. Hemû hêza xwe ji bo vê seferber kiriye, ji ber wê em li ku derê bin bila bibin, em di kîjan pozisyonê de bin divê li hemberî van êrîşên terorîstane em şiyar bin û sekna xwe biparêzin.”