Rojnamevan Hewjîn Şiwane:Dezgehên ragihandinê bi aqlê mêr kar dikin

Rojnamevan Hewjîn Şiwane diyarkir ku dezgehên ragihandinê bi aqlê mêr kar dikin û destnîşan kir ku divê bi riya ragihandinê civak were hişyarkirin her wiha divê jinên rojnamevan hîn zêdetir asta hişyariya xwe bilind bikin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Li herêma federe ya Kurdistanê hejmarek zêde ya dezgehên ragihandin û rojnamevanan heye. Her yek ji wan girêdayî partiyek siyasîne. Ev rojnamevanên ku di dezgehên ragihandinên partiyên siyasî de dixebitin ji ber berjewendiyên partiyan ji pirsgirêkên aborî û civakî û siyasî ya ku li herêmê heya nabe bersîv.

Rojnamevan Hewjîn Şiwane derbarê  dezgehên ragihandinê li başûrê Kurdistanê de wiha got: “Pirsgirêk û krîzên ku li başûrê Kurdistanê heye, dezgehên ragihandinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên lê herêmê nebûne alîkar. Hebûna dezgehên ragihandina aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe û fikrê xweyê siyasî xizmetê dike. Her wiha hejmara rojnamevanan bi awayek berbiçav zêde bûye, ji ber nebûna ragihandina demokratîk beşek zêde ya rojnamevanan neçar dimînin berê xwe bidin ragihandinên partiyan.”

‘Armanca sereke ya  bername  û dramayan têkdana mejiyê civakê ye’

Hewjîn Şiwane destnîşan kir ku ew bernameyên civakî û siyasî niha di nava kenalên ragihandinê de tên weşandin piraniya wan ne di berjewendiyên hemwelatiyan dene û wiha got: “Bi awayên neyînî pêşkêşî gel dikin, niha pêwîstiya Kurdan bi hişyariya fikir, siyasî û civakî  heye. Ragihandin li ser pirsgirêk û koçberkirina ciwanan na rawestin. Her wiha mejiyê civakê ji ber hinek bernameyan û dramayan têkçûye. Ji ber armanca sereke ya van bername  û dramayan têkdana mejiyê civakê ye. Zêdebûna van bername û dramayan  ji mere dibêjin ku ragihandin nikare bi erkê xwe yê berpirs rastiyan ragihîne.”

‘Rojnamevan nikarin fikrê xwe di kar de bînin ser ziman’

Hawjîn Şiwana wiha behsa rewşa jinên rojnamevan di dezgehên ragihandinê de kir û got: “Her wiha zîhneyeta mêrsalar û desthilatê ku hertim jinan biçûk dixwe di dezgehên ragihandinê de bi vî aqlî  karê xwe encam didin. Beşek zêde ya bernameyên tê amadekirin mêr biryar didin. Zîhnyeta mêrsalar jinan di dezgehan de neçar hêlane, nikarin hêvî û daxwazên ciwanan bi cih bînin. Niha rewşa rojnamevanan di rewşek wisan deye ku nikarin fikrê xwe di kar de bi cih bikin. Exlaqê ragihandinê divê li gel rastiya civakê be lê belê partiyên siyasî li gora berjewendiyên xwe rastiyan diveşêrin. Beşek zêde ya ragihandinan bi riya film û bernameyên ne pêwîst civakê û ciwana ber bi xwe ve dibe û civakê ji pirsgirêkên heyî û dagirkeriya li herêmê bê agahî dihêlin. Divê civak çand û dîroka xwe nas bike. Bi riya medyaya dijîtal bi awayek ciwanan ber bi bê agahiyê ve dikşînin agahiya wan ji xak û welatê wan namîne. Ji ber wê divê bi riya bername û filmên sînemayê giringî bidin hişyarkirina kesên civakê, giringî bi hişyarkirina kes, jin û jîngeha Kurdistanê bidin. Her wiha bi riya bernameyan ciwan agahiyên dîroka welat bizanin.”

‘Di nava dezgehên ragihandinê de sîstema sermayedar biryar dide’

Hawjîn Şiwane wiha behsa jinan û bêdengkirina wan di dezgehên ragihandinê de kir û wiha got: “Jin û pêşketina jinan di her dezgehekê de wisan kiriye ku hêza wê were asteng kirin. Lê belê niha hişyarbûna jinan xwe îsbat kirina jinan li beşek yê navçeyên Kurdistanê guherîn di zîhnyeta mêr de çêkiriye. Weke rojnamevanekê niha dikarim bi xwe biryar û pirsgirêkên jinan li gel jinan goftogo bikim. Hebûna sîstema hevserokatî, biryardana jin û mêran di piranî di dezgahan de nayê dîtin, ji ber wê jin nikarin ew bernameyên ku pêşkêş dikin bi fikrê jinê be.”

Hawjîn Şiwane di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li her cihekê pêwîstiya kes bi perwerdekirina xwe heye, bi riya xwendin û pirtukan kes dikara hişyar bibe. Hişyariya kes bi riya xwendin û zanîna dîroka netewa xwe dibe. Her wiha rojnamevan ji her kesê cûdatir erk û berpirsyartiya wan heye. Divê bi riya ragihandinê hertim kesên civakê hişyar bikin. Jinên rojnamevan bi riya agahiyên zêdetir asta hişyariya xwe bilind bike û parastina mafê xwe yê rewa bike.”