Rîhan Loqo: Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên me dîsa bi komployeke navnetewî pêk tên

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo têkildarî êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina wê ji gelê herêmê re nirxand kir û got ku wê heya dawiyê bi têkoşîn û berxwedanê bersiva êrişan bidin.

ROJ HOZAN

Qamişlo - Dewleta tirk a dagirker bi armanca têkbirina ewlehiya li herêmê û meşandina şerê taybet li ser civakê êrîşên xwe dewam dike. Di navbera du rojên derbasbûyî de bi dehan top avêtin bjara û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye li Qamişlo, Dirbêsiyê, Tirbespiyê û Zirganê, di encamê de bi dehan sivîl û zarok birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Li hember vê yekê jî bêdengiyeke navdewletî heye. Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo nirxand kir.

“Dewleta tirk bi pilanên mezin êrîşî axa me dike

Rîhan Loqo behsa armanca êrîşên dewleta tirk kir û wiha got: “Ger em dîroka dewleta tirk a dagirker binirxînin em ê bibînin ku her dijminatiya civaka Kurd û şerê gelê ku têkoşîna azadiyê dide meşandin, kiriye. Ev zêdetirî 40 sal in ku dewleta tirk rojane êrîşî tevahiya xaka Kurdistanê dike û armanca wê jî ew e ku derbeyekê li hişmendiya civaka Kurd bixe. Dewleta tirk bi pilanên mezin êrîşî axa me, destkeftiyên şoreşa me û berxwedana gelê me dike. Gelê herêmê bi hemû pêkhatiyên xwe bi aramî, aşîtî û demokratîk dijîn. Her ku dewleta tirk dibîne projeya me di aliyê diblomasî û siyasî de xurt dibe tevlîheviyan derdixe û êrîşî vîna civaka me dike. Em ji têkoşînê re her amade ne.”

"Êrîşên ku niha li ser herêmên me têne kirin, êrîşên navnetewî ne"

Rîhan Loqo destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye hînî pilangeriyên dijminan bûne û wiha axivî: "Siyasetên ku dewletên navnetewî û di serkêşiya wê de dewleta tirk dide meşandin eşkere ne. Her ku em dibînin civînekê li dar dixin yan jî li hev kom dibin pilan û komployên wan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye zêdetir dibin. Piştî rûniştina li Tehranê ji aliyê Tirkiye, Rûsiye û Îranê ve hat diyarkirin ku careke din êrîşeke pilankirî li ser civaka me heye û pêwîst e em jê re amade bin. Ji bo wê em dibêjin êrîşên ku niha li ser herêmên me têne kirin, êrîşên navnetewî ne. Weke rêxistina jin a Kongra Star em dibêjin êdî bese ji îxaneta were. Bese ji komkujiyên we yên li ser bav, dayik, zarok û ciwanên me re. Dewetên navnetewî wijdanên xwe windakirine, bila jibîrnekin ew deyndarên mene. Me cîhan tevahî ji qirêjiya terorê xelas kir. Em ê vê bêbextiya cîhanî qebûlnekin û heya dawiyê helwesta me wê têkoşîn û berxwedan be.”

"Bila gelê me bi hevgirtina xwe li dijî êrîşan têbikoşin"

Rîhan Loqo diyar kir ku bangewaziya wan ji bo hemû mirovên civakê heye ku hevgirtina xwe bikin yek û wiha anî ziman: "Bi taybet em bangewazî li rêxistinên jin dikin ku yekrêziya xwe çêbikin û li dijî êrîşên dewleta tirk têbikoşin. Çawa me bi hêza xwe axa xwe ji DAIş parast em ê bi hêza civakê axa xwe ji dagirkeriya dewleta tirk jî biparêzin. Silav û hezkirinên me ji hemû gelê me re heye yên ku niha li qada ne û li dijî dagirkeriyê têkoşîn dikin.”