Rîhab Şinêb: Hilbijartina kesayetên jêhatî çareseriya bidawîkirina krîza Lîbyayê ye

Diyaloga “Lîbya-Lîbya” hîn jî ji bo dîtina çareseriyekê ji bo kirîza Lîbyayê û leza lidarxistina hilbijartinan bi bandor nîne. Zextên navneteweyî jji bo çareserî ji kaos û parçebûna siyasî yên ku Lîbya tê re derbas dibin bibînin, nema bi bandor pêk tên.

IBTÎSAM EXFÊR

Benxazî – Tevî ku amadekarî ji bo hilbijartinên Lîbyayê yên ku diviyabû di 24’ê Kanûna sala borî de bihatana kirin jî, hilbijartinên Lîbyayê ya di nav qeyran û aloziyan de dijî ji nişka ve rawestiyan. Jinên siyasî yên Lîbyayê yên derbarê rawestandina hilbijartinan de ji ajansa me re axifîn dan diyarkirin ku ger di rûyên siyasî yên Lîbyayê de guharînek çênebe dê rewşa siyasî û ewlekarî ya Lîbyayê ber bi xirabûnekê kûr ve biçe.

“Rewş ber bi xirabûnê ve diçe”

Namzeda hilbijartinên Parlamentoya Lîbyayê Rîhab Osman Şenîb ji ajansa me re wiha got: "Beriya hilbijartinan gelek tevger hebû, bi hêviya ku di rûyên siyasî yên li Lîbyayê de guherînek çêbibe, ji ber ku yek ji wan sedemên ku rewşa siyasî û ewlekarî xistiye rewşek ber bi xirabûnê ve diçe, li pey hev hikûmetên lawaz ê vê dawiyê li Lîbyayê yên ku li ser bingeha têkiliyên kesane hatine hilbijartin e. Di parlementoyê de kesên baş hene, lê hejmara wan hindike û nikarin li hember tiştên ku diqewimin şer bikin. Me di parlemana dahatî de hêvî dikir ku em hemû bi hev re kar bikin, ji ber ku karkirina takekesî di rewşên wiha de dijwar e, lewra divê karekî komî hebe, ji bo ku parleman neyê îstîsmarkirin û tevlî sîstema gendeliyê nebe."

"Xwesteka min hebû ku rewşa Lîbyayê baştir bikim"

Rîhab Osman Şenîb diyar kir ku ew hikûmetên ku ji aliyê parlemanê ve hatine hilbijartin, li ser bingeha berjewendî û peywendiyên kesane bûn û bi vî awayî ev yek bû sedem ku Meclisa Nûneran nikaribe hikûmetan binirxîne ji ber ku ew di serî de li ser bingeha berjewendîyên kesane yên hevbeş di nav wan de hatine hilbijartin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez ne difikirîm ku tevlî hilbijartinan bibim, lê min nexwest ku rê ji kesên ne jêhatî re vekim ku tevlî hilbijartinan bibim ji ber vê yekê min biryar da ku tevlî hilbijartinan bibim. Dibe ku ez bikaribim di vê heyama tarî ya ku Lîbya tê re derbas dibe de tiştekî pêşkêş bikim. Xwesteka min hebû ku rewşa Lîbyayê baştir bikim û gelek xizmet û maf pêşkêşî xelkê bikim. Civak bi gelemperî jinan bê hêz dibînin, lê berevajî vê yekê li Lîbyayê pêşengên jin hene ku baş dixebitin. Her wiha di rêveberiyên navîn de jî jin hene û serkeftî ne."

 "Em nikarin tiştekî bi hêsanî bi dest bixin, divê em ji bo wê têbikoşin"

Derbarê tevgera siyasî di dema amadekariya hilbijartinan de û bandora wê, Rîhab Osman Şenîb wiha got: "Her tevger tevgereke baş e û di tevgera dawî de tiştên balkêş hebûn wek hejmareke zêde ya namzedanû rûyên nû û ez wê yekê weke ezmûneke nû dibînim, ji ber ku mafê her welatiyekî Lîbyayê heye ku tevlî hilbijartinan bibe. Li Lîbyayê zêdebûneke berbiçav di rêjeya hişyariya siyasî de heye. Tecrûbeya siyasî ya Lîbyayê ezmûnek pir piçûk e û her tiştê ku me ji hilbijartinên berê dîtiye tenê ezmûn in ku pêşeroja me mazintir dike û ji aliyên siyasî yên namzediyê agahdar dike û her sal asta hişyariyê zêde dibe, bi riya şerên ku em têre derbas bûne. Ez geşbîn im ku di hilbijartinên bê de bijardeyên baştir hebin. Heta kêliya dawî me difikirî ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin, lê divê em li ser pêşxistina xwe û perwerdekirina mirovan bixebitin ku bêguman hilbijartin hene û divê em li ser wan bixebitin. Zexta navneteweyî heye û fikra diyaloga (Lîbya-Lîbya) heya niha ne zelal û ne pêkan e, lê tevgera gel zexta navneteweyî kêm dike. Em nikarin tiştekî bi hêsanî bi dest bixin, divê em ji bo wê têbikoşin, em di nav sîstemek gendeliyê ya pir mezin de ne û em nikarin ji bo çaksazkirina wê bi awayekî radîkal bixebitin, lê em hewl didin ku ji bo guhertina rastiyê her çend hêdî be jî bixebitin."