"Rêveberiya Xweser nûnertiya gelê herêmê dike"

Cîgira cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Emîne Bekir 8’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Kobanê pîroz kir û got: "Piştî damezrandina Rêveberiya xweser em birêvebirina xwe dikin û pirsgirêkên xwe çareser dikin. Ev proje gelek neteweyan di nava xwe de dihewîne û li pêş e."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Piştî şoreşa 19′ê Tîrmeha 2012’an, şêniyên Kantona Kobanê di gelek pêvajoyan re derbas bûn, di hemû aliyên siyasî, leşkerî û rêxistinî de xwe birêve birin. Piştre jî sazî hatin avakirin û bi riya wan hemû beşên civakê hatin birêxistinkirin. Di 27′ê Çileya 2014′an de ji aliyê şêniyên Kobanê ve pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Kobanê hat damezrandin. Ji ber ku dewleta tirk û komên terorîst herêma Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kiribûn, gelek astengî derdiketin. Lê tevî vê, gelên herêmê hevgirtina xwe xurt kirin, zarokên herêmê bi zimanê dayikê perwerde didîtin, ciwanên ji hemû pêkhateyan beşdarî xebatên sazî û dazgehên Rêveberiya Xweser û refên parastinê dibin. Piştî ku Rêveberiya Xweser li kantona Kobanê hat ragihandin, çeteyên DAIŞ′ê li Sûriye û Iraqê dest danîn ser bajarên mezin, wekî Reqa, Mûsil û miqdareke mezin cebilxane desteser kirin. Her wiha bi destekdayîna dewleta tirk êrîşên dijwar birin ser kantona Kobanê. Lê şervanên YPJ/YPG′ê bi berxwedana xwe, ev êrîş şikandin û kantona Kobanê di 26′ê Çileya 2015′an de rizgar kirin.
Piştî ku Kantona Kobanê hat rizgarkirin, Rêveberiya Xweser xebatên xwe domandin. Her wiha li herêmên din ên rizgarkirî wekî Sirîn, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêre Zor ev pergal li ser bingeha wekheviya gelan hatiye damezrandin. Ev yek serkeftina tecrûbeya Rêveberiya Xweser nîşan dide. Nûnertiyên Rêveberiya Xweser li Rûsya, Belçîka, Fransa û Başûrê Kurdistanê hatin vekirin. Bi boneya 8’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Kobanê, Cîgira cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Emîne Bekir ji ajansa me re axivî.
"Rêveberiya Xweser pêkhateyan anî ba hev"
Emîne di destpêka axaftina xwe de 8'emîn salvegera Rêveberiya Xweser a Demokratîk li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û got: "Em nêzî damezrandina Rêveberiya Xweser û di heman demê de serkeftina Kobanê dibin, di van 8 salên derbasbûyî de, roja yekemîn a çirûska yekemîn li Kobanê cihê dîrokî dest pê kir û vir ve hemû netew bi hev re bi şêweyeke hevbeş xebatên xwe didin meşandin, di hundirê Rojhilata Navîn û di sedsala 21'ê de ku şoreşeke wiha wiha kêfxweşiyê ye, ev dide xuyakirin ku projeyên baş mirov dikare bibêje pêkan in wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat damezrandin. Gavên baş hatin avêtin li rex wê xebatekî bi pergala hevserokatî tê meşanidin. Ji derveyî berjewendiyên kesayetî û desthiladarî bû, bi pêşengiya jinan ev şoreş hat destpêkirin û ev proje jî dîsa bi pêşengiya jinan tê kirin. Di encama berxwedan û têkoşînê de û bi saya lehengan ev rêveberî hat damezrandin."
"Rêveberî gel e û gel jî rêveberî ye"
Emîne di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pergala rêveberiyê û wiha pêde çû: "Projeya rêveberiyê bi xwe gaveke serkeftî ye û li pêş e, em li ser gingeha ku çawa hemû pêkhate di nava hev de bi şêweyekî wekhev û her kes bi ziman, çand, hebûn û mezheba xwe cihê xwe di nava vê pergalê de bigrin. Rêveberî ji gel hat avakirin, da ku gel xwe bi xwe bi rêve bibe. Şer û pevçûnên ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ango Sûriyeyê bi xwe dihat kirin rêveberî bû bersiv ji vê yekê re. Ji bo parçekirina axa Sûriyeyê û berjewendiyên kesayetî şer li herêmê geş kirin û her kesê xwest desthiladariya xwe li ser vî gelî bide meşandin. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve heya vê kêliyê jî bi rêjeyeke ku nayê gotin jin û zarok bûne qurbanî, mal û milkên wan hatin talankirin. Li hemberî van gefan û kiryaran roj bi roj gelê herêmê dibe qurban û gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Dîsa jî li beramberî hemû şeran jî rejîm bêdeng ma û tu helwest nîşan neda. Çareserî wê bi destên pêkhateyên herêmê be lê hêzên gerantor nahêlin ku pêkhate çarenûsa xwe diyar bikin û parastina axa xwe bikin. Bi damezrandina Rêveberiya Xweser re tecrubeyek nû li herêmê çêbûye û her kesê hembêz kir."
"Rêveberiya Xweser pêkhateyan di nava xwe de dihewîne"
Emîne da diyarkirin ku bi damezrandina rêveberiyê re biratiya gelan çêbûye li ser wê bingehê jî proje didomin û wiha domand: "Bi vê projeyê re gelek gavên serkeftî hatin avêtin. Projeyeke wisa ye ku her kesê hembêz dike û pir rengî di nava xwe de dihewîne. Bi salan e ev gel di bin desthilatdariya rejîma Baasê de dijî û ji mafên xwe yên rewa bêpar maye. Ji bo wê gel bi xwe xwedî li vê rêveberiyê derket, her kes li dora vê rêveberiyê kom bû loma em gihîştin vê astê ku em bi xwe biryar didin. Çawa em bikaribin di xizmeta gelê herêmê de bin, jinan serkêşiya vê projeyê kir, rol û misyona jinan di nava rêveberiyê de hat aşkerekirin. Wek niha em dibînin ku rêjeya herî mezin jin in û li rex wê pergala hevserokatiyê di nava projeyê de tê bikaranîn. Ruxmî van zor, zehmetî û gefên dewleta tirk li ser rêveberiya xweser jî dîsa rêveberî û gel bi hev re berxwedana xwe li beramberî her cure û desthilatdariyê didomînin. Beriya çend salan tenê rêveberî di asta kantonan de mabû lê piştî ewqas berxwedaniyê hin herêmên din jî hatin rizgarkirin, bi vê yekê ve Rêveberiya Xweser y herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava hat damezrandin."
"Baweriya gelê herêmê bi Rêveberiya Xweser heye"
Emîne bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rêveberiya Xweser, bi gavên mezin û li ser erdê bi hêza xwe hişt ku yekbûnek bê avakirin. Çawa di milê leşkerî de şer dihat meşandin, li rex wê rêveberiyê jî civak bi rêxistin dikir û hemû hêzê kir xizmeta gelê herêmê. Bi vê yekê hemû qadên jiyanê hev temam dikirin. Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re dewleta tirk û çeteyên wî xwestin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin lê bêguman wê ev gef û kiryar tu carî lewazî di nava rêveberiyê de çênekin. Ji ber gel êdî ketiya wê ferqê heya hemû pêkhateyên ku cih di nava Rêveberiya Xweser girtine dê tu carî qebûl nakin dewleta tirk dawî li vê projeyê bîne. Ji ber ku her kes xwe di nava vê projeya serkeftî de dibîne û baweriya wan pê heye. Bîr û baweriya dewleta tirk di Kobanê de hat şikandin, rixmî ku ewqas gef hene jî lê dîsa Rêveberiya Xweser gelek gavên mezin avêtin, gavên dîrokî di asta cîhanê de hatin avêtin. Bi sedan şande derbasî vê herêmê bûn, pergala hevserokstiyê ji xwe re wek mînak girtin da ku li welatê xwe jî vê pergalê pêk bînin. Banga min ji kesên azadîxwaz û bi taybetî jinan re heye, ji ber serkeftina Rêveberiya Xweser serkeftina tevahî jinên cîhanê ye, jin li vir têkoşiyan û hêzeke xwe ava kirin. Divê em hemû bi hev re hemû pêkhate xwedî li Rêveberiya xwe derkevin da ku pergalên tarî hilweşînin."