‘Rejîmên şovenîst li dijî jinan polîtîkayê qirkirinê dimeşînin’

Piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd a Îranê Jina Emînî, jinên Îranî bûn sedema yekem li pişt xwepêşandanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin li darxistin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Sala 1979’an de bi hatina rejîma Îslamî re li pêşiya jinan gelek astengî hat avakirin. Di wê demê de, wê dest bi danîna qanûnek biryardar kir ku jin hîcab, cil û bergên îslamî li xwe bikin û di dibistanan de keçan ji kuran veqetîne. Ji dema rejîma Îslamî ve ya ku ol û desthilatdarî bi hev girêdide û desthilatdariya xwe ji olê girtiye, di dewleteke olî, ne medenî de, ku qanûnên wê li ser bingeha qanûnên îslamî ne, rewşa jinên Îranê nehatiye guhertin.

Bûyera qetilkirina Jîna Emînî bû sedema şoreşa hişmendî ku jin bi hêz, sekn û berpirsyarî pêşengiya wê dikin. Di Îranê de mexdûrên sereke, mexdûrên zordariya desthilatdarî û civaka baviksalarî jin in. Îro dengên femînîstên azad rastî her cure îstîsmar û girtinê tên, polîtîkaya bêdengkirina bi darê zorê jî didome.

Êşa wan dişibe êş û azarên jinên Kurd ên ku di nava şert û mercên giran ên aborî, civakî, zext, hedefgirtin û dagirkirina herêmên wan ji aliyê dewleta tirk ve, dijîn. Jinên Kurd rastî şîdetên curbecur tên, lê ew bi hêza aîdiyetê, hezkirina axê û xewna aramî, avadankirin û jiyaneke ewle di welatekî demokratîk ku mafên wan garantî dike, têdikoşin.

Tevlihevkirina ol û desthilatdariyê êş û azarên jinên Îranê girantir kir

Çalakvana mafên mirovan a Tûnisî ku bi pirsgirêkên jinan li herêmên nakok û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re eleqedar e Selwa Qîqa diyar kir ku tundiya ku li ser jinên Îranî tê kirin ji ber zihniyeteke baviksalarî ya otorîter e û bingeha girêdana ol û dewletê ye û wiha pê de çû: “Tenê pergala sivîl mafên mirovan saz dike ku ol û dewletê ji hev vediqetîne, ji ber ku ol mijarek kesane ye û nabe ku di sedsala 21’an de bi tundî li ser mirovan were ferzkirin. Jinên Îranî û Kurd di encama îdeolojiya ku cudahiyê red dike û çewsandina jinan serdest e, tên qirkirin.”

Selwa Qîqa bal kişand li ser rewşa Tirkiyê ku kêmnetew bi taybet Kurd li ber çav û guhên cîhanê bi êrîş û qirkirinê re dijîn, bêyî ku ti karek ji aliyê dezgehên navdewletî ji bo rawestandina xwîna nijadperestî, kîn û bêedaletiyê li hember vê yekê bisekine û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Jinên Rojava yên ku agirê şoreşê li dijî dagirkeriya Tirk a li wir gur kir, ji bo rizgarkirina xakê çek hilgirtin û beşdarî şerê li dijî terorîstan bûn, niha tên hedefgirtin. Dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ku tenê Kurd in li dijî Kurdan şer dike. Li Îran û Sûriyê li dijî kurdan tundiya siyasî heye.”

Dema avakirina yekîtiyê ye

Selwa Qîqa eşkere kir ku qirkirina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê komên terorîst ve, kiryareke sûc e ku cîhanê û dîroka nûjen berê şahidê wê nebûye û wiha got: “Jin ji ber ku parastina mafên mirovan û mafê jiyana azad dikrin rastî revandin û kuştinên siyasî hatin. Banga xurtkirina xebatan di çarçoveya tevgereke cîhanî ku hemû refên jinan kom dike û birêxistin dike ji bo piştgiriya jinên Kurd, Îranî, Lîbyayî, kir. Dem hatiye ku jinên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi rêxistinên navneteweyî û saziyên navneteweyî re li hev bicivin û êşên jinan ragihînin û zextê li desthilatdarên otokratîk ên zalim bikin. Divê nêrînek stratejîk a femînîst a taybet were pêşve xistin da ku dawî li tundiya ku bûye teror ku jinan dike hedef, were kirin. Dem hatiye ku em weke jin li dijî hemû tevgerên ku me hedef digirin bibin yek.”

‘Jinên Tûnisî wê her dem piştgiriyê bidin jinên Îran û Bakur û Rojhilatê Sûriyê’

Çalakvana femînîs a Tûnisî û çalakvana mafên mirovan Besma El-Sûsî got ku rewşa jinan li Îranê û navçeyên nakok dijwar e û ji bo çareserkirina wê pêwîstî bi xurtkirina hewldanên curbicur ên femînîst ên herêmî heye û wiha anî ziman: “Jinên Tûnisî wê her dem amade bin ku piştgiriyê bidin jinên Îran û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê wan de ji bo azadiya xwe û mafê wan yê jiyana bi aramî û ewlekarî li xaka wan.”