Piştevaniya jinên Lîbyayê ji bo namzetên jin mezin dibe

Li Lîbyayê xebatên hilbijartinên 24’ê Kanûnê bi lez dewam dikin. Jinên Lîbyayê bi hemû hêza xwe ji bo hişyariya girîngiya hilbijartinan dixebitin.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bînxazî– Li Lîbyayê xebatên hilbijartinên 24’ê Kanûnê bi çalakî û xebatên cuda dewam dikin. Tevî ku qonaxa pêşbaziyên hilbijartinên di dema pêş de ji bo piştgiriya namzetên jin pêk tê, beşdarbûn hîn jî kêm e. Li ser sedemên nerazîbûna jinan ji bo namzediyê, komek jinên Lîbyayî bersiv dan.
Hemşîre Samia Al-Saeiti bawer dike ku di namzediya jinan a ji bo hilbijartinê de tu kêmasî tune ye û wiha dibêje: "Jin bi peywir, kesayet, ezmûn û bawernameyên xwe ji mêran cuda nabin. Ez piştgiriyê didim wan ger ew li ser namzediya ji bo hilbijartinan bifikirin. Jin xwedî hiş û hest in û dikarin wan rast bi kar bînin lê zilam aqil tenê di karê xwe de û di dema ku wî wezîfeyên mezin werdigire de bi kar tîne. Ji bilî wê yekê ye ku jin dikare edaletê bide jinan û ez hêvî dikim ku berendamê hilbijartinan dê bibe xwedî kesayetek xurt û wêrek.”
“Jinên Lîbyayî xwedî kesayetek bi hêz in”
Derçûya Enstîtuya Bilind a Hemşîretiyê, Sahar Al-Khashmi, nêrîna xwe parve dike û dibêje: "Ez li Lîbyaya nû hêvî dikim ku tu kêmasî çênebe. Jina Lîbyayî xwedî kesayetek bi hêz e lê em di civakek baviksalar de dijîn. Dema ku ew qala jinan dikin, dibêjin ev jin e û qels e. Delîla hêza jinan ev e ku li Lîbyayê dadgerên me yên jin hene, di demek de ku piraniya welatên Ereb jinan di vî warî de naxebitînin.”
Sahar Al-Khashmi li ser îhtîmala ku jin beşdarî hilbijartinan bibin û şiyana wan ku pêşengiyê bikin wiha domand: "Jinên Lîbyayî bi hêz in û bêguman dikarin pêşengiya her partî yan riyekê bikin lê civaka me baviksalar e û li gorî adet û toreyên me, ji sedî 70 jinan teşwîq nakin ku beşdarî van karan bibin.” 
Li aliyê din Leyla El-Warfalî, derçûya Enstîtuya Bilind a Hemşîretiyê ye dibêje: "Di serdema heyî de, jinan dest pê kiriye ku hemû astengiyan derbas bikin û bi piştgiriya, bira, bav û hevser dest bi ceribandinan kiriye, haydar in lê dîsa jî motîvasyon û hişmendiya wan kêm e û ji vir em dibêjin ku hin kêmasî hene.”
Leza bêhempa
Ji aliyê din, endama Partiya Demokrat a Sivîl, Zeyneb Saad Habil, dibêje: "Der barê tevlibûna jinan di prosesa siyasî û hebûna wan di hilbijartinên 24’ê Kanûnê de, ez dibînim ku di vê serdemê de lezeke mezin ji bo jinan heye û ew lezbûneke bêhempa ye. Ez dibînim ku hin zilam hene jinên xwe diêşînin û bira xwişkên xwe di asta eşîretê de jî diêşînin, nemaze bi hêviya wan ku dê kotayek bilind ji bo jinan ji sedî 30 be, her kes dixwaze vê valahiyê tijî bike û jê sûd werbigire.” 
Zeyneb Saad Habil teqez kir ku jin di du qonaxên hilbijartinê yên berê de, Kongreya Neteweyî û Meclisa Nûneran, karîna xwe ya berpirsiyariyê nîşan dane û wiha didomîne: "Karê jinan her gav di warê qanûnî de ye, ew bêyî wê nikarin bixebitin her wiha jin li cîhanê û ne tenê li Lîbyayê, di van du deh salên çûyî de, ji sedî 24 zêdetir beşdar bûne û ji vir êdî cîhanê dest pê kir ku ronî bide ser rewşa jinan di siyasetê de û wan dît ku bandorek pir mezin a jinan li ser aramiya welatan û zêdebûna rêjeyên mezinbûnê heye.”
Zeyneb Saad Habil wiha diyar dike: "Ez qebîleyê wekî leveke civakî pêşwazî dikim, bi şertê ku ew elîtan têxe nav xwe û partiyên ku piştgiriyê didin jinan ku ji bo namzediyê hatine dehfdan biceribînin. Erê dê hejmarek pir mezin jin beşdarî hilbijartinê bibin lê divê em balê bikşînin ser çêtirîn, piştgirî bidin wan û wan bi girîngiya tiştê ku ew dikin agahdar bikin.” 
“Jinên Libyayê tenê ji aliyê jinan ve piştgiriyê dibînin”
Der barê wergirtina jinan a ji payeyên serwer li Lîbyayê, di van demên dawî de û rola wan di teşwîqkirina jinan da ku beşdarî hilbijartinê bibin, de jî dibêje: "Min bi awayekî nerasterast cesaret da pênc wezîrên jin ên ku ji bo hikûmeta yekîtiya neteweyî hatine wezîfedarkirin. Me dît ku jinan çi kiriye û bandora wan çiqas e, nemaze wezîra karên derve, Naglaa El-Manqoush. Ew ne tenê di asta dewletî de ye lê di asta herêmî de jî modelek rûmetdar bû. Ji ber vê yekê, jin tenê ji hêla jinan ve piştgiriyê dibînin.” 
Der barê rola yekîtiyên jinan di piştgiriya jinên li Lîbyayê de jî dibêje: "Niha nêzîkê 30 sendîkayên jinan li ser asta Lîbyayê hene û serokatiyek me ya giştî ji wan re heye û ew bi destê jinên Lîbyayî digirin, derfetên mezin hene  ku wan perwerde bikin, ji bilî hebûna rêxistinên navneteweyî yên ku dixwazin jinan ji bo qonaxa pêş amade bikin û dakevin qadan siyaset, nemaze parlementoyê.”