Pirsgirêka şopandina ramanekê: Bekîr Bozdag

Li Tirkiyeyê her roj jinek bi awayekî hovane tê qetilkirin. Siyasetmedar bi daxuyaniyên li pey hev cînayetan şermezar dikin. Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag jî yek ji van navan e. Jinên ku dixwazin li hemberî wezîrtiya wezîr Bozdag ‘hişyar’ bin, sedema ve pir baş dizanin.

SERPÎL SAVUMLU
Stenbol- Ji nû ve tayînkirina Bekîr Bozdag weke wezîrê Edaletê di warê mafên jin û zarokan de bû sedema fikaran. Ji bo van fikaran sedemên derbasdar hene. Nûnerên mafên jinan ku ji nû ve tayînkirina Bekîr Bozdag a beriya 6'emîn Paketa Dadweriyê wekî "nûçeya xerab" nirxandin, dixwazin jin li hemberî guhertinên muhtemel ‘hişyar’ bin.
Peymana Stenbolê ya ku yekemîn peymana navneteweyî ya li dijî êrîşên li dijî jinan e û cara ewil li Tirkiyeyê ji bo îmzeyê hat vekirin, bi îmzeya wezîrên ku Serokomar Erdogan wek "kabîneya min a hostatî" bi nav kiribû, pêşkêşî meclisê hat kirin. Di wê demê de AKP'iyan hema hema di hemû civînên ku beşdar dibûn de bi "mizgînî û serbilindî" peyman îlan kirin. Di dengdana ku li meclisê hat kirin de dengê "erê" bê windahî hat dayîn. Bekîr Bozdag jî yek ji wan kesên ku wê demê peyman îmze kiriye bû. Lê belê dema ku peyman hat betalkirin kesê ku diyar kir ev yek li gorî usûla xwe hatiye kirin Bozdag bû.
Berê pêbawerî dabû
Di rastiyê de nêzîkatiya Bekîr Bozdag a li hemberî jinan bi avakirina "Komîsyona Telaqê" ya li meclisê bi tevahî derket holê. Di rapora komîsyona di serdema wezîrtiya Bekîr Bozdag de hat avakirin de, pêşniyarên ku di malbatê de jin di girtîgehê de tên girtin hat nîqaşkirin û di mafên jinan de jî weke paşve gav hatin hat nirxandin. Sînordarkirina nefeqe û navbeynkariya malbatê ku îro di 6'emîn Paketa Dadweriyê de dîsa ji bo nîqaşê hatin rojevê, çend sal berê di raporê de di nava pêşniyarên hatin kirin de cih digirt. Sedema nîqaşa ji nû ve ya vê mijarê bêguman ji ber ku Bekîr Bozdag ji nû tê peywirdarkirin e. Îro jî piştî ragihandina wezareta wî, manşetên “Bekîr Bozdag hêviya mexdûrên nefeqeyê ye” encama baweriya ji berê ye. Wezîr di daxuyaniya xwe ya berê dabû de bal kişandibû ser awayê parastina îro û gotibû; "Divê pîvana nefeqeyê jî bibe."
Balkişandina malbatê û navbeynkariyê
Bekîr Bozdag ku di xebatên Komîsyona Telaqê de û pişt re gelek caran bal kişand ser "malbatê" nerehetiya xwe ya di dozên telaqê de jî anî ziman. Bozdag anî ziman ku her çendî hejmara dozên telaqê zêde bibin jî pêkhateya malbatê xurt e, ji ber vê sedemê dixwaze bi destpêkirina pergala navbeynkariyê re bikeve pêşiya daneyan. Her çendî dibêjin em ê di navbeynkariyê de “bi dilxwazî” bibin jî yên ku herî baş dizanin ev dilxwazî di nava civaka Tirkiyeyê de dê di kîjan şert û mercan de bê dayîn jin in. Em bînin bîra xwe. Bekîr Bozdag di daxuyaniya ku dabû de destnîşan kiribû ku di tundiya nava malê ketina navbera dewletê ya jin û mêr çiqas rast e û divê bê dudilî bi rêxistinên jinan re bê nîqaşkirin. Wezîr wiha pirs kiribû; "Gelo dibe alîkar ku mal û milkên jin û mêr werin rizgarkirin, dawî li tundiyê were, yekitiya malbatê were başkirin an jî ev pêkanîn dihêle ku jin û mêr nikaribin werin cem hev?" Hin pêşvetir çûbû, pêşniyar kiribû ku dozên telaqê di bin navê "parastina nepeniya malbatê" de nehênî bin. Em baş dizanin ku dema malbat tê parastin ên dîsa ji vir zirarê dîbinin jin in.
“Niyeta me baş e!”
Bekîr Bozdag di vê axaftina xwe de bal kişand ser qanûna bi hejmara 6284'an a ku parastina jinan dike û wiha gotibû: “Çend jin û mêrên ku me dûrxistina malê dane, paşê hatin cem hev? Çend kes dawî li tundiyê anîn? Çend ji van bi cînayetê bi encam bûn? Çend ji van bi pêkanîna sûcên giran bi encam bûn? Divê em encamên vê pêkanînê bibînin. Em karekî dikin, niyeta me xweş e, parastina jinan û malbatê ye. Gavên bi niyeta baş hatine avêtin lê gavên ku em diavêjin li gorî niyeta me encam didin an na?" ev axaftin jî aidê Bekîr Bozdag in. 
Hûn çima tênakoşin?
Tirkiye her roj bi nûçeyên nû yên cînayetên jinan diheje. Yek ji wan Sila Şenturk a 16 salî bû. Bekîr Bozdag telefonî bavê Sila kir û got; “Ji bo careke din bûyerên bi vî rengî li Tirkiyeyê neqewimin û bûyerên nû yên weke yên Sila çênebin em ê bi baldarî bişopînin.” Lê jin vê gotina Wezîr Bozdag jî jidil nabînin. Ji ber ku rabirdûya wezîr nîşan dide di pratîkê de tiştek nekiriye. Çima? Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş di sala 2017’an de bi pirsên ku ji Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag pirsîbû, kujerê Emanî yê Sûriyeyî Bîrol Karaca ji ber êrîşa zayendî beriya niha nehatibû cezakirin anîbû rojevê û cînayetên jinan ên li Tirkiyeyê pirsîbû. Sal derbas bûn lê bersiva vê pêşnûnameyê nehat dayîn. Ev yek ji aliyê şêwirmendên HDP'ê ve hat piştrastkirin. Ji wê demê û vir ve, pirsa dawî ya pêşnûmeyê hê jî rojevbûna xwe diparêze.“Ji bo têkoşîna li dijî tundiya mêran û sûcên zayendî yên zêde xebatek we heye? Ger hebe van xebatan çi ne? Ger xebatek we ya bi vî rengî tunebe, hûn çima li dijî van sûcên ku bûne pirsgirêkeke civakî ya her diçe giran dibe, tênakoşin?”