Peyman Ezedîn: Qetilkirina azadîxwazan bêhêziya hikumetê îsbat dike

Desthilatdarên herêmê, ji bo desthilatdariya xwe ketine bin bandora dewletên dagirker û rê ji bo qatilên jinên têkoşer û azadîxwaz vedikin.

Silêmanî- Endama Navenda Lêkolînan ya Jîneolojî û nivîskar Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li nêzî mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê bi êrîşek nemerdane hat qetilkirin, çalakvan, nivîskar, rewşenbîr û hemû kesayet li cihê bûyerê kom bûn û ev êrîş bi tundî şermezar kirin. Der barê qetilkirina Nagîhan Akarsel de parêzer Peyman Ezedîn ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dubarebûna qetilkirina kesan li bajarê Silêmanî û herêma Kurdistanê, bi serê xwe karesat e, rêxweşkirina ji bo encamdana bûyer û karesetên bi vî awayî, ji ber bêxemiya desthilatdariya herêma Kurdistanê tê.

“Jin ji derveyî aliyên civakî ji ber siyasetê zêdetir rastî êrîş û tundiyê tên”

Parêzer Peyman Ezedîn bi bîr xist ku ev bûyer bi partiya desthilatdariya nava bajarê Sîlêmaniyê ve girêdayî ye û nikare rê li ber qetilkirin û terorê bigre û ewlehiyê ji bo hemwelatiyên xwe dabîn bike. Ji ber ku Kurdek li her parçeyê Kurdistanê be, dema jiyana wê ne di ewlehiyê de be, ya hemwelatiyan jî ne di ewlehiyê de ye. Ji bo wê berpirsyar Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê ye, ev derdixe holê ku ev partî li vî bajarî şikestiye û der barê qetilkirina Nagîhan Akarsel de wiha got: “Qetilkirina hevala Zîlan, ne kuştinek ji rêzê ya jinan e, dosyayek siyasî ye, qetilkirina fikrên Kurdan e û li dijî Kurdbûnê û şoreşa Kurdiyetiyê ye.”