“Peyîmana Stenbolê ji bo jinên Tûnisê jî mijarek jiyani ye”

Wezîra Jinên Tûnisê ya berê Nezîha El-Obeydî li ser giringiya Peyîmana Stenbolê ya ji bo jinên Tûnisê nirxandin kir û got: “Berê peyîman ji bo meclisê hatiye şandin. Metirsiyên me hene weke parlementoya Tirkiyê parlementoya me jî nerênî nêzî peyîmanê bibe.”

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis - Tûnis pêşnumaya endametiya Peymana Konseya Ewropa ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinan, ku jê re "Peymana Stenbolê" tê gotin, piştî temamkirina rêgezên endamtiyê, ji bo erêkirinê şand Parlamentoyê. Wezîra berê ya jinan a Tûnisê, Nezîha EL-Obeydî li ser peymana ku pêşkêşî Konseya Ewropa hatî kirin wiha dibêje: "Peymana Stenbtolê dişibe Peymana Navneteweyî ya li dijî şideta li ser Jinê û giraniyê dide ser têkoşîna li hemberî her cûre şîdetê, nemaze şîdeta nav malbatê û şîdeta psîkolojîk.” Nezîha EL-Obeydî got ku wekheviya zayendî girîn e û pêdivî ye ku qanûn werin guhertin.
Nezîha EL-Obeydî derbarê naveroka peymanê de ev nirxandin kir: "Ew Peymana Civata Ewropî ye li ser pêşîlêgirtin û têkoşîna li dijî şideta li ser jinê, paşê jî wekî Peymana Stenbolê hate naskirin. Di Gulana 2011’an de ew bajar bû şahidê îmzekirina peymanê.”
Nezîha EL-Obeydî bi bîrxist ku Tûnis yekem welatê Erebî ye ku beşdarî kongreyê bû û di nav 19 dewletan de yekem e, ev yek jî di parastina mafên jinan de bi navgîniya zagonên navneteweyî yên hişk û piştgiriya navneteweyî ya domdar helwesteke girîng e.
Nezîha El-Obeydî diyar kir ku peyman ji hêla gelek welatên Ewropî û her weha Yekîtiya Ewropî ve wekî civateke navneteweyî hate îmzekirin, ku tê de berpirsiyariyên qanûnî hene, her wiha veberhênana di perwerdehiyê de, berhevkirina daneyên tawanên girêdayî zayendî û peydakirina xizmetên piştgiriya ji bo mexduran digre nav xwe.
“Ev ceribandinek giringe ji bo xizmeta jinên Tûnisî”
Her çend pêşnûma endamtiya peymanê ji parlamentoyê re hate şandin jî, Nezîha El-Obeydî eşkere kir ku ew ditirsin ku peyman ji hêla dengên rastgir ve neyê derbaskirin. Nezîha serbilindiya xwe diyar kir ku ew li pişt biriyara Tûnis beşdarî vê peymana navneteweyî bibe sekinî û da zanîn ku ev ceribandinek giringe ji bo xizmeta jinên Tûnisî. Nezîha bibîr xist ku Tûnis pêşiya Fransayê girtibû ku temenê zewaca zarokan ji 13 ber 17 salî bilind dike, bi rengek ku mafê zarok, nemaze zarokên keç, bi zaroktiya xwe şa bibe û mafên xwe wek zarok bi dest bixe heye.
Nezîha El-Obeydî destnîşan kir ku Peymana Stenbolê li dijî zewaca temen biçûk û sinetkirina jinan têdikoşe, û armanc dike ku li dijî tundiya siyasî ya li dijî jinan qanûnan derxîne, ya ku di zagona jimare 58 a sala 2017’an de ye ku li dijî tundiya li dijî jinan e. Li ser awantajên peymanê ji bo jinên Tûnisî, ev tişt got: "Tûnis dê bi peymanên navneteweyî re lihevhatî be û hêza beşdarbûnê hebûna navneteweyî, dîplomatîk û aborî bide me. Ew ê bibe alîkar ji bo vejîna Tûnis wekî welatê ku bi taybetî mafên mirovan û jinan diparêze.”
Nezîha destnîşan kir ku mercên tevlêbûna rêkeftinê ne hêsan in, ji ber ku ew bi hewceyî hebûna qanûnên ku li dijî tundûtûjiya şer bik in, û divê xwedî dîrok û soz bin ku ji bo dabînkirin û pêşxistina mafên jinan kar bikin û wiha dom kir: “Konseya Ewrûpa du salan ma heya ku beşdariya Tûnisê pejirand, piştî vê merheleyê peywira peymanê ji bo pejirandinê ji Parlamentoya Tûnisê re tê şandin.” Nezîha EL-Obeydî tirsa xwe ji dijberiya hin hêzên rastgir li parlamentoyê diyar dike, wek ku berê li Turkiyeyê qewimî, ku parlamentoya wê li dijî peymanê derket û ew avêt ji ber ku wê qala nêzîkatiyek zayendî kir ku dibe sedema naskirina hevzayendiyê.
Nezîha diyar kir ku Tûnis di heman demê de yekem welat bû li derveyî Konseya Ewrûpa ku beşdarî Peymana Konseya Ewrûpa ya Parastina Zarokan ji istixlal û destdirêjiya Zayendî bû, ku di Sibata 2020’an de li Tûnisê ket meriyetê.
Giringiya Peymana Stenbolê ji bo jinên Tûnisê
Wezîra Jinan a niha, Îman Hiwîmil, di dema beşdarbûna civata navneteweyî ya hîpotezî ya di derbarê "Deh Sal pabendbûna bi Peymana Stenbolê re, piştrast kir ku pêşnûma endamtiya Peymana Konseya Ewropa ya têkoşîna li dijî şîdeta ser jinan û tundiya navmalî, "Peymana Stenbolê", ji Meclîsa Nûnerên Gelan re ji bo pejirandinê, hat şandin ku ev ji bo jinên Tûnisî destkeftiyek dîrokî ye.
Îman Hiwîmil  tekez kir ku naveroka peyîmanê ne berevajî tiştê ku di Zagona Bingehîn a Berxwedana Tundiya Li Ser Jinan de ye ku di sala 2017’an de ji hêla Tûnisê ve hate ragihandin û wiha domand: “Tecrubeya Tûnisê di vî warî de pabendbûnek dilsoz û xwestekek rastîn li hemberî her cûreyê tundiyê nîşan daye.”
Îman banga giringî û hewcehiya welat a bi peyîmanê kir ku pêdivî heye ku zilam tevlî xebatê bibin da ku şîdeta li dijî jinan ji holê rabikin. Îman bal kişand ser girîngiya beşdariya ciwanan, medya, saziyên perwerdehiyê û beşa taybet di pîvana pêşîlêgirtin û hişyarkirinê ku di ferqa giringiya peyîmanê debin.