"Pêvajoya çareseriya rewşa li Sûriyê bi diyalogê heye"

Cîgira Partiya Sûriya Pêşeroj a kantona Kobanê Neda El-Cadir bal kişand ser girîngiya li darxistina diyalogên Sûrî-Sûrî û got: "Çareseriya aloziya Sûriyê bi çareseriyeke demokratîk pêkan e."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Aloziya Sûriyê ya ji 15`ê Adara 2011`an destpê kirî heta vê rojê dewam dike. Ev alozî qaşo weke serhildana ji bo guhertina pergala li Sûriyê bi çalakiyên cur be cur hat destpê kirin. Despêkê bi derketina Artêşa Azad, Cebhet El-Nûsra, çeteyên DAIŞ`ê û hwd, her wiha mudaxeleya hêzên biyanî weke Rûsiya, Emerîka, Îran û hwd, veguherî qadeke şer ya navnetewî. Li ser vê bingehê beşek ji gelê Sûriyê li herêmên Rêjîma Baas’ê, beşek li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de û beşek jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn. 
Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji despêka vê aloziyê ve daxwazên xwe yên li darixstina diyaloga Sûrî-Sûrî û çareserkirina aloziyê nîşan dide. Lê rêjîma Baas`ê bê bersiv dimîne, ango daxwazên xwe yên berdewamkirina pergala Sûriyê bi heman rêbazê beriya aloziyê pêşkêş dike. 
Di vê çarçoveyê de cîgira Meclîsa Partiya Sûriya Pêşeroj a kantona Kobanê ya herêma Firatê Neda El-Cadir aloziya Sûriyê û girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî nirxand.
"Hêzên derve sudê ji aloziya Sûriyê digirin"
Neda El-Cadir di destpêkê de li ser rewşa Sûri ya heyî ev nirxandin kir: "Dema ku şoreşa Sûriyê destpê kir qaşo li ser bingehekî aştî û demokratîk bû. Çalakiyên ku dihatin li darxistin jî bi rêbazên aştiyane dihat kirin.  Lê bi pêşketinên rojane re şoreşa Sûriyê ji naveroka xwe derket û veguherî aloziyê. Her wiha gelek hêzên biyanî, komên çete û terorîst li Sûriyê kombûn ku di encamê de şerekî dijwar rû da û bi hezaran şêniyên Sûriyê koçber bûn. A niha aloziya Sûriyê bûye şer, qetilkirin, terorsîtî, koçberî û hwd. Em ji bîr nekin ku hêzên derve ev alozî kirin e derfeta bi cih anîna berjewendiyên xwe."
"Pirojeya Rêveberiya Xweser çareseriya aloziya Sûriyê ye"
Neda ya ji bajarê Cerablûsa di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye, niha li gel malbata xwe li Kobanê dijî. Neda tecrûbeya xwe ya jiyana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha anî ziman: "Em li Cerablûsê dijiyan, bi destpêkirina aloziya Sûriyê paşê jî ketina Cerablûsê dibin destê Artêşa Azad û Çeteyên DAIŞ`ê re li herêmê jiyan nema û em neçar koçberiyê bûn. Me dît ku em ji rewşa ewlehiyê derbasî pêvajoya şer dibin. Cerablûs ji bingeh de hat guhertin, çeteyan guhertinên demografî çêkirin ku piraniya niştecihên wê yên resen koçberbûn û li şûnê malbatên çeteyan hatin bi cih kirin.  Em derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, bi taybet jî li Kobanê. Ji ber ku pergala ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de dijî li gorî xwestekên me ye, her wiha me herêm û gelê wê jî nas dikir. Em ji pêkhateya Erebin, lê me ev nêzikatiyên nijdarperestî jiyan nekir. Berovajî em bi ziman, çand û mafê xwe dijîn."
"Em destek didin diyalogên Sûrî-Sûrî"
Cîgira Partiya Sûriya Pêşeroj ya kantona Kobanê Neda El-Cadir bal kişand ser girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em di hundir Sûriyê de dijîn û em bajarê Şamê weke paytexta Sûriyê nas dikin. Ji ber vê em heta dawiyê destek didin diyaloga Sûrî-Sûrî. Em her tim dibêjin ku em ji bo rûnişkandina li Şamê amede ne ku em li ser maseya çareseriya aloziyê bi aliyên Sûrî re bicivin. Em di pêvajoyeke nazik re derbas dibin, ji ber vê divê ku em weke gelê Sûriyê dest bidin hev. Hêzên biyanî yên ku garantoriya çareseriya aloziya Sûriyê dikin, li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Ew hêz rastî, dîrok, çand û nasnameya pêkhateyên li Sûriyê nas nakin. Ji lewra çareseriya vê aloziyê ji aliyên hêzên ji Sûriyê ve pêkan e. Bê guman em qebûl nakin ku pergala  Sûriyê vegere weke beriya vê aloziyê. Gelek guhertin hatin çêkirin, em jî weke Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwezin ku Sûriyeke demokratîk, nenavnedî û pir alî were avakirin. Em weke Partiya Sûriya Pêşeroj ji bo gavên bi vî rengî jî amede ne û em girîngiya wê nîşan didin."