Pêşniyarnameya der barê sûcên êrîşa zayendî ya leşkeran hat redkirin

Pêşniyarnameya ji bo lêkolînkirina destdirêjiya zayendî û tacîza zayendî ya ji aliyê cendirme û leşkeran ve li dijî jin û zarokan hatiye kirin hat redkirin.

Navenda Nûçeyan - Parlamentera Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, di hefteya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de, di 21’ê Mijdarê de li Serokatiya Meclîsê axivî û ji bo pêşniyarnameya  lêkolînkirina destdirêjiya zayendî û tacîza zayendî ya ji aliyê cendirme û leşkeran ve li dijî jin û zarokan  di çalakiyan de pêşniyarname pêşkeş kir.

Pêşniyarnameya ku ji aliyê 20 parlamenterên Partiya DEM'ê ve hat îmzekirin, di 2'ê Kanûnê de bersiv hat dayîn. Pêşniyar hat vegerandin û hat gotin ku "gotinên hişk û ne di cîh de ye” hat red kirin.

Di pêşniyarnameya lêkolînê ya ku Salîha Aydenîz pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kiribû de ev gotin cîh girtin:  

“Her sal Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li dijî tacîz û tecawiza zayendî ya li girtîgehê îzahat û raporên têkildarî êrîşên zayendî û tacîza ku jinên girtî di girtîgehê de tên kirin, parve dike. Li gorî agahiyan, tê gotin ku piraniya kesên îşkence li serlêderan kirine polîs, gardiyan, nobetgir, endamên çeteyên fuhûşê û her wiha bijîşkên ku rê li ber dermankirinê girtine bûne. Cûreyên herî gelemperî yên îşkenceya ku li serlêderan hatiye kirin ev in: "Rûniştin û rakirina  tazî, dûjinên zayendî, tehdîdên destavêtinê, bi saetên dirêj birçî û tî hiştin, bi saetên dirêj li piştê kelebçekirin, lêdan, mil zivirandin,  erd alastin, di nav wesayitê de demek dirêj li bendê hiştin dimînin û êrîşa zayendî” tê binavkirin.

Îpek Er, Gulîstan Doku hat bibîranîn

Hêzên hiqûqê li derveyî qereqol û girtîgehan di sûcên li dijî jinan de cih digirin. Bi taybetî di van salên dawî de navên wek Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê ku Îpek Er a 18 salî li Êlihê binçav kir û 20 rojan tecawizî wê kir û ber bi întîharê ve bir û bû sedema mirina wê û Zaynal Abarakov a bavê wî efserê polîs û gumanbarê bûyera Gulistan Doku ku ji 5ê Çileya 2019’ê ve li Dêrsimê wenda bû, bûne navên nûnerê tundûtûjiyê. Tevî ku Zaînal Abarakov gumanbarê sereke bû jî, 6 mehin îmze nehatiye girtin.  

Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de hatin weşandin li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku ez wekîlê wê me, ciwanên ku bi madeyên hişber re hatine fêrkirin, diyar kirin ku firoşkar bi hin polîs û nobetgiran re dixebitin û di destpêkê de hişbir belaş dane wan piştere bi zorê diziyê  wan dane kirin. Her wiha rastî tecawizê hatine. Di sala 2021’an de hat îdiakirin ku li Colemêrg û Şirnexê komeke ku leşker û cerdevan jî di nav de hinek jin bi rêya şantajê rastî tecawiza sîstematîk a leşker û cerdevanan hatine lê ev îdîa nehatin lêkolînkirin.

Berê jî heyeta dadgehê ya li Mêrdîn Dêrikê, 3 kesên ku yek ji wan cerdevan e û ji ber tecawiza sîstematîk li jinê hatibûn binçavkirin bi hinceta ‘’Kontrola edlî’’ serbest hatibûn berdan. Di parastina parêzerê çawîşê pispor ê bi navê Eyûb K. yê ku li Nisêbînê ji ber îstîsmarkirina 4 zarokan dihat darizandin îfadeyên mîna  "Kesê ku ji aliyê fermandarên xwe ve tê hezkirin e, leşker e, nasnameya wî berçav were girtin" bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

Di nav de tecawiz bi gelek şêweyên tundiyê  hatin tehdîdkirin

Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû, 30 kes hatin binçavkirin. Li gorî îfadeyên parêzeran, welatiyên girtî di serî de êrîşa zayendî rastî gelek cureyên tundiyê hatine.

Em daxwaz dikin ku li ser dosyayên tundî, tacîz, destavêtin û îstîsmara zarokan a li dijî jinan ku rasterast an jî nerasterast li Tirkiyeyê peywirdarên hiqûqê di nav de cih digirin de lêpirsîn bê vekirin û di van dozan de bêcezakirin."