Perwîn Yûsif: Girtina derî helwesta PDK'ê ya rast eşkere kir

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, girtina deriyê Sêmalka-Pêşxabûrê nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo - Deriyê sînorî yê Sêmalka dergeheke sînorî ye di navbera Sûriye û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de. Çemê Dîcleyê tê re derbas dibe. Li hemberî wê jî deriyê sînorî yê Pêşxabûrê yê Iraqê li parêzgeha Dihokê ya girêdayî Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Di sala 2013'an de ev derî di navbera Başûr, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de vebû. Derî bi qesda bazirganiyê û derbasbûna nexweşan ji herêma Başûrê Kurdistanê re ji bo dermankirinê, hat vekirin.

Deriyê Sêmalka yek ji girîngtirîn deriyên sînorî ye di navbera Sûriye û Herêma Kurdistanê de. Di heman demê de wekî deriyek û xala derbasbûna navdewletî ya girîng tê naskirin. Desthilatdariya herêma Başûrê Kurdistanê her car derî bêyî sedemeke zelal digre. Bi girtina deriyê Pêşxabûrê yê ku dikeve aliyê Başûrê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ambargoyê dide avakirin.

Têkildarî mijarê Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif axivî.

'Girtina derî helwesta PDK'ê ya rast eşkere kir'

Perwîn Yûsif got ku ji ber şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengvedanek cîhanî daye, her dem bi zextan re rû bi rû dimîne û wiha domand: "Kurd bi hezaran salan ji ber bêmafî, bê nasnamebûn û bê statubûyînê, êş û azaran dikşînin. Piştî ku ji rojavayê welatê çirsûka şoreşê pêket, Kurdan jê re pêşengî kir û destkeftiyên dîrokî bi dest xistin, dijminên piralî dest bi gelek cureyên êrîşan kirin. Bi şoreşa ku Rojava jê re pêşengî kir, hemû aliyên Kurdistanê jê re bûn pişt û di şerê Kobanê de mînaka hevgirtin û yekitiya gelê Kurd derket pêş. Li hemberî şoreşeke wiha pîroz helwesta hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û PDK'ê helwesteke neyînî bû. Bi qasî ku alîgirên dijmin bûn, nebûn alîgirên gelê Kurd. Girtina deriyê Sêmalka-Pêşxabûrê jî helwesta rast eşkere kir."

Derî jî kirin amûrekê zextê

Perwîn Yûsif da zanîn ku girtina derî biryareke şaş e û wiha pêl da gotinên xwe: "Tenê deriyê ku bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re yê mirovî vekirîbû, deriyê Sêmalka-Pêşxabûrê bû. Deriyekî mirovî ye, alav û amûrên ku ji gel re pêwîst in di wî deriyê re derbas dibin. Di wextekî de ku herêm di nava ambargoyê de ye, girtina derî biryareke şaş e. Her car derî jî wekî kaxezeke zextê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin û vê armanc dikin ku siyaseta koçberiya gel û valakirina herêmê bixin meriyetê. Ev siyaseta ku PKD û hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê dimeşînin, siyaseteke dikeve xizmeta dijmin. Dewletên ku qezencên bi şerê rû bi rû nikaribûn bi dest bixin, hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê bi girtina derî re dixwazin bi dest bixin. Ji derveyî girtina derî, di aliyê ragihandinê de jî şerekî taybet ê mezin li dijî rêveberî û gel daye destpêkirin."

'Her ku Rêveberiya Xweser di qada navdewletî de deng vedide zextan zêde dikin'

Perwîn Yûsif da xuyakirin ku her Rêveberiya Xweser dengvedaneke cîhanî dide zext zêde dibin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Her ku Rêveberiya Xweser ber bi erêkirineke navdewletî ve diçe, gavan diavêje û rastî qebûlkirineke cîhanî tê, PDK û hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê helwesteke neyînî bi girtina deriyan an jî rêbazeke din, derdixin holê. Armanca helwestan ew e ku Rêveberiya Xweser gavan paşve bavêje. Gel jî ji girtina derî nerazî ne, bi taybetî ew dayikên ku diçûn tedawiya nexweşiya penceşêrê dibînin, niha dibêjin hêviya ku wan bi jiyanê ve dabû girêdan niha şikestiye."

'Em ji diyalogan re vekirî ne girtina derî ne çareserî ye'

Perwîn Yûsif got ku girtina derî hedef û armancên dewleta tirk a dagirker ku niha di krîzeke pir xirab re derbas dibe bi cih tîne û wiha domand: "Bi taybetî jî piştî ku Erdogan di hilbijartinan de dengên kêm girt ketin hewldanan. Di bingehê de, girtina deriyê Sêmalka êrîşên li ser Kurdistanê zêde kirine, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigre heya Şengal, Mexmûr û Bakurê Kurdistanê. Dewleta tirk dijminê me yê sedan salan e, lê helwestên ku ji Başûrê Kurdistanê tên, nîşan didin ku xwe li aliyê dijmin dibînin. Em ji hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê re dibêjin; derî di mijarên siyasî de bi kar neyînin, em bi riya diyalogan dikarin pirsgirêkên heyî çareser bikin lê bi gefan û hiştina gel di nava êş û azaran de çênabe. Lê Rêveberiya Xweser a ku gel pêşengiya wê dike û xwe bi xwe bi rê ve dibe, bi çi awayî jî be wê neçarî zextên wan nebe. Çawa di şerê xwe yê 10 salan de bi ser ket, wê li hemberî vê siyasetê jî bi ser bikeve."

‘Divê rê li ber şoreşê negrin'

Perwîn Yûsif hêvî kir ku hikûmeta Başûrê Kurdistan û PDK dest ji xeta îxanetê berdin û wiha got: "Divê ku hikûmet hesabên xwe vegerîne û rast bike, dijminatiyê bi gelê xwe re neke. Divê derî vebike û hewldanên xurt û bi bandor bide meşandin ku deriyên heyî yên girtî jî werin vekirin. Ne ku wî deriyê bi tenê vekirî bû, bide girtin. Divê rê li pêşiya şoreşê negirin, ji ber îro ev şoreş bûye hêviya giştî Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê."

Perwîn Yûsif beyannameya Rêveberiya Xweser ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê hatibû pêşkeşkirin bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Beyannameya ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kir wekî nexşeriyeke nû bû, pê re deriyên diyalog û hevgirtinê bi hêzên Kurdî, dewletên cîran û bi hikûmeta Şamê re, da vekirin. Dîsa teqezî li ser yekbûna axa Sûriyeyê, demokratîkbûna Sûriyeyê hat kirin. Beyanname rastî erêkirinê hat ji welatên Ereb û navdewletî ve. Em jî di proje û nêrînên xwe de bi îsrar in, ji bo hêvî û xwestekên gel em ê di nava hewldanan de bin. Em ê nehêlin ambargo bandorê li gel bike û rê nedin ku gel fatûreya siyasetên wiha bide û em ji diyalogan re jî vekirî ne."