Pervîn Buldan: Tecrîd pirsgirêka Tirkiyeyê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di dema hevdîtinên xwe yên li Wanê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tecrîd bûye pirsgirêka hemû gelan û banga têkoşînê kir.

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di çarçoveya serdana cejna Qurbanê de hatibû Wanê û bi rêxistinên civaka sivîl re hat ba hev. Destpêkê serdana Şaxa Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) kir. Perwîn Buldan bi heyeta ku pê re serdana Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û Akademiya Hunerê ya Aryenê û Navenda Çandê ya Ziman û Lêkolînê ya Arsîsayê kir.

‘Em ê têkoşînê berdewam bikin’

Pervîn Buldan li MEBYA-DER’ê axivî û da zanîn ku pirgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bi têkoşînê werin çareserkirin û wiha got:

“Ger em têbikoşin wê êşên bi vî rengî neyên kişandin. Ji ber polîtîkaya înkarê ya desthilatdariya AKP’ê ya li ser gelê Kurd û gelên din ên Tirkiyeyê didome. Nêzîkatiya AKP’ê bi vî awayî ye. Ev zîhniyet, hemû fikrên cuda tune dihesibîne. Têkoşîna me ji bo mîsogerkirina nasname û azadiya gelê Kurd û domandina têkoşîna demokrasiyê ye. Lewma jî girîng e ku em rewşeke hebûna Kurdan tê de were qebûlkirin ava bikin.”

‘Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka tecrîda li girtîgeha Îmraliyê ye’

Pervîn Buldan di serdana xwe ya TUHAT-DER’ê de bal kişand ser polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Li temamiya girtîgehên Tirkiyeyê înfaz tên şewitandin, girtiyan dişînin cihên ji malbatên wan dûr, pirsgirêkên tenduristî, sirgûn, pêwendîdanîn û hwd. hene. Di halê hazir de pirsgirêka herî mezin, tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ye. Zêdetirî du sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin û nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Li gorî qanûnên xwe naçin. Yek ji mijara herî hesas a gelê Kurd jî birêz Ocalan e. Bêguman gelek sedemên vê tecrîdê hene. AKP bi vê tecrîd û van sepanan sûc dike. Tecrîd, sûcekî li dijî mafên mirovan e. Ev rewş êdî li tevahiya civakê hatiye belavkirin. Em vê tecrîdê qebûl nakin divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê bê bidawîkirin û birêz Ocalan bikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di mijara tecrîdê de partiya me hewl dide berpirsyariyên xwe pêk bîne lê kêm dimîne. Ev mijar tenê Kurdan eleqedar nake. Divê bikeve rojeva civakên Tirkiyeyê. Tecrîd, pirsgirêkeke mafên mirovan e û her kesê ji xwe re dibêje mirov jî divê pê re eleqedar be.” 

 Serdana Pervîn Buldan û heyeta pê re bi serdana Akademiya Hunerê ya Aryen û Navenda Lêkolîna Çand û Ziman ya Arsîsayê bi dawî bû.