Pervîn Buldan: Vê tarîtiya li welat dê jin bi têkoşîna xwe ronî bikin

Civîna hevserokên jin ên bajaran ên HDP’ê li navenda giştiya HDP’ê despêkir. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di civînê de axivî û bal kişand ser hêza jinan a dikare tarîtiya li welat bişkîne û got: “Vê tarîtiya li welat dê jin bi têkoşîna xwe ronî bikin. Pergala zilmê dê jin biguherin. Emê jin ergaleke aştiyane, wekhev û azadîxwaz ava bikin.”

Enqere – Li navenda giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê civîna hevserokên partiyê yên jin hat li darxistin. Civîn bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran tê lidarxistin. Axaftina vekirinê ya civînê ji hêla Pervîn Buldan ve hat kirin. 
Pervîn Buldan diyar kir ku ew nûnerên têkoşîna dîrokî û siyaseta demokratîk a jinan e û  wiha berdewam kir: "Ji çirûskên çavên we rêya we ronî dikin û csaret û biryardariya we vedibêjin. Em îro wekî parêstvanên bi biryar ên têkoşîn jinê ji ber ku bi we re ne şanaz in. Başe ku hûn hene û baş e ku jin hene. Başe ku Partiya me HDP heye. Hevalên me yên ku bi kedeke mezin têkoşîn dane û niha ne li cem me ne. Em silavên xwe ji hevalên xwe yên girtî re dişînin. Ala ku îro li girtîgeh û li sirguniyê ligel zext û zordariyê girtine dest tu carî daneynîne erdê. Îro jî ala têkoşînê me girtiye dest. Em ê ala têkoşînê bilind bikin. Em hevalên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest danê û her wiha Denîz Poyraz carek din bibîrtînin. Biranînên wan ji têkoşîna me re dibe hêz. Armanca wan a edalet û wekheviyê em ê di bin banê HDP'ê dê teqes pêk bînin. Em soz didin rêhevalên xwe.” 
“Di nav partiyê de me têkoşîneke mezin a jinê da meşandin”
Pervîn Buldan bilêv kir ku ji bo jin di siyasetê de bighijin armanca xwe divê rêxistinbûna xwe ya xweser pêş bixin û wiha bi lêv kir: "Di serî de me di nav rêxistinbûna xwe de wekheviyê pêş xist. Di nav partiyê de me têkoşîneke mezin a jinê da meşandin. Pergala hevserokatiyê me girt dest û îro em pratîze dikin. Bi pergala hevserokatiyê îro jin di mekanîzmayên biryar dayînê de wekhevin. Di şaredariyên me bi dest xistî de bi pergala hevşeradariyê me temsîliyeta wekhev pêş xist û li hemû qadên rêxistinê de me pergala hevserokatiyê pratîze kir. Her wiha li parlamentoyê me koma xwe ya xweser ava kir. Di nav parlamentoyê de me hewl da ku siyaseta jinê pêş bixin û ev tişt bi ked û têkoşîna jinan pêk hat. Ev tişt destkeftiyeke mezin e û destkeftineke hevpar e." 
“Em jiyaneke adil û wekhev armanc dikin”
Pervîn Buldan, destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê ji bo wan destpêke û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Armanca me heta pêkanîna wekheviya teqes. Ne tenê li ser vê erdnegariyê. Li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê armanceke me wisa heye. Em jiyaneke adil û wekhev armanc dikin. Ji ber vê jî her roja ku derbas dibe têkoşîna me mezin dibe. Êdi li her qadê jin gotinên xwe tînin ziman û helwesteke hevpar nîşan didin. Bi HDP'ê jin xwedî li dîrok, rûmet, xweza û hemû nirxên mirovatiyê diparêzin. Li ku dibe bila bibe em ê bi zimanên cuda, ol û baweriyên cuda û bi nasnameyên cuda mezin bibin û bi ser kevin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî têkoşîna me bibin. Bi dirûşma 'Ji xizaniya jinê re na' me xwe gihand bihezaran jinan. Me carek din dît ku keda ku jin dide hêza dînamîk a vî welatî ye. Jin hêza guhertin, azadî û hêviyê ye."
Pervîn, bal kişand ser hevdîtinên gel ên partiyê û wiha pêde çû: "Di hevdîtinên me yên 'Em HDP ne, li her derê ne' de jin pêşengtî kir. Jinan xwedî li HDP'ê derketin. Ev kar karê xwedîderketin, hevpariyeyê û wisa mirov bi hêz digire. Tişta ku mirovan bibe wekhevî, aştî û edaletê jî ev tişt e. Em li hemberî polîtîkayên dijminatiyê têdikoşin. Îqtîdara ku mehkûmê windakirinê ye bi zor û zextan hewl dide ku têkoşîna civaka muxalîf têk bibe. Binçavkirin, girtin, pêkanînên OHAL'ê, darbeya 4'ê Mijdarê li hemberî têkoşîne ye. Tenê ji HDP'ê û ji jinan ditirsin. Dixwazin jinê ji siyasetê dûr bixin."
“Jin li hemberî hêzên dijminiya wan dikin rêxistina xwe mezin dikin”
Pervîn Buldan ji bo rewşa Efganîstanê jî ev tişt got: "Li ku derê cîhanê dibe bila bibe jin ji heman zîhniyetê re rûbirû dimîne. Niha li Efganîstanê Talîban, li Şengal û Rojava DAIŞ heye. Tişta ku dixwazin bikin minpêkirina mafê jiyanê ye. Divê bê zanîn ku jin dê li dijî zîhniyeta dijminatiya jinan dike têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bike û bi rêxistibûnê wan hêzên tarî têk bibe.” 
Pervîn Buldan rewşa talana li welat tê kirin jî wiha şîrovekir: “Kesên ku çavkaniyên welat ne bi gel re tenê bi hevkarên xwe re parve dikin, berîkên xwe tijî dikin û ji îhaleyên xwe re xerc dikin, ji kerasetên xwezayê mezintir kerasetan tînin serê gel. Lê em ê bi hev re vê pergala talan û şelandinê têk bibin û rêya derketina ji krîzê vekin. Divê em hemû jin li dijî vê kerasta îqtîdarê bi hev re têbikoşin. 
“Li welat pirsgirêka herî mezin polîtîkaya li hemberî Kurdan û tecrîda li Îmraliyê ye”
Pervîn Buldan polîtîkaya bêhiqûqiyê ku bi şêwazê tecrîda li Îmraliyê dewam dike jî ev tişt anî ziman: Îro pirsgirêka herî mezin ku welat pêre rûbirû maye pirsgirêka kurd e û polîtîkaya bêhiqûqiyê ya tecrîda li Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan e. Tecrîdê rê li Tirkiyeyê girtî ye û gel dorpêç kirine. Em vê dorpêçê dikarin bi mezinkirina bloka aştiyê ya li dijî tecrîd û bêçareseriyê têk bibin.  Dê ev hem rêya demokrasî û aştiyê veke û hem rê li ber polîtîkayên talan bêçareertî ku welat ber bi tarîtî û kaosê ve dibin bigire. Hemû beşên civakê divê vê rastiyê bibînin û li hember tecrîdê xwedî helwestek hevpar bin. Divê her kes bizanibe ku rojên ronî bi têkbirina tecrîdê pêkan in. Em jin vê rastiyê dizanin û em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.
HDP, bi tifaqa gelan, jinan, ciwanan û demokrasiyê di rêya ku vekiriye de bi hêz dibe û pêşve diçe. Vê tarîtiya li welat dê jin bi têkoşîna xwe ronî bikin. Vê pergala zilmê dê jin biguherin.  Pergaleke aştiyane, wekhev û azadîxwaz em ê jin ava bikin. Ez we bi heskirin û bi rêzdarî hembêz dikin û silav dikim."
Piştî axaftina Pervînê civîna HDP'ê ya Hevserokên bajaran ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.