Pervîn Buldan navnîşana tundiyê da

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bertek nîşanî hedefgirtina serokomar Tayyîp Erdogan a Peymana Stenbolê da û got, "Faşîzm, yekperestî, tundiya baviksalarî ya li ser jinan ev e.

Enqere- Meclisa Jinan a HDP'ê ji bo êrîşên li ser jinan, Peymana Stenbolê û diyarkirina têkoşîna polîtîk a serdema nû civiya. 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan a ku axaftina vekirinê ya civînê kir, der barê rojeve de axivî.
Pervîn Buldan, anî ziman ku hewl tê dayîn bi her cure rêbazên derveyî qanûnî HDP bê qelskirin û got, “Em bi mezinbûna xwe re riya xwe didomînin. Ji bo me ya sereke rê ye. Meşa rûmet e ku li ser wê riyê berdewam dike. 5 sal in hevalên me di hundur de ne li sirgunê ne lê belê bi bawerî têkoşîna me û meşa me ya mezin didome. 
“AKP'ê sûc kir”
Pervîn Buldan di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî jinan û wiha got:
“Zîhniyeta AKP’ê ewlehiya jiyanê ya jinan jî girêdayî zilam dike. Her roj, jin ji ber neparastin, ne astengkirin û biryarên darazê yên mêr tên qetilkirin. Ji ber ku sîstema fikirandinê ya ji bo xemxuriya Peymana Stenbolê û parastinê ya vê zîhniyetê tune ye. Li şûna pêkanîna peymana Stenbolê, betalkirina peymana ku bi betalkirinê ewlekariya jiyana jinan dike, sûcek mezin e ji aliyê desthilatdariya herî bilind AKP'ê ve ji li hemberî jinan hatiye kirin."
“Hûn nikarin jinan bidin sekinandin” 
Pervîn Buldan, der barê hedefgirtina serokomar Tayyîp Erdogan a li ser Peymana Stenbolê û jinan de jî got; "Serokê AKP'ê êdî cesaret kiriye ku Peymana Stenbolê ango ji jinên ku mafê xwe yê jiyanê û hiqûqê diparêzin re bibejê “rêşaş." (sapkın) Faşîzm, yekperestî, tundiya baviksalarî ya li ser jinan ev e. Ji bo jinan bêdeng bikin, jinên ku mafên xwe diparêzin, heqaretê li wan bikin. Li ser navê hemû jinan ez li vir bang li dikim. Tu mafê we tune ye ku hûn heqaretê li sekna bi rûmet û helwesta jinek bikin. Tu nikarî tu jinê reş bikî. Çawa ku hûn bi çewisandin û zordariya xwe nikarin jinan bisekinînin, heqaretên we jî jinan nikarin jinan bidin sekinandin.”
Jin dê di hilbijartina yekem de bersivê bidin
Pervîn Buldan di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta hikûmetê ya dawî ya der barê pirsgirêka Kurd de û got; "Em polîtîkayên vê îqtîdara dijminantiya Kurdan dike baş dizanin. Em dizanin ku polîtîkayên ku jineke siyasetmedar a Kurd, berdevka demê ya TJA'yê Ayşe Gokan 30 sal û 3 meh b, cezayê girtîgehê ceza dike ji aliyê kê ve tên pêşxistin. Ji ber vê jî ne Kurd û ne jî jinên Kurd vê silava we ya li gel muzîka Kurdî qebûl nakin û rê nadin we. Jinên Kurd amadekariya raperîna ku wê bi tilîliyên xwe di hilbijartina bê de bi dest bixin dikin."