Pervîn Bûldan: HDP di vê dozê de hesab nade, hesab dipirse

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de gelek mijarên di rojevê de nirxand û got: “Li aliyekî bêhiqûqiya tecrîdê, li aliyê din jî binpêkirina mafên mirovan a ku li girtîgehan zêde bûye. Birîna vî welatî ye ku roj bi roj xwîn jê tê."

Enqere - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di koma partiya xwe de mijarên di rojevê de ne nirxand. Pervîn Bûldan, diyar kir ku ev doz hiqûqî  nîne, dozeke siyasî ye, dadger û dozgerê wê Erdogan e û got: "Me got! Ya bê darizandin wê HDP nebe. Ya bê darizandin îqtîdar e û bi vî rengî wê dewam bike. HDP di vê dozê de nayê darizandin, lê bi xwe didarizîne. HDP di vê dozê de hesab nade, lê hesab dipirse." Pervîn Bûldan anî ziman ku mîna doza girtinê ya li dijî partiya wan hate vekirin, ev doz jî bêbingeh e û wê têk biçe.

“Dîrokê nîşan da ku çareseriya pirsgirêkan bi polîtîkayên şer nabe”

Pervîn Bûldan, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Başurê Kurdistanê û wiha domand: "Desthilatdarî her ku di polîtîkaya derve de dixitime, berê xwe dide polîtîkayên şer. Ji sala 1980'î ve operasyonên li derveyî sînor tên kirin, lê pirsgirêka Kurd girantir kir. Maliyeta vê jî li tevahiya gelên Tirkiyeyê hate birîn. Dîrokê nîşan da ku çareseriya pirsgirêkan bi polîtîkayên şer nabe, bi diyalog û danûstandinan dibe. Em banga xwe ya ji bo diyalogê careke din dubare dikin û her kesî dawetî diyalogê dikin. Her wiha em bang li hikumeta navendî ya Iraqê jî dikin ku dest ji polîtîkayên şer ên li dijî civaka Êzidî berde. Di heman demê de hewldanên li Qamişloyê yên ji bo têkbirina aramiya gel, xizmetê ji aştiya li Rojhilata Navîn re nake, divê xwe ji vê yekê vegirin.”

“Deshilatdarî destura bingehîn tine dihesibîne”

Pervîn Bûldan, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û anî ziman ku ev tecrîd aramî û aştiyê nîne û wiha pêde çu: "Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye gelên Tirkiyeyê dixe nava tarîtiyê. Tecrîd niha pirsgirêkeke li pêşiya me ku divê bi lezgînî bê çareserkirin. Desthilatdariya ku hiquqa navxweyî, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî tune dihesibîne, xelat xistiye nava xelekek bêhiqûqiyê. Li aliyekî bêhiqûqiya tecrîdê, li aliyê din jî binpêkirina mafên mirovan a ku li girtîgehan zêde bûye. Birîna vî welatî ye ku roj bi roj xwîn jê tê."

Pervîn Bûldan, anî ziman ku girtîgeh veguherîne navendeke bêhiqûqî û kêfiyetê û wiha dom kir: "Bi hezaran girtî ji bo bidawîkirina tecrîdê û dawîanîna li bêhiqûqiyê 152 roj in di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan edalet e, hiqûq e. Em ji vir careke din bang dikin: Tavilê dawî li bêhiqûqiya tecrîdê bînin. Dawî li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bînin."