Pervîn Buldan: Em bihêztir û girseyîtir tên

Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand li ser rola di hilbijartinan de rola HDP’ê û got; ‘Ev hê destpêk e. Em mezintir dibin, bihêztir dibin û em bi girseyîtir tên.’

Enqere - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de wiha axivî.

Pervîn Bûldan di axaftina xwe de salvegera 16’emîn ya qetilkirina Hrant Dink de bi bîr anî û da zanîn ku bi Tifaqa Ked û Azadiyê mitinga li Stembolê bi coş hatin li darxistin û wiha got: “Me hemûyan bi hev re got; ji şer, feqîrî, kedxwarî, tecrîd û bêedaletiyê re na. Ji bo em vî welatî radestî tarîtiyê nekin, me li wê qadê soz da gelê xwe. Em hatin ba hev ku em dikarin vî welatî radestî tarîtiyê nekin. Ji bo em bi ked û azadiyê guhertinê pêk bînin, me yekitiya sozdayînê çêkir û hêza yekitiyê ava kir. Me li mitîngê jî got û em li vir jî dibêjin, ev hê destpêk e. Em mezintir dibin, bihêztir dibin û em bi girseyîtir tên.”

 ‘Em ê we di sindoqande binbixin’

Pervîn Bûldan diyarkir ku bi dozên girtina HDP’ê û qutkirina alikariya xezineyê rewşek nediyar avabikin, lê belê di aliyê HDP’ê de hemû tişt roniye û da zanîn ku wê di demek kin de berendamê serok komariyê aşkira bikin û wiha dom kir: “Rojeva HDP’ê tenê HDP û gelê me dikare diyar bike. Armanca têkoşîna me ew e ku em vî welatî ji hemû tegezariyan rizgar bikin û siberojek aram û demokratîk ava bikin. Kes wê nikaribe vê rojevê bitguherîne. Her tiştê me zelal û eşkere ye. Em ê we di sindoqan de têk bibin. Nokte. Ewqas! Em ê dost û tifaqên xwe mezin bikin û em ê li ser rêya armancên xwe bimeşin. Hêviya me wek kenê zarokekî zindî ye, kolanên me zindewar in û ciwan dinamik in. Berxwedana bi heybet a jinan wêrek û zelal e.” 

‘HDP wê bibe diyarker’

Pervîn Buldan destnîşan kir ku di nava desthilatê de rewşak ya nediyar nîne bi van gotinên wê tifaqa AKP-MHP ‘Wê winda bikin, winda bikin, winda bikin.’ bang kir û wiha got: “Em dibînin dikin ku hilbijartinek bê HDP’ê pêk were. Dixwazin vê gote gotê di nava xelkê me de belav bikin. Ez li vir pir eşkere dibêjim, hemû hewldanên wê vikûvala ne. Hem ji bo HDP hem jî ji bo gelê me tu rewşek ku nediyar be nîne û wê nebe jî. Divê xelkê me xwe li sariyê daneyne û bêhêvî nebe. Me gelek bedel dane û me têkoşînek bê hempa da û me tu caran serî ne tewand, li beramberî hemû darbeyên siyasî em mezintir bûn û hatin van rojan û em tu caran serî natawenîn.”

‘Ji Hezîranê ditirsin’

Pervîn Buldan bal kişand li ser diroka hilbijartinê ne diyare û wiha got: “Niha hûn dizanin, îktidar ketiye pey salnameya hilbijartinê û li dîroka wê digere. Her tim her tiştî bixweşî nîşan didin. Ji roja ku wê têk herin ji vekişandina wê ditirsin. Helbet ji bo wan hilbijartinek zor e. Çimk î ji Hezîranê ditirsin. Çimkî hê jî di sendroma 7’ê Hezîranê de ne. Tifaqa AKP-MHP’ê ku di xwaze xwe li nîsan û gulanê bigire diçe û tê. Ez ji we re bêjim dîroka ku hûnê herin û êdî neyên. Teqez tûra duyemîn a vê hilbijartinê di hezîranê de ye. Ez bi taybetî dixwazim diyar bikim ku hûn nikaribin ji Hezîranê birevin.” 

Banga têkoşînê

Pervîn Buldan bi bîr xist ku şert û mercên tecrîdek girankirî tê jiyan kirin û sîstema tecrîda girankirî ya li beramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin pêl bi pêl belavî hemû welat û kesîman bûye û wiha got: “Werin em hemû bi hev re li dijî polîtîkaya tecrîdê ya îktidarê îtîraz bikin û bi hev re li ber tecrîdê rabin Em hêrsa xwe bêtir bikin da ku ev tecrîda girankirî rabe. Em pêşî li bêhiqûqî û bêedaletiyê bigirin. Îktidar dixwaze bi zextan, tecrîdê û şer kampanya xwe ya hilbijartinê bi rê ve bibe. Em sînyala vê yekê ji daxuyaniyên wan dibînin.” wiha bang kir: “Em bi bîryarin ku em bi erka  xwe ya dîrokî rabin. Siyaseta ku nedixwest bi HDP’Ê bikeve heman wêneyî de, ji ditîna wêneyek mezin dûre, yên ku ev wêneyê mezin daye avakirin HDP ye û tifaqa HDP’ê, yekitiye û hêza herî mezin ya demoqrasiyê ye. ev wêneyê mezin di 8’ê Adar, Newroz, 1’ê Gulanê, gel bû. Pêşditinên HDP’ê, vizyon û siyaseta rast îro hêviyên di civakê de hîn mezintir kiriye. Ji ber hêza HDP’ê û komkiran wa hêvêne xweli vi xakê kiriye û hatiye van rojan.”