“Pêngava dagirkeriya dewleta tirk a 2022’an derfeta vejandina DAIŞ’ê ye”

Seroka Desteya Jin a Herêma Cezîrê Evîn Paşo der barê gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakurê Sûriyê û xeteriya DAIŞ’ê nirxand û got: “Eger êrîşeke nû ser Rojavayê Kurdistanê pêk were dê ev ji bo vejandina DAIŞ’ê bibe derfet.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Zindîkirina Împratoriya Osmanî û  xwexilaskirina ji kirîzên hundirîn ê li turkiyê di dawiyê lihevkirina Lozanê de ji armancên serke yên dewleta tirk in di sedsala 21’an de ku li vê pêkanê gavên xwe davêje û cuxrafiya xwe fireh dike. li ser vî esasî jî tê xuyakirin ku çawa êrîşên xwe ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêde dike, di heman demê de gefên nû ser Rojavayê Kurdistanê dixwe û dibêje ku dê dest bi hemleyeke ewlehiyê ya nû li gorî şîroveyên wê dê bidê destpêkirin û xeta xwe ya dagirkeriyê çend Km zêdetir paş ve bibe. Têkildarî vê mijarê, Seroka Desteya Jin a Herêma Cezîrê Evîn Paşo ji ajansa me re nirxandin kir.

Eger tirkiyê destwerdana Bakurê Sûriyê bike dê çarenûsa gelê herêmê û DAIŞ’ê çi be?!..

Dema erdogan derdikeve ser dikê û bi dengekî qalind diaxive û bi rehetî gefan li gelê sivîl dixwe, guman û nakokî nakeve mejiyê mirovan de ji ber ku êdî zarokên biçiûk jî gihane wê baweriyê ku cîhanê û Nato li kêlek wî sekinî ne û destek dane wî. Her wiha mirov ji xwe bipirse gelo eger dewleta tirkiyê destwerdana Bakurê Sûriyê bike dê çarenûsa gelê herêmê û DAIŞ’ê çi be?. Helbet ev êrîşeke muhtemel wê bi xwe re gelek karîstên mirovî bi xwe re bîne û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dê xwe baş pênase bike. Bêşek Rojhilatê Navîn û bi taybet gelê Kurdistanê xeteriyeke mezin jiyan dikin, nexasim di vê pêvajoya hesas de, bi taybet ku hêza terorê ya herî mezin di cîhanê de DAIŞ’ û malbatên we di Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe digrin wekî bombeyekê ne diyare dê kengî werê teqandin.

“Pirojeya me ya demokratîk, dewleta tirk ditirsîne”

Evîn Paşo got ku pirojeya wan a demokratîk dewleta trik ditirsîne û li vê pêkanê weke gurekî har êrîşên xwe zêde dike û wiha dest bi axaftinê kir: “Dema ku şoreş li Rojhilata Navîn hatin destpêkirin bi navê Buhara Gelan,  bi armanca destxistina azadiyê hat destpêkirin û gelerî bû. Bi demê re ev sîstem hat gihertin û ber bi desthilatdariyê ve çû û ket bin xizmet û berjewendiya dewletan de. Sîstemên desthilatdar xwe dispêrin qirkirn û xwînmijya gelan û bi vê armancê tevdigerin. Li Rojavayê Kurdistanê jî şoreş hat destpêkirin bi heman armancê ku di riya wê re gelê kurd azadiya bidest bixe, sîstema desthilatdar a xwînmij bişkîne û bi xwe re jî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyê tevahî jî azad bike ji desthilatdarî û hilweşandinê. Ser vî esasî gelê Rojava di bin sîwana Rêveberiya Xweser û pêkanîna pirojeya Neteweya Demokratîk xwe birêxistin kir û xebateke pîroz da meşandin. Ji bo vê yekê em dibînin çawa dewleta tirk wekî gurekî har êrîş dike û ev dide diayrkirin heta çi astê pirojeya me ya Netewa Demokratîk dewleta tirk ditirsîne.”

 “Cebhet El-Nusra û Cêş El- Hur ser xeta sînorê turkiyê bi cih bûbûn, çima dewleta tirk ew ji bo xwe xeter nedît?”

Evîn Paşo da diayrkirin ku gelek hêzên teror wekî Cebhet El-Nusra û Cêş El- Hur ser xeta sînorê turkiyê bi cih bûn lê dewleta tirk ew ji xwe re xeter nedît û ji bo tunekirina wan tênekoşî berovajî sekna wê li hember Rêveberiya Xweser û wiha pêde çû: “Di destpêka şoreşa Sûriyê de gelek artêşên bi navê Cêş El- Hur û Cebhet El- Nusra qaşo bi navê azadiya gelê Sûrî xebat dikirin hatin avakirin û paşê jî rêya wan hat guhertin û êdî dûrî pîvanan ketin. Ev hêz an jî ev artêşên ku dûrî pîvanan ketin ew jî ser xeta sînorê tirkiyê cih girtin û li dijî gelê kurd û Sûriyê tevahî rabûn û bi fikrê DAIŞ’ê tevdigerehan, lê dewleta tirk ew ji bo xwe xeter nedît û tu carî li wan gef nexwera ku dê parastina xeta xwe ya sînorî bike weke ku niha bi vê sîstemê nêzî gelê kurd û Rêveberiya Xweser dibe. Di sala 2018’an de ev hêzên teror ên bi navên cuda desteka xwe bi rengekî eşkere û xuyayî ji dewleta tirk re nîşan dan û bi heman armanca wê dest bi êrîşkirina Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê kirin ku niha jî bi fermî ev artêş ser navê dewleta tirk dixebitin û xeyalên wê pêk tînin. Piştî ku xetên sînorî ser destê şervanên Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD ji hêzên teror hatin paqijkirin, êdî dewleta tirk ev yek kir rojev û ragihand ku êdî pêwîste ev xet ji destê kurdan de gerke werin derxistin bi navê xeteriya ser dewleta tirk.”

“Gefên dewleta tirk ên nû û pêngava wê ya dagirkirina Bakurê Kurdistanê, derfeta vejandina DAIŞ’ê ye”

Evîn Paşo teqez kir ku ev gefên dewleta tirk û pêngava wê ya dagirkirina Bakurê Kurdistanê ya nû , derfeteke ji bo vejandina DAIŞ’ê û wiha domand: “Gefên dewleta tirk ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeteriyeke ser asta tevahî cîhanê ye, bi taybet ku ev herêm hêza herî teror a bi navê DAIŞ’ê tê de hat şikandin û niha jî kampên ku DAIŞ û malbatên wan tê de cih digrin hene. Bi riya van gefên ku dewleta tirk ser ax û sîstema me radigihîne, dide nîşandan ku dewleta tirk dixwaze bi rêbazê êrîşkirina herêmên me destek bide DAIŞ’ê û ji nû ve wê zindî bike. Di heman wextî de dixwaze kirîza ku di navbera Okrayna û Rûsiyayê de berjewndiyên xwe qezenc bike û sûcê jê werbigre.”

“Koordînasyoneke xurt di navebra dewleta tirk û DAIŞ’ê de heye, bi hev re dest bi îsyan û êrîşan dikin”

Evîn Paşo bal kişand ser koordîsyona xurt a di navebra dewleta tirk û DAIŞ de ku bi hev re îsyan û êrîş dikin û wiha bi dawî kir: “Di şer û pevçûnan de li pêşiya çavê cîhanî hat xuyakirin bê çawa dewleta tirk çeteyên Cebhet El- Nusra, Cêş El- Hur û DAIŞ di riya sînorê tirkiyê dihatin derbaskirin. Her wiha dema ku îsyana çeteyên DAIŞ ên li girtîgeha Xiwêran a bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, dewelta tirk jî ji milê xwe dest bi êrîşkirina navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ew jî wekî alîkariyekê bû ji çeteyan re. Di heman demê de û bi ragihandina gefên nû ser herêmên me di vê dema dawî de li Kampa Holê DAIŞ jî ket tevgerê de û dest bi îsyaneke mezin kir û rojane mirovan qetil dikin. Ev bûyer jî têkiliyeke xurt a di navbera wan de û pilankirina bihevre diyar dike Bêguman îsrara me wekî gel û hêz ku bi berxwedanî û bedelên mezin Rojava hat parastin û rizgarkirin me ji vê riyê dûr naxe. Dê her dem gelê me bi rihê şerê gelê şoreşgerî tekoşîn bike, li hember hemû gefan jî emê bisekinin.”