‘PDK bi navê dezgeha xêrxwaziya Barzanî alîkariyê dide çeteyan’

Endema Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Şehên Mihemed diyar kir ku alîkariya niha PDK dibe heremên dagirkirî ji bo çeteyên DAIŞ’ê û komên çekdar ên li dijî gelê Rojava û Rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê ye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Ev çend sal in deriyên sînor ên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ve (PDK) bêyî ku tu sedemek nîşan bidin tê girtin. Piştî erdheja îsal a 6’ê Sibatê li Bakur û Rojavayê Kurdistan PDK’ê tenê ji bo herêmên dagirkirî ku ji aliyê dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve alîkarî biribû. Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Şehêm Mihemed destnîşan kir ku alîkariya PDK’ê ya xêrxwazên Barzanî ya ji bo herêmên dagirkirî ji bo berjewendiyê dagirkeran, DAIŞ’ê û hêzên çekdar e.

‘Deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê di destên dewleta tirk de ye’

Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Şehên Mihemed der barê girtina deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de da zanîn ku ev çend sal in pirsgirêka girtina deriyên sînor di nava Başûr û Rojavayê Kurdistanê de heye bi taybetî deriye Sêmalka bûye pirsgirêkek mezin ji bo negihandina alîkariya ji Başûr ber bi Rojavayê Kurdistanê ve û got: “Ji ber dagirkerî û tundiya ku li ser Rojavayê Kurdistanê heye, her dem gelê Başûrê Kurdistanê xwestiye bi ruhekî welatparêzî alîkariya Rojavayê Kurdistanê bike lê belê hikumeta herêma Kurdistanê bi giştî û PDK, ji bo gihandina alîkariyê bûne asteng.”

‘PDK li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkan derdixe’

Şehên Mihemed wiha behsa rêgiriya PDK’ê kir û got: “Li Rojavayê Kurdistanê PDK pirsgirêkan derdixe û di nava Rojava de hêzên çekdar ava dike. Xebatên ENKS’ê li Rojavayê Kurdistanê her dem li dijî rêveberiya xweser in û hemû kar û xebatên wan ji bo tunekirina sîstema ku li Rojavayê Kurdistan hatiye rûniştandin e.”

‘Desthilatdarên Başûr radestî dagirkeran bûne’

Şehên Mihemed amaje bi wê yekê kir ku her dem gelê Kurd bedelên mezin daye, ji ber wê nikaribûye pêşengiyê gelê Başûr re bike, vê jî wisa kiriye ku gelê Başûr bibe qurbanê hikumeta Başûrê Kurdistanê û dagirkerî berdewam bike û got: “Ev dagirkerî û sîstema ku li ser Başûrê Kursistanê tê birêvebirin, bûye sedem ku xelkê Başûrê Kurdistanê her dem birçî bimîne. hikumet bi temamî radestî dijmin bûye.”

‘Xelkê Başûr bêhêvî kirine’

Şehên Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xelkê Başûrê Kurdistanê ji ber vê sîstemê bêhêvî bûye. Hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê niha bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî re mijûl in û hewl didin xwe kom bikin, heta niha jî qeyrana siyasî û aborî ji ber gefên navxweyî li derveyî welat berdewam dike.”