Partiyên siyasi yên Yemenê cîh nadin siyasetmendarên jin

Jinên siyasetmendarên Yemenê nerazîbûn nîşanî kêmkirina rêjeya jinan di nava partiyan û siyasete de dan û diyar kirin ku ewê xwe rêxistin bikin û li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin.

NÛR SIRÎB
Yemen – hikumeta nû ya Yemenê li gorî berê rêjeya jinan di siyasetê de gelek kêm kiriye û her diçe vê weke rewabûnekê dixwaze bide pejirandin. Jinên siyasetmendarên Yemenê li hemberî vê helwesta hikumetê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku ewê weke parêzvanên mafê jinan vê nêzîkatiya dewletê nepejirîne. 
“Partiyên muxalîf jî nema piştevaniya jinan dikin”
Siyasetmendar Xada El-Meqbûlî destnîşan kir ku pergala heyî bi çavek biçuk li jinan dinêre ji bo wê bawernake siyasetek baş bide meşandin û wiha domand: "Ji ber pergal bi çavekî biçûk li jinê dinere û lawaz dibîne ji ber wê difikire ku jin nikare siyasetê bike. Patiyên muxalîf jî piştgirî nema dan jinan, tevî ku ji bo armancên partiyên muxalîf jinan gelek caran tekoşîn kirine. Jin bi yekgirtinê dikarin mafê xwe yê ketina nava siyasetê bidest bixin.”
“Li gorî berê niha rêjeya jinan di karên siyasî de gelek kêm bûye”
Siyasetmendar Ayida Hesen Aşûr jî kêmbûna rêjeya jinan di nava siyasetê de wiha anî ziman: "Wekî jinek a di nava Partiya Kongereyê de, ez matmayî mam ku tevî jinan cihê xwe di rêveberiya hikumetê ya berê de girtiye jî niha di nava rêveberiya hihumetê de nîne. Weke mînak berê ji wezaretê heta desteya dîplomasiyê û meclisên herêman li ser asta Meclisa Nûneran jinan cihê xwe di rêveberêyên bajaran de girtiye. Hewceye niha hîn zêdetir rêjeya jinan di nava rêveberî û siyasetê de bê dîtin.”
“Hewceye tevgerên femînîst li hemberî vê rewşê derkevin”
Siyasetmendar Basîma İbrahîm Ehmed jî got: "Em helwesta wan li hember jinan û dûrxistina rol û pozîsyona wan di hikumetê de, şermezar dikin. Jin li dijî hemû veguherînên civakî, aborî, siyasî, çandî û perwerdehî xurt bû û rola wê berbiçav bû. Me komek ji hemî jinên partî pêk tê ava kir, da ku em nêrîna xwe der barê bûyarên vê dawiyê yên li ser jinan tên kirin bikin yek û peyama xwe bighînin her kesî. Tevgerên femînîst û saziyên mafê mirovan dikarin mafên siyasî û civakî bi berxwedana li dijî hemû zehmetiyan, vegerînin. Divê jin rola xwe ya erênî bo têkoşînê derxe pêş da ku tevahî biryar û qanûnên derheqê mafê wê de were bicihanîn."
Tevî dûrxistina jinan ji hikumetê, ew tevgera xwe ya femînîst didomînin û nerazîbûna xwe nîşan didin û bi weşandina daxuyaniyên mafên mirovan ku ji hêla tevn û rêxistinên jinan ve hatin eşkere kirin diyar kirin ku ew vê yekê qebûl nakin.