Partiyên siyasî yên Iraqê rê li ber rêgezên yasayî yên jinan digirin

Parêzer Rezan Şeyh Dalîr diyar kir ku tevî 97 parlamenterên jin li Parlamentoya Iraqê heye jî ji ber helwestên zayendperest ên partiyên siyasî rêgezên yasayî ji bo jinan nayên çêkirin û pêwîstî bi wezareteke jinan heye.

RECA HEMÎD REŞÎD

Bexda – Ji 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê 97 parlamenterên jin in. Tevî vê yekê jî parlamenterên jin nikarin di mekanîzmayên biryardanê yên partiyên siyasî de cih bigirin. Di mekanîzmayên biryardayînê de tunebûna jinan jî rê li ber hilberîna xebat û polîtîkayên bi bandor ji bo jinan digire.

Parlamentera berê ya Iraqê û parêzer Rezan Şêx Delîr di bersiva pirsên me de, behsa serpêhatiyên xwe yên weke cîgir di civata nûneran de, tiştên ku di warê de bi dest ketine û zehmetiyên jin di dema karê xwe de rû bi rû dimînin, kir.

*Tecrubeya we wek cîgir di Meclisa Nûneran de du dewran û endametiya lijneya jinan heye. Di dema xebata li ser mafên jinên iraqî yên di qadê de hûn rastî çi zehmetiyan hatin?

Di dema karê min weke endameke di desteya jin di Encumena Cîgiran a Iraqê de ku karê wê yê sereke rewakirin û sererastkirina zagonên taybet bi jinan e, me hewil da em hin projeyan bi cî bikin, ji wan jî projeya zagona têkoşîna li hember tundiya malbatî, lê belê me nikarîbû em rewa bikin.

Tevî vê jî me dikarîbû hin zagonên ku mafên jinan binpê dikin rakin, jê pêşinyara sererastkirina zagona rewşa kesayetî ya taybet bi zewac û berdanê, her wiha em li hember pêşinyara sererastkirina madeya 57an ya zagona rewşa kesayetî û taybet bi xwdîkirna zarokan û temaşekirinê sekinîn.

Tevî 97 cîgirên jin hebûn lê dihatin paşguhkirin

Lê mixabin me nikarîbû ti zagoneke girîng ji bo xizmeta civak û jina Iraqê rewa bikin, tenê di sala 2015’an de me dikarîbû zagona kar li gorî madeya 40’î ya taybet bi jina kedkar rewa bikin. Tevî ku tevlîbûna jinan di dewreya hilbijartinê ya dawî de 97 cîgir bûn jî lê dîsa jin rastî paşguhkirin û tundiyê tên, her wiha jin nikarin weke nûner cihê xwe di hersê serokatiyan weke desteya serokatiya parlementoyê yan jî cîgira serokê komarê yan jî cîgira serokê encumena wezîran de yan jî nûnertiya derve bi riya wezareta derve ya Iraqê bigre.

Her wiha gotina jinên di encumena cîgiran de  bê wate bû û cidî nedihat girtin, hebûna wan pirtir bû lê weke kar û mijûlbûna bi dosyayên jinan re tune bû, tevî ku jinên jêhatî hebûn jî lê destek nedidan zagona malbat û civakê. Encumena Cîgiran bi serdestiya mêr naskirî ye, zehmetî di hundirê encumenê de jî hene bi taybet eger li ser dosyeke girêdayî jinan tê sekinandin, tevî wê jî me dikarîbû em li hember wê bisekinin, me biryar ji bo gelek projeyan jî da ji wan jî hevsengiya Iraqî ya sala 2021’an lê ew ji bo hevsengiyên hatine taloqkirin ma.

*Ji bo tevlîbûna jinan di hemû qadên jiyanê de zêde bibe divê çi bê kirin?

Pêwîstiya me bi zagonên girîng hene ji bo bikaribin beşdarî hemû aliyan bibin, di nav de navendên siyasî û dayîna biryarê, her wiha pêwîstiya me bi sererastkirina grûpeke bendên zagonên saziyan û zagonên din jî heye, Hikûmetê planeke niştîmanî ji bo pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 1325 ya taybet bi beşdariya siyasî ya jinan di sala 2014’an heta sala 2018’an danîbû lê belê me ti baldariya hikûmetê ji bo vê yekê nedît, pêwîstiya me bi komîseriyeke serbixwe yan jî wezareteke serbixwe ya jinan heye ji ber rola jinan şeklî maye.

*Tundî û êrîşa zayendî li ser jinan di jiyana kar de pir zêde ye. Dem bi dem di meclîsê de jî bûyerên wiha derdikevin. Ji bo pêşîlêgirtina tundî û êrîşa zayendî di jiyana kar de çi tedbîr dikarin werin girtin?

Li gorî lihevkirina rêxistina wekheviyê ya navdewletî û bi biryara hejmara 190 ya li dijî Tundî û destdirêjiyê, divê jin ji destdirêjiyê parastî be û li cihê kar tundî bi hemû rengên xwe lê neyê kirin. Ev lihevkirin gihîştibû serokê encumena wezareta Iraqê û ji bo dengdayînê hatibû şandin lê mixabin heta niha bi fermî ji encumenê re nehatiye şandin. Ez weke kesayet gelekî di vê mijarê de axivî me û min destnîşan kiriye ku destdirêjî li her devera cîhanê heye ji bo wê divê zagonên werin rewakirin.

*Ji bo zêdekirina beşdariya jinan di pêvajoyên biryardayînê yên partiyên siyasî de, nêrîna we ya pêşerojê çi ye?

Divê partiyên siyasî di civaka me de bi dosyaya jinê û beşdarbûna wê di beşa siyasî de îqna bibin, divê cîh ji jinan re di partiyên siyasî de çêbibin û piştgiriya wê were dayîn. Divê jineke guncaw ji karê di encumena cîgiran û cihên hikûmetê de were hilbijartin Ger partiyên serwer bi dosya jinê ne bawer bin dê herdem paşguhkirî û lawaz be.