Partiya Çepên Kesk: Em ê ji bo çareseriyê bixebitin

Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz beriya kongreya Partiya Çepên Kesk a ku wê di 15'ê Cotmehê de bê lidarxistin axivî û got: “Hikûmetê polîtîkayên xwe ji bo domandin û kûrkirina komployê xistiye meriyetê” û peyam da ku ew ê ji bo çareseriyê bixebitin.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan- Tirkiye ji 5’ê Cotmehê ve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. Di êrîşên ku nexweşxane, sivîl û binesaziya bajaran hedef girtin de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di dema ku civaka navneteweyî li hemberî bûyerên li Rojava bêdeng ma, ji ber pevçûnên ku di navbera Îsraîl û Filistînê de derketin hemû cîhanê hejand. Tecrîda bênavber a li Girtîgeha Îmraliyê, operasyonên binçavkirinê yên ku her roj lê zêde dibin, krîza aborî ya piştî hilbijartinan kûrtir dibe, wêrankirina ji ber karesatên xwezayî mijarên ku her dem di serê welat de ne. Partiya Çepên Kesk wê sibê li Enqereyê li Salona Sporê ya Ataturkê bi dirûşma “Careke din ji bo azadiyê” 4’emîn kongreya xwe ya mezin li dar bixe.

Navê partiyê wê bê guhertin

Ji derveyî AKP û MHP û partiyên alîgirên hikûmetê, nûnerên hemû partiyên siyasî û partiyên çep-sosyalîst ên cîhanê ji bo kongreyê hatin vexwendin. Her wiha tê payîn ku nêzî 100 rojnameger kongreyê bişopînin. Ji ber ku peyamên ji kongreya sibe di bin gelek sernavan de bên dayîn ji bo siyaseta Tirkiyeyê girîng in, kongreya Çepên Kesk jî bala rojnamevanên navneteweyî dikşîne. Di kongreyê de wê hevberdevkên partiyê jî bên guhertin û tê payîn ku ji sedî 90 navên di Meclisa Partiyê de bên guhertin. Ji aliyê din ve di kongreyê de navê nû yê partiyê jî wê were eşkerekirin.

Wê peyamên girîng bên dayîn

Hat zanîn ku Partiya Çepên Kesk jî xwe ji bo peyamên ku di kongreyê de bên dayîn amade dike. Bi taybetî wê bal were kişandin ser çareseriya pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn. Tê payîn ku di kongreyê de têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd bangek nû li hikûmetê bê kirin. Partiya ku piştî hilbijartinên meha gulanê li Tirkiyeyê yekser dest bi pêvajoya civînê kir û ji serî ve kete nava pêvajoyeke nirxandin, rexne û xwerexnekirina hilbijartinê, wê li gorî peyaman nexşerêya xebatên serdema nû eşkere bike. Her wiha tê diyarkirin ku Partiya Çepên Kesk a ku ji bo hilbijartinên herêmî dest bi amadekariyên xwe kiriye, wê sibe helwesta xwe ya der barê hilbijartinan de eşkere bike. Ew ê helwesta xwe ya li ser nîqaşên Destûra Bingehîn jî eşkere bike.

‘Êrîş li dijî îradeyê ye’

Em bi parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz re li gel geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn der barê rojevê de axivîn. Sumeyye Boz bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên piştî çalakiya 1’ê Cotmehê ya li dijî Wezareta Karên Hundir pêk hatin, diyar kir ku ev êrîş li dijî îradeyê ye û got: “Li hemberî Rojava û îradeya ku DAIŞ’ê li Rojava têk bir tu êrîş, gef û çewisandin tune ye lê dewleta Tirk ku di her firsendê de êrîş dike, tiştekî nîşanî me dide. Em dizanin ku hikûmet dem bi dem li gorî berjewendiyên xwe êrîş dike û ji êrîşan re hincetan çêdike. Wezîrê Karên Derve yê niha û Musteşarê MÎT’ê yê wê demê Hakan Fîdan li ser vê yekê qeydên wî yên deng hene. Ger bê bîra we, di çapemeniyê de jî derketibû holê, dema digot, ‘Em ê çend fuzeyan bişînin û ji bo şer hincetan bibînin’ dewlet li vir rûyê xwe yê rast nîşanî me dide. Êrîş her ku li gorî berjewendiyên hikûmetê be û dema ku pêwîstiya wan pê hebe, zêde dibin.”

‘Sedema êrîşan destkeftî hene’

Sumeyye Boz da zanîn ku bingeha êrîşan helwesta hikûmetê ya li hemberî destkeftiyên gelê Kurd e û got: “Em dizanin ku van destkeftiyan weke xetere dibîne û ji bo tunekirinê êrîş dike. Li cihên wekî Rojava, Mexmûr, Hesekê, Amûdê, Til Temir û Qamişloyê, cihên weke santralên neft û gazê, santralên elektrîkê, îstasyonên avê, nexweşxane, kargehên kerpîçan, embarên genim, navendên hilberîna xwarinê, bendav û pirên navçe û gundan tên bombekirin. Jiyana gel û mirovên li wir dijîn bi awayekî sîstematîk di bin gefan de ye. Hewldana komkujiyê tê kirin.”

‘Divê demildest sûcên şer bên rawestandin’

Sumeyye Boz bi bîr xist ku li gorî peymanên navneteweyî hedefgirtina cih û tesîsên sivîlan sûcên şer in û bal kişand ser tiştên ku li Filistînê wekî yên li Rojava diqewimîn. Sumeyye Boz, diyar kir ku hikûmet polîtîkaya durûtiyê dimeşîne û wiha berdewam kir:

“Divê demildest pêkanîna sûcên şer ên li Rojava bê rawestandin. Lê belê ji aliyekî ve dema ku li Rojava hedefgirtina sivîlan ji aliyê hikûmetê ve tê kirin, em bi hikûmetek re rû bi rû ne ku li ser hedefgirtina sivîlan a li Filistînê bi awayekî rexnegir daxuyanî dide. Dijminatiya Kurdan li aliyekî berdewam dike, li aliyê din parastina aştiyê dikin. Em dikarin vê yekê wekî durûtî û derewîn bi nav bikin. Ev dijminatiya li Kurdan û zîhniyeta ku bi israr di xitimîna ku bi salan e didome gel dikişîne nava krîzeke giran. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Şer hem di mijara Filistîn û hem jî ya Kurdan tê ferzkirin. Divê hemû raya giştî bi taybetî saziyên navneteweyî li hemberî van sûcên şer helwestê nîşan bidin. Ji ber ku em di beşa ku li dijî şer aştî û demokrasiyê têdikoşin de cih digirin, em dîsa jî dibêjin ku em ê dev ji têkoşîna bi rûmet a aştî û demokrasiyê li dijî şer bernedin.”

‘Komplo berdewam dike’

Sumeyye Boz da zanîn ku polîtîkayên şer gelek krîz afirandine û ji bo gel gihîştiye astên ku nayên tehemulkirin û diyar kir ku polîtîkaya xitimandinê didome. Sumeyye Boz got: “Di ser komploya 9’ê Cotmehê de çaryek sedsal derbas bû, hikûmetê polîtîkayên xwe ji bo dewamkirin û kûrkirina komployê xistiye meriyetê. Îsrara di xitimandinê de, îsrara di polîtîkayên şer de jî berdewam kir. Ji ber ku ji bo me ev tê wê wateyê ku îsrara di xitimandinê de tê wateya îsrara di polîtîkayên şer de. Bi van polîtîkayan bi mehane tecrîda mutleq li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, berdewam dike. Bi riya tecrîda Îmraliyê ya ku bûye çaleke reş a hiqûqî û exlaqî, hewl tê dayîn van polîtîkayan li ser hemû gelan ferz bikin. Heta tê ferzkirin. Di dema tecrîdê de em dibînin ku li dijî polîtîkayên şer hewldanên qutkirina siyaseta demokratîk berdewam dikin. Lê divê em ji bîr nekin ku gel di pêvajoya çareseriyê de nefes digirt. Divê êdî were dîtin ku îsrara di polîtîkayên şer ên bêçareserî de ji derveyî îmhayê wê tiştekî din bi xwe re neyne.” Sumeyye Boz, diyar kir ku divê êdî vîna gotina ‘Ez ê pirsgirêka Kurd çareser bikim’ bê dîtin û got: “Divê ne tenê deriyên Îmraliyê bên vekirin divê azadiya fizîkî jî bê misogerkirin.”