Parlementerên HDP’ê di nobetê de ne

Parlementerên HDP’ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin çalakiya nobetê berdewam kirin.

Enqere – Parlementerên HDP’ê bi daxwaza ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li pêşiya Wezareta Edaletê dest bi nobetê kiribûn. Nobeya parlementeran di roja 4’emîn de berdewam dike.

Di roja 4’an a çalakiyê de, Parlementerên HDP’ê Tayîp Temel, Abdullah Koç, Kemal Pekoz, Mûazzez Orhan, Celadet Gaydali û Gulistan Kiliç Koçyîgît ber bi Wezareta Edaletê ve meşiyan. Parlementer li Deriyê Dîkmenê yê meclîsê ji aliyê polîsan hatin astengkirin. Polîsan diyar kirin ku ferman ji wan re hatine û dê destûrê nedin parlementerên HDP’ê biçin pêşiya Wezareta Edaletê. Rojnamevanên ku dixwestin dimenan bigrin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

‘Stargeha wan ya bingeh şer e’

Parlementerên HDP’ê li beramberî astengiyan li ber deriyê Meclîsê daxuyanî dan.  Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayyîp Temel bal kişand li ser polîtakayên tecrîdê û bê qanûniya politakayên şer li Tirkiye tê meşandin û wiha got: “Polîtakayên şer ji bo desthilata AKP-MHP bûye stargeha bingehîn û ev polîtakayên şer belavî kesîmên civakê û welatên cîran kiriye. Li dijî van polîtakayên şer divê destpêkê tecrîd were rakirin û şert û mercê aktorê projeyên çareseriyê were başkirin û hevdîtin were kirin.

‘Em ê banga xwe bidomînin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîd ji bo hemû gel û bi taybet dijminatiya li beramberî gelê Kurd e û wiha hat gotin: “Komkujiya li Parîsê, êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê, betalkirina parlamenteriya Semra Guzel û hemû êrişên li dijî kurdan encamên polîtîkaya dijminatiya Kurdan e. Em ê îro dîsa bang bikin ku Wezareta Dadê li gorî yasayên xwe tevbigere. Lê em bi tecrîdek nû astengiyek nû re rû bi rû man. Bêhiqûqî û biryara kêfî ku bi salan e em behsa wê dikin vaye li pêş çavê me diqewime, ev cidiyeta dewletê xera kiriye. Em îro dîsa banga xwe li vir pir zelal dibêjin, HDP’ê wê tevî hemû astengiyan bangên xwe bike û têbikoşe.”

‘Tecrîd Tirkiye dil girtiye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê parêzer hevdîtinan bikin û wiha dom kir: “Bila qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa vê dewletê li ser birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bên pêkanîn, bila muzakere pêk bên, bila parêzer biçin hevdîtinê. Serdana CPT’ê ya li Îmraliyê hin bêtir guman û fikarên me zêdetir kir. Hem malbat, gelê Kurd û hem jî rêxistinên sivîl û rêxistinên mafên mirovan û HDP gelek bi fikar in. Li Îmraliyê tecrîda kêfî didome. Tecrîd Tirkiye dîl girtiye.”

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo rê li ber çareseriya siyasî vebe, carek din bang li wezîrê edaletê Bekir Bozdağ hat kirin.